Rêgeha masîpankan ji qirêjiyê xalî nabe
- ekolojî
- 09:08 14/3/2021
Rêya masîpankan Cobara Akkopruyê ji qirêjiyê xalî nabe. Welatiyan bertek nîşan dan û diyar kirin ku hem zirar digihê masiyan hem jî digihê wan.
Rêya masîpankan Cobara Akkopruyê ji qirêjiyê xalî nabe. Welatiyan bertek nîşan dan û diyar kirin ku hem zirar digihê masiyan hem jî digihê wan.
Komeleyên Dersimiyan ên li Edene û Mêrsînê tehrîbkirina Çemê Mûnzûrê ya bi HES û bendavan şermezar kirin û wiha gotin: “Bila çem ne ji bo kar ji bo jiyanê bi herikin.”
Berdevkê Platforma Biratiya Robaran Alî Dûrsûn, diyar kir ku li warê findiqan Gîresûnê ji ber HES'an robar ziwa bûne û got: "Ji bo ji zarokên me re ava vexwarinê bimîne, divê em pêşî li ber van HES'an bigirin. Em xwedî li jiyana xwe derkevin."
Endezyarê Çandiniyê Ozer Uçer, diyar kir ku qedexeyên zozanan hilberîn û qalîteya hingiv xistine û got ku ji ber qedexeyan hilberîna hingiv ji hezar tonî daketiye 700 tonî.
Li Mêrdîn Şeyhmûs Ergînoglû yê 72 salî ku 26 sal in daran diçîne, li zeviyekî 48 donimî bi hezaran dar çandine. Apê Şêxmûs got: "Ev der ne ya min e, ya her kesî ye."
Hîndekarê Zanîngeha Bogazîçiyê Pisporê Rêvebiriya Avê Akgun Îlhan, anî ziman ku li Tirkiyeyê krîza avê ji zû de heye, lê belê heger polîtîkayên ne li gor guherandina avhewayê bidomin, dê ev yek neguhere û got: "Êdî pêdivî bi çareyên li ser asasên xwezayê heye."
Li Taxa Uçkûyûlar a navçeya Yenîşehîrê, di mehekê de bi sedan darên çamê hatibûn çandin. Lê belê şaredariyê darên hatibûn çandin di rojekê de rakirin.
Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê li Beykozê qadeke daristanî ya 111 metrekarî dabû ber îmarê. Piştevaniya Hawirdorê ya Beykozê bertek nîşanî vê da û li Stenbolê li dij betonkirina qadên daristanî têdikoşe.
Ji ber santrala nukleerê ya li Ermenîstanê li Îdirê rêjeya pençeşêrê zêde dibe. Parlementerê HDP'î Habîp Eksîk, diyar kir ku ji ber bikaranîna sotemeniyên fosîlî û ji ber ku deşt û newal dikevin ber îmarê jî, welatî hewayeke pir qirêj hildimijin.
Li taxa Seyrantepe ya Amedê şîrketek taybet bi hezaran dar kirin qurbana înşaetê. Li ser qada 140 dolim zevî bi hezaran dar ji bo înşaetê birîn.
Bi biryara serkmartiyê gelek statuya gelek zozanên Herma Behra Reş hatin guherandin. Herî dawî Robarê Firtinayê jî ket ber îstimlaqkirin. Ekolojîst Cemîl Aksû got: "Bi awayekî aşkere zemîna cinayetê tê amadekirin."
Li Mezîtliyê tê xwestin ku nêzî 60 hezar darên narinciyê bên birîn. Serokê Şaxa Tarim Orkam-Sen a Mêrsînê Omer Ozden, ji bo xelaskirina van daran bang li rêxistinên civaka sivîl û xwezahezan kir.
Piştî biryarnameya Serokomariyê, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê biryar girt ku li Navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê, li şûna 60 hezar dar qada sîteya senayiyê veke. Xwediyên zevî û baxçeyan bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku dixwazin van zeviyên bi bereket bikin qurbana rantê. Meclîsa MHP'ê jî li projeyê xwedî derket.
Parlementera HDP'î Ayşe Surucu, destnîşan kir ku polîtîkayên çandiniyê yên îqtidarê tu hêz û quwetê li cotkaran zêde nake û got: "Em bi tovên ku em hildiberînin çandiniyê bikin, em bi xwe tevdîrên xwe bigirin. Em li dor nirxên xwe yên çandiniyê bibin xelek, em hilberînê bidomînin."
Rêxistinên hawirdorê bal kişandin ser teqîna li înşeata Santrala Nukleerê ya Akkûyûyê û destnîşan kirin ku ev nîşaneya ku dê di pêşerojê de bibe cihê felaketeke mezin. Hawirdorparêzan xwest projeya heyî bê rawestandin.