Li Dêrsimê dê mitînga xweza û hawirdorê bê lidarxistin

img

DÊRSIM - Platforma Xweza, Jiyan û Hawirdorê ya Dêrsimê dê mitînga xweza û hawirdorê li dar bixe. Platformê, banga tevlibûna mitîngê kir. 

 
Platforma Xweza, Jiyan û Hawirdorê ya Dêrsimê, dê di 16’ê Mijdarê saet di 12.00’ê de li Qada Seyîd Riza mitîngê li dar bixe. Platformê, têkildarî mitîngê li avahiya KESK’ê daxuyanî da. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Nûnerê Bajar ê Komeleya Hawirdorê ya Munzurê Yûsûf Topçu li ser navê platformê axivî û got ku Dêrsim bi hezaran sala ye xaka jiyaneke aştiyane ya bi xwezayê re, axa berxwedan û heqîqetê ye. Topçu, diyar kir ku êrişên îro li dijî vê xaka qedîm tên kirin ne tenê xwezayê lê îradeya gel, çand û baweriyan jî hedef digire û got: “Polîtîkayên sermayeyê, projeyên bi destê dewletê tên meşandin û planên talankirinê yên bi navê ‘pêşxistinê’, bi bêdengî Dêrsimê dorpêç dikin. Çiyayên me bi navê madenvaniyê texrîb dikin, rûbarên me bi HES’an tên ziwakirin, daristanên me tên şewitandin, çêregehên me, qadên pîroz, gundên me weke ‘qadên razemeniyê’ tên ragihandin. Ev polîtîkaye qadên me yên jiyanê tune dikin, gel bê xak dihêlin û bênasnametiyê ferz dikin. Projeyên bi zanebûn ên têkbirina ekolojiyê û bişaftinê ne.” 
 
POLÎTÎKAYA EKOTURÎZMÊ  
 
Di berdewamê de Topçu anî ziman ku çavkaniyên avê hatine ticarîkirin, mafê jiyanê yê gel teslîmî çavsoriya qezencê ya şîrketan hatiye kirin û wiha domand: “Qadên me yên pîroz di bin navê ‘qada geştê’ de tên bêwatekirin, hta kevir û ava baweriya me jî dixwazin bifiroşin. Zeviyên hevpar ên gel, bi navê çandiniya endustriyel pêşkeşî şîrketan tên kirin. Bi navê rûpoşa turîzma nêçirvaniyê, ajalên li vê xakê ku em weke parçeyek ji canê xwe dibînin dikin hedefa kesên pereyê wan heye. Û ev tevek jî di bin navê ‘ekoturîzmê’ yan jî ‘turîzma xwezayê’ de tên veşartin. Lê em dizanin ku ne turîzm, berxwedan dikare xwezayê biparêze. Daristan, av, kevir û xaka Dêrsimê ne tenê xweza ye; her wiha bawerî ye, bîr e, nasname ye, gel e. Lewma em dibêjin ku êrişa li dijî xwezayê, êrişa li dijî gelê Dêrsimê ye. Berxwedana gel a li dijî şîrketên madenê, tekelên enerjiyê, sermayeya turîzmê û li hemberî polîtîkayên wan diparêzin rewa ye. Weke platformê, em tevî hemû saziyên xwe, gundên xwe, jin, ciwan û baweriyan bi hev re dibêjin ku li vê xakê dê tu proje bêyî îradeya gel nekevin meriyetê.” 
 
BANGA TEVLIBÛNA MITÎNGÊ   
 
Topçu, anî ziman ku yên zirarê didin Munzur, Pilemûriye, Halvorî û Gole Çetuyê her wiha zirarê didin jiyana gel jî û ev bang kir: “Em ê serî li ber tehekûma sermayeyê, dewletê û komên berjewendîperest a li ser xwezayê netewînin. Ev xak ne aydê rantê, aydê jiyanê ne. Em ê di 16’ê Mijdarê de li Qada Seyîd Riza bên gel hev. Ji bo parastina jiyanê, azadiya avê, rûmeta çiyê û pêşeroja gel em ê meşê li dar bixin.” 
 
Topçu, banga tevlibûna meşê li her kesî kir. 
 

Sernavên din

20:01 Li Şirnexê xwendekar ji bi Rojîn Kabaîşê meşiyan
19:57 Li Wanê çalakî ji bo Rojîn Kabaîşê: Rektor bêyî pirsan bibersivîne reviya
16:28 Şandeyeke ji Iraq û Herêma Kurdistanê çû Tehranê
15:33 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê li pêşiya Wezareta Dadê bûn: Edalet li ku ye?
15:20 Li Dêrsimê dê mitînga xweza û hawirdorê bê lidarxistin
14:41 Huseyîn Aykol dê dîsa bê razandin
14:25 Ramazan Demîr li bajarê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
14:22 Wezîr Yerlîkaya têkildarî pêvajoyê daxuyanî da
14:21 Ji ÎHD’ê daxuyaniya têkildarî Rojîn Kabaîşê: Mekanîzmayên dewletê faîlan diparêzin
13:57 Walîtiya Stenbolê di maça Amedsporê de kapasîteya alîgiran zêde nekir
13:49 Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî tezkereyê da: Gel li benda demokrasiyê ye
13:12 Tehliyeya girtiyê ji sedî 80 astengdar e cara 6’an hate taloqkirin
12:10 Li Bestayê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:01 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:39 Komên hikûmeta demkî êrişî Şêxmeqsûd kir
10:30 Hêzên Şamê êrişî Siwêdayê kirin
10:27 Akbulut: Hewceye daraz bi biryarên xwe aştiya civakî xurt bike
09:55 Tekane daxwaza Dayikên Aştiyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
09:33 Xwebûn bi manşeta ‘Jiyan dema azad be bi wate ye’ derket
09:29 ‘Ji bo çareseriyê divê astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin’
09:00 ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2025’AN
19/10/2025
17:20 Dayikên Aştiyê: Mifteya aştiyê azadiya Ocalan e
17:11 Astengkirina tehliyeyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê hat protestokirin
16:42 1’emîn Mihrîcana Govendê ya Jinê ya Cizîrê dest pê kir
16:20 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:17 Fuara pirtûkan a Amedê di roja 2’yan de ye
15:00 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
13:25 Tevî astengiya rektor jî taksîvan tev li çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê bûn
13:12 Şîna Cengîz Yaşar bi girseyî hate ziyaretkirin
12:34 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Divê biryarên DMME’yê bên cîbicîkirin
11:59 Li Arjantînê eleqeya mezin a ji bo Abdullah Ocalan
11:51 Ji Pakistan û Efxanistanê peymana agirbestê
11:37 'Divê her kes li dijî polîtîkayên şerê taybet dengê xwe bilind bike’
11:17 ‘Çareseriya pirsgirêkan girêdayî azadiya Abdullah Ocalan e’
10:58 DEM Partî çû serdana Demîrtaş
10:42 Hevalên dibistanê yên Rojîn Kabaîşê: Rektor çima xwe vedişêre?
10:23 Ciwan: Heta tecrîda li Îmraliyê ranebe aştî çênabe
10:05 Girtiyê tehliyeya wî 3 caran hatiye astengkirin: Li benda mirina min sekinîne
09:48 Ji 576 gundên Agiriyê navên 379’an hatine guherandin
09:43 Li Wanê 'daristanên bîranînê' yên bêdar!
09:41 Hejmara 138’an a kovara Jinê derket
09:27 Ji bo mitînga Esenyurtê bang
09:00 ROJEVA 19’Ê COTMEHA 2025’AN
18/10/2025
16:47 Ji bo girtiyên nexweş Keskîn û Încîl daxwaza tehliyeyê hat kirin
16:24 Wezaretê destûr da ku Cengîz Holdîng 57 hezar daran bibire
16:08 Li Amedê 9’emîn Fûara Pirtûkan dest pê kir
15:48 Li çar bajaran daxwaza edaletê: Heta aqûbeta windayan neyê aşkerakirin aştî pêk nayê
15:46 'Em nêzîkatiya zayendperest qebûl nakin'
15:36 Cezayên li siyasetmedaran hatin birin hatin şermezarkirin
15:21 'Qetilkirina Tosûn ne tiştekî takekesî ye, encama polîtîkayekê ye'
15:01 Ji 16 baroyan ji bo Rojîn Kabaîşê daxuyanî
14:44 Kiryarê ku Gulben Dûrûyê qetil kir hat girtin
14:44 Li Agiriyê li dijî cezayên hefsê bertek hat nîşandan
14:38 Konferansa Dayikên Aştiyê: Divê azadiya fizîkê ya Abdullah Ocalan pêk bê
14:28 Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Fehmî Tosûn de edaletê pêk bînin
14:01 Li Cizîrê ji bo cezakirina sûcdarê tacîza zarokan Nobeda Edaletê hat destpêkirin
13:23 Ciwanên Edene, Wan û Agiriyê ber bi Amedê ve bi rê ketin
12:50 Dê refleksên rojnamevan Aykol ê hat entubekirin bên şopandin
12:38 Forûma Avê ya Mezopotamyayê bi kargehan didome
12:22 Ji bo jiyaneke wekhev û azad dê Elewîtî bê gotûbêjkirin
11:53 Ji Abdullah Ocalan peyam ji bo konferansa Dayikên Aştiyê
11:50 Di şahiya li Şemrexê de ji bo Rojîn Kabaîşê edalet hat xwestin
10:17 Rojnamevanê Yewnanî yê ku belgefîlmên li ser Pontosê çêkiribû negirtin Tirkiyeyê
10:01 'Rêya aştiyeke mayinde di girtîgehan re derbas dibe'
09:25 ‘Divê komîsyon biçe Îmraliyê'
09:10 Di serlêdanên kar ên wezaretê de pirsa 'nijadê'
09:06 Banga ji bo kurdî: Têkoşîna ji bo ziman berpirsiyariyeke civakî ye
09:00 ROJEVA 18’Ê COTMEHA 2025’AN
17/10/2025
17:55 Bi girseyî serdana şîna Yilmaz û Sivaci hat kirin
16:49 Şînên endamên HPG, YJA Star û YPS’ê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:07 Ji bo Kutlu û Akbalik li Pirsûsê şîn hatin danîn
16:07 Li Silopiyayê 2 polîs ji ber ‘şêlandina welatiyan’ hatin girtin
16:01 Welatparêzê Kurd Hasan Yildirim wefat kir
15:04 Li Zanîngeha Egeyê ji bo Rojîn Kabaîşê meş hat lidarxistin: Em ê bêdeng nebin
15:00 Amediyan bertek nîşanî Kurtulmuş dan: Gavên şênber biavêjin
14:59 Tulay Hatîmogûllari bi şandeya KESK’ê re hevdîtin kir
14:41 Kurtulmuş, çû serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
14:37 Tê payin ku rojnameger Aykol di nava rojê de were hişyarkirin
14:30 Kedkarên tenduristiyê piştgirî dan Nobeda Edaletê
13:59 Kurtulmuş li Amedê ye: Vê carê em ê bi serkevin
13:25 Forûma Avê ya Mezopotamyayê dest pê kir: Em xwedî li xweza û li çavkaniyên avê derkevin
12:36 Daxwaza rojnamevanan: Divê komîsyon li rojnamevanan guhdar bike
12:33 Abdullah Ocalan: Rêgeza hêviyê ji wan gava ye ku divê dewlet biavêje
12:01 Girtiyê nexwest destkelemçekirî bê tedawîkirin hate derbkirin
11:55 Tehliyeya Ardil Çeşme ya 30 sal in girtî dîsa hat astengkirin
11:54 Endamên KESK’ê yên ku xwestin biçin pêşiya Meclisê hatin dorpêçkirin
11:53 Ji Weşanxaneya Aramê 7 pirtûkên nû
11:02 Tehliyeya Nurcan Aslanê bi hinceta ‘sûcê xwe qebûl nekiriye’ hat taloqkirin
10:12 'Tirkiye vegera penaberan asteng dike'
10:11 Komîteya ku biryara DMME'yê bi Azerbaycanê da pêkanîn, çima ji bo Tirkiyeyê heman tiştî nake?
09:55 Cara 2'yemîn li Can Holdîngê oprasyon hat kirin: 26 kes hatin binçavkirin
09:54 Bijîşkê tev li otopsiya Rojîn Kabaîşê bû: Kêmasiyên di vêkolînê de pêvajo zehmet xist
09:09 Akin Bîrdal: Divê şandeyek ji komîsyonê teqez biçe Îmraliyê
09:06 Ji jinan ji bo ATK'ê: Hûn çi vedişêrin?
09:05 Tevî pêvajoya 'aştiyê' jî desthilat 'rêyên ewlehiyê' çêdike!
09:00 ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2025’AN
16/10/2025
18:59 Komxebata ziman bi dawî bû: Ji bo statuya kurdî banga seferberiyê
16:44 Meşvanên KESK’ê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin
16:20 Ji ciwanan bang: Azadiya Rêber Apo jiyanî ye
16:17 Li Siopiyayê li dijî jinekê êriş hate kirin