Qedexeyên li ser kurdî di dema AKP’ê de hîn zêdetir bûn
- çand û huner
- 10:16 18/2/2022
Îktîdara AKP’ê bi propagandaya rakirina hemû qedexeyan bûbû desthilatdar. Lê belê qedexe û tundiya li ser zimanê kurdî, di dema AKP’ê de hêj zêdetir bûn. Ji sala 2016’an û şûnde hema hema her tiştekî bi kurdî hate qedexekirin û ji ber zimanê dijayetiyê, di nava 6 salên dawî de 5 kes bi sedema ku bi kurdî axaftine hatin qetilkirin.