Xelkê Îslahiyeyê ji bo protestokirina kanên madenê rê girt
- ekolojî
- 14:16 03/4/2022
Şêniyên Taxa Altin Uzum ku li quntarê Çiyayê Amanosê ye, li dijî çêkirina kana madenê çalakiya rêgirtin li dar xist.
Şêniyên Taxa Altin Uzum ku li quntarê Çiyayê Amanosê ye, li dijî çêkirina kana madenê çalakiya rêgirtin li dar xist.
Bi hatina biharê re Taxa Amara ya Xelfetiyê bi kulîlkên biharê yên xemrî û spî xemilî. Rengîniya kulîlkan her kesê çav lê dikeve sermest dike.
Li navçeya Qilabanê heta niha 6 bendav hatine çêkirin. Tê îdiakirin ku li herêma bi navê Heftboriyan dê bendavek nû bê çêkirin, şêniyên navçeyê bertek nîşanî çêkirina bendavan dan û gotin bendav çavkaniyên avê zuwa kirine û dibe sedema krîza avê.
Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê, diyar kir ku wê hişkesalî di 2022'yan de ji bo Tirkiyeyê bibe pirsgirêkeke mezin û ev tişt got: "Bergiriya herî baş ku ji bo hişkesalî, qrîza avê û avhewayê bê girtin demildest çûna desthilata niha ye."
Îlay Kadîroglû ya vegan got: "Vegantî, awayê jiyaneke ku em îstimarkirina candarên tên hîskirin red dikin bi xwe ye. Şert û merca jiyaneka biehlaq û etîk, devjêberdana ji vê îstismarkirinê ye."
Li gundê Hesena ku li quntara Çiyayê Cûdiyê ye, bi fotokapanan dîmenên heywanên kovî yên wekî keftar, rovî û gur hatin girtin.
Meclisa Ekolojiyê ya HDK’a Îzmîrê ji bo ava Îzmîrê kampanyek da destpêkirin.
Şûreya Dewletê, îhaleya ku Miduriyeta Herêma Heftemîn a Wezareta Daristan û Çandiniyê ji bo neçîrkirina 39 pezkofiyan kiribû, betal kir.
Li navçeya Karazê, çizirandina lûleya sotemeniyê bû sedema gemarîbûna erdên çandiniyê û devê rûbaran.
Endamê Komeleya Ekolojiyê Vahat Işikli, polîtîkayên ekolojiyê yên li bajarên kurdan tên meşandin weke "qirkirin-mekan" bi nav kir û ev tişt got: "Bi destê qeyûman ji gihayan bigire heta daran, ji rêyan bigire heta malan qirkirina ekolojiyê tê hedefkirin."
Tê payin ku unîteya ewil a Santrala Nukleerê ya Akkûyûyê ku dê li Rojhilatê Behra Spî bi ava behrê bê cemidandin, di 2023'yan de bê xebitandin. Dijberên nukleerê li dijî talûkeyê ji bo xurtkirina têkoşînê bang kirin.
Varisê voreyê ra tepîya Dêrsim o ke sipî bî ûca de dîmenê sey postkartî ameyî ca.
Ji ber ava qenalîzasyonan a diherike Çemê Dicle û çopên tên avêtin, bêhna genî ji çem tê. Cizîriyan bertek nîşanî vê da û gotin: "Ev der, rûyê rast ê qeyûm e."
Li Gêxiyê bêyî ku li benda rapora ÇED'ê bê sekinandin dest bi karê madenê hat kirin. Gundî bertek nîşan dan û diyar kirin ku dê nehêlin qadên wan ên jiyanê bên talankirin.
Aktîvîstê xwezayê Yûnûs Gurbey, bertek nîşanî destûra qanûnî ya nêçîra pezkoviyan da û bang li Tirkiyeyê kir ku li gorî peymana BERN’ê tevbigere.