Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dan

  • cîhan
  • 11:01 20 Cotmeh 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Parastina Sivîl a Xezeyê ragihand ku di encama êrişên hewayî yên Îsraîlê yên di roja yekşemê de herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dane. 
 
Saziya Parastina Sivîl a li Xezeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Îsraîlê di roja yekşemê de li dijî Xezeyê êriş kir û di êrişê de herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî heman çavkaniyê, ji kesên hatine qetilkirin gelek jê jin û zarok in û gelek kes jî birîndar bûne. 
 
Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku di roja yekşemê de li dehan hedefên Hamasê yên li herêmên cuda yên Şirîda Xezeyê xistine. 
 
Artêşa Îsraîlê di danê êvarê de bi daxuyaniyekê ragihand ku wan êriş sekinandine û li agirbestê vegeriyan e.
 
Lê belê ji ber astengiya li pêşiya medyayê ya li Xezeyê û zor û zehmetiyên li qadê, agahiyên ji aliyê herdu aliyan ve têne dayin bi rengekî serbixwe nikarin bêne piştrastkirin.