Nobeta Çiyayê Kazê di roja 70’iyan de ye: Projeyê rawestîn in
- ekolojî
- 13:56 03/10/2019
“Nobeta Av û Wijdanê” ya li Çiyayê Kazê di roja 70’iyan de dewam kir. Dildaran, daxwaza ya rawestandina jêkirina daran û projeyê nû kirin.
“Nobeta Av û Wijdanê” ya li Çiyayê Kazê di roja 70’iyan de dewam kir. Dildaran, daxwaza ya rawestandina jêkirina daran û projeyê nû kirin.
Bendava Ilisûyê ku dê Heskîfa xwedî dîrokeke 12 hezar salî di bin avê de bihêle, dê tesîrê li hespên kûvî yên li herêmê jî bike.
Li Bodrûmê, ji bo tunela ku hat diyarkirin wê 20 kîlometre be, qadeke daristanî ya 5 milyon metrekare dewrî xezîneyê hatiye kirin. Ekolojîst Mîr Bahattîn Demîr, got bêhn li navçeyê hatiye çikandin.
Li gundê Ambarê ku jîngeheke 10 hezar sal berê derketibû holê, xebatên ji bo kolandinê bêhis û pis tên kirin û piştî Bendava Ambarê av bigire wê ev jîngeha dîrokî jî wekî Heskîfê di bin avê de bimîne.
Berdevkê Platforma Çand û Derdorê ya Foça Bahadir Dogruturk, diyar kir ku li hewzeya Gedîzê di hefteyek dawî de masî zêde dimirin û wiha got: "Divê bi lez tedbîr bên girtin. Ger tedbîr neyên girtin, îro masî dimirin sibê wê mirov bimirin."
Nobeta li Çiyayê Kazê 2 mehên xwe tije kirin. Çalakgeran li dijî projeya madenê ya zêr daxwaznameyên giliyê nivîsandin.
Li navçeya Pulurê ji bo fînansmana tesîsa parzînê 36 sazî hatin gel hev. Şaredara Mûstafa Sarigul jş, ji bo xweza û avê xwest her kes destekê bide vê projeyê.
Li Mêrsînê, welatiyan diyar kirin ku ew li Akkûyûyê santrala nukleerî naxwazin û gotin, divê dewlet berê xwe bide çavkaniyên enerjiyê yên venûker.
Welatiyên ku dê ji ber Bendava Ilisûyê gundên wan di bin avê de bimînin, diyar kirin ku bav û kalên wan ji bo avê hatine Dîcleyê û gotin, niha jî ji ber avê bê mal û war dimînin.
Înîsiyatîfa Kavaklikê ragihand ku ji ber çalakiya xwedî derketina wargeha KYK’ê ya ODTU’yê polîsan bang li 11 kesan kiriye ku biçin îfade bidin.
Nobeta Av û Wijdanê” ya li Çiyayên Kazê ku li dijî xebatên lêgerîna zêr dest pê kir di roja 52’yan de dewam kir. Dildarên nobetê di meşa xwe ya îro de silav ji Heskîf û Mûnzûrê re şandin û strana “Ji bo Heskîfê em dest bidin hev” gotin.
Li Mêrdînê yek ji deverên ku herî zêde turîstên biyanî û xwecihî berê xwe didinê Ava Spî ye. Welatiyên diçin Ava Spî, bilêv dikin ku ew bêhna xwe vedidin û stresa wan kêm dibe.
“Nobeta Av û Wijdanê” ya li Çiyayên Kazê ku li dijî xebatên lêgerîna zêr dest pê kir di roja 47’an de dewam kir.
Parêzvanên jiyana xwezayî ku bertek nîşanî xebatên texrîbkirinê yên li Çiyayên Qazî dan, destnîşan kirin ku divê ji Heskîfê heta Çiyayên Qazî pira piştevaniyê bê avakirin.
Nobeta Av û Wijdan a li dijî talankirina Çiyayê Kazê di roja 44'an de berdewam kir. Welatiyan diyar kirin ku heta şîrket destê xwe ji talankirina xwezayê vekişînin wê çalakiya xwe berdewam birin. Li Stenbolê jî Înîsiyatifa Piştevaniya Xwezayê ya Esenyurtê, bi armanca balê bikişînin ser talankirina xwezayê li qada bajar belavok belav kirin.