Şewata daristanê ya li Licê hat vemirandin
- ekolojî
- 11:31 22/9/2021
Şewata daristanê ya li gundê Hezana Licê ku duh derketibû, bi şev hat vemirandin.
Şewata daristanê ya li gundê Hezana Licê ku duh derketibû, bi şev hat vemirandin.
Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bibîr xist û got: “Ji bilî şikandina tecrîdê tu alternatîfeke me tuneye.”
Li quntarên Çiyayê Cudî ji ber sedemeke nediyar şewat derket.
Sekreterê Giştî yê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Prof. Dr. Osman Kuçukosmanoglû, anî ziman ku ji ber sistkirina tevdîran û kêmbûna aşîkirinê pêla çarem a pandemiyê dest pê kiriye û hişyar kir ku dibe ku di payizê de hejmara pêketiyan zêde bibe.
Eskeran li navçeya Licê derdora herêmên baregehên eskerî şewitandin. Li navçeya Pulurê jî eskeran, şandeya HDP’ê ku dixwest biçe cihê şewata ku di encama bombebaranê de derket, asteng kirin.
34 rêxistinên ekolojiyê yên ji bo balê bikişînin ser şewatên daristanan û piştevaniya rêxistinên ekolojiyê yên li Dersimê bikin ji Stenbolê ber bi Dersimê ve dikevin rê.
Şewata duh li Herêma Kelekê ya navçeya Licê hatibû derxistin, bi hewldana welatiyan hat vemirandin.
34 rêxistinên ekolojiyê, ragihandin ku ji bo balê bikişînin ser şewatên daristanên Dersimê wê biçin Dersimê û li dijî talankirina xwezayê bêdeng nemînin.
Li gundê Şapatan ê Şemzînanê, di encama şewata leşkeran de li herêma daristanê şewat derket.
Li Bendava Koçkopru ya di navbera 1978-1992’an de li Geliyê Zîlan hatiye çêkirin mirina masiyan zêde bûye û ev yek fikaran dide.
Cotkar Mehmet Tuzcu, diyar kir ku Çemê Goksuyê ku yek ji çavkaniyên ava Semsûrê ye û bi hişkesaliyê re têdikoşe, bi qenalan dibin Dîlokê. Tuzcu, da zanîn ku ew di bin avê de tî dimînin û got: “Ava Semsûrê didin Dîlokê û ava vexwarinê bi dorê didin gelê Semsûrê.”
Ekolojîst Yakûp Taniş, diyar kir ku qirkirina ekolojîk a li Şirnex û navçeyên wê tê kirin, ji polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê tên meşandin ne serbixwe ye û got: "Bi zanebûn xwezaya herêmê di şewitînin û talan dikin. Ji bo ku li herêmê jiyan nebîne.
Şewata ku li gundê Pîrejman ê navçeya Pîranê di encama bomberana balafirên şer de derket, 4 roj in didome.
Ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Selman Karasû, diyar kir ku şewatên daristanan bandorê li tevahiya erdnîgariya li derdora xwe dikin û ev tişt got: “Heke em hestiyeriya pêwîst daneynin holê em ê tev winda bikin.”
Şewata li navçeya Bongilanê derketibû, bi mudaxaleya şêniyên herêmê hat vemirandin