ÎHD: Tehliyeya 313 girtiyan hate astengkirin, bila rêzikname bê betalkirin

  • rojane
  • 14:31 28 Tebax 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD’ê da zanîn ku ji sala 2021’an heta niha Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê tehliyeya 313 girtiyan asteng kiriye û xwest ku ev rêziknameya li dijî Destûra Bingehîn bên betalkirin. 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li gelek bajaran daxuyanî da û bertek nîşanî taloqkirina tehliyeya girtiyan ji hêla Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ve da. Komîsyona Girtîgehên Navendî ya ÎHD’ê têkildarî girtiyên tehliyeya wan ji hêla Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ve hatine astengkirin, li Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da. Pankarta “Bila lijneyên rêveberî û çavdêriyê yên tehliyeya girtiyan taloq dikin bên betalkirin” hatibû vekirin. 
 
‘DOZGER SEROKATIYA LIJNEYÊ DIKE’ 
 
Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Faruk Yazici di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku lijneya behsa xeberê her 6 mehan carekê derheqê girtiyan de nirxandina “başhalî”yê dike û wiha domand: “Li gorî fikraya sêyemîn a xala 89’an a Qanûna Hejmar 5275’ê,  serdozgerê komarê yan jî dozgerekê ji hêla wî ve hatiye destnîşankirin dikare serokatiya lijneyê bike. Di vê lijneyê de midûrê saziyê, midûrê duyemîn ê ji çavdêrî û dabeşkirinê berpirsyar, karmendê îdareyê, bijîşkê girtîgehê, psîkiyatrîst, psîkologek û personeleke li servîsa alîkariya psiko-sosyalê, mamoste, serkarmendê girtîgehê û peywirdarekê ji hêla midûrê saziyê ve hatiye hilbijartin cih digirin.” 
 
‘RÊZIKNAME LI DIJÎ DESTÛRA BINGEHÎN E’ 
 
Yazici, diyar kir ku rêzikname ji sala 2021’an ve kete meriyetê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev lijneye hem li dijî Destûra Bingehîn û hem jî li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ne. Navenda Giştî ya ÎHD’ê di 12’ê kanûna sala 2020’an de ji bo betalkirina ‘Rêziknameya têkildarî Navendên Çavdêrî û Dabeşkirinê û Nirxandina Girtiyan de’ serî li Dadgeha Bilind da. Lê belê heta niha jî derheqê vê dozê de tu biryar nehatine dayîn.” 
 
‘BERDANA 313 GIRTIYAN HATE ASTENGKIRIN’
 
Bi domdarî Yazici got ku girtiyên tehliyeya wan hatiye taloqkirin, parêzer û malbatên wan ji ber biryarên Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê gelek serlêdan kirine û ev tişt anî ziman: “Weke ÎHD’ê bi qasî me tespît kirine, ji destpêka sala 2021’an ku rêzikname ketibû meriyetê heta niha herî kêm tehliyeya 313 girtiyan hatiye taloqkirin. Tehliyeya van girtiyan ne tenê carekê lê gelek caran di navbera 6 û 3 mehan de hatine taloqkirin. Heta tehliyeyên hinek girtiyên dikevin nava koma girtiyan hêj tê astengkirin. Her wiha bi qasî ku me tespît kiriye, ji van girtiyan 48 jê piştî ku tehliyeya wan gelek caran hatiye dirêjkirin hatine berdan. Ji van girtiyên tehliyeya wan hatiye astengkirin 88 jê girtiyên nexweş in û di lîsteya me ya girtiyên nexweş de cih digirin. Ji van girtiyên nexweş 42 jê nexweşiyên wan giran in. Girtiyê nexweş Hayrettîn Yilmaz ku sala ewil a sepandina rêziknameyê de tehliyeya wî hatibû astengkirin, ji ber nexweşiyên xwe li girtîgehê jiyana xwe ji dest da.” 
 
‘BILA BÊ BETALKIRIN’
 
Têkildarî mijarê şaxên ÎHD’ê yên Amed, Wan, Stenbol, Êlih, Dêrsim, Colemêrg, Riha, Şirnex, Mêrsîn, Mêrdîn, Edene, Antalya, Îskenderûn û Îzmîrê jî li avahiyên xwe daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hat gotin ku bi taloqkirina tehliyeya girtiyên nexweş re mafê hêviyê ji holê tê rakirin û bandoreke neyînî li malbatan tê kirin. Bi domdarî wiha hate gotin: “Bila Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê yên ku azadiya girtiyan asteng dike bên betalkirin û girtiyên ku şertên wan ên berdana bi kontrola edlî ava bûne tavilê bên berdan.” 
 

Sernavên din

01/09/2023
19:02 Ûçar: Di şexsê birêz Ocalan de hewl didin tevahiya gelê kurd tecrîd bikin, dê bi ser nekevin
17:02 Ozturk: Bi destê aştiyê yê birêz Ocalan bigirin
16:40 Dorpêça li ser gundê Çamiliyê didome
16:28 Emîne Şenyaşar: Dewlet çima kujeran diparêze?
16:10 Ji baroyan daxuyaniya vekirina sala edlî: Bila pirsgirêka kurd were çareserkirin
15:58 ‘Dewlet dixwaze ku ser doza Mehmet Sîncar bigire’
15:45 Hestiyên Ûzûn di nava qûtiyekî de teslîmî malbatê kirin
15:26 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê: Dest ji polîtîkayên tecrîdkirina aştiyê berdin
14:16 Zarokê ku wesayita zirxî lêxistibû travmaya serî derbas kiriye
13:28 Li Colemêrgê ji bo veguhestinê zem hate kirin
13:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Turan çalakî li dar xist
13:04 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
12:59 Di mehekê de 51 caran êrişî 33 herêmên Efrîn û Şehbayê kirin
12:17 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê xweîfadekirinê di bin zexteke mezin de ye
12:09 Ji ber e-Reçeteyê derbarê Fahrettîn Koca de gilî hat kirin
11:36 Li Efxanistanê 3 rojnameger hatin berdan
10:54 Amed ji bo mitînga aştiyê ya 1’ê Îlonê amade ye
10:32 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin: 4 zarok hatin qetilkirin
10:30 Ciwanê ku ji aliyê polîsan ve hatibû revandin: Nikarin me bitirsînin
10:02 ‘Bedela wê çi dibe bila bibe jin bi biryar in ku tecrîdê rakin’
09:34 'Divê partiyên Rojhilat bi PJAK'ê re tifaqê çêbikin'
09:04 Berdevkê Hewldana 78’iyan Can: Li dijî zextan mafê herî mezin berxwedan e
09:04 Ji Rûbarê Nerdûşê komir diherike!
09:03 Rêxistinên ciwanan ên kurd: Em jiyaneke bê Ocalan qebûl nakin
09:02 ‘Li girtîgehan li dijî zextan berxwedaneke bêhempa heye'
09:01 Li Feraşînê ne aramî lê dorpêç heye!
09:01 'Sedema krîza aborî polîtikayên dewletê yên şer in'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:16 Li mala ku bi çekên giran hat guleberankirin 2 kesan jiyana xwe ji dest da
31/08/2023
19:05 Parlementeran gel vexwend mitînga 1’ê Îlonê
16:48 Ji Malbata Şenyaşar re dîsa gotin: Wezîr ne li vir e!
15:39 Li Şirnexê wesayîta zirxî li zarokekî xist: Rewşa zarokî giran e
15:32 Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can hat binçavkirin
15:20 Li Mêrdînê welatiyek di êrişa çekdarî de hat kuştin
15:00 Zema dê ji bo mûçeyên kedkarên cemaweriyê were kirin diyar bû
14:51 KESK: Em li dijî TÎS’ê têbikoşin
14:24 ‘Em dixwazin Girtîgeha Amedê bibe Muzeya Mafên Mirovan’
14:10 Turan li bajarê xwe bi girseyî hate oxirkirin
13:37 Li Wanê ji bo daxuyaniya 1’ê Îlonê bang hat kirin
13:36 Li Meletiyê êrişî karkeran hat kirin: 3 karker birîndar bûn
13:22 Çîrokên windakiriyan li kolanên Stenbolê ne
12:58 Li Datçayê erdhej çêbû
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:54 Ji bo rojnamegerên girtî qertên 1’ê Îlonê hatin şandin
12:10 Di encama êrişên mehek dawî de li ser Eyn Îsayê: 4 kes hatin kuştin
12:09 Endama Tevna Parastina Jinan Denîz Onen hat binçavkirin
11:43 ‘Heya aştî were em ê têbikoşin’
11:19 Unsal ji Partiya DEVA’yê îstîfa kir
11:13 Şêniyên Taxa Febrîqeyê: Qeyûm bi darê zorê malên me diherifîne
11:02 Încî: Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê weke qadek siyasî tevdigere
11:01 Demîr: Em ê plana îmarê ya qeyûmê Êlihê bibin Dadgeha Îdareyê
10:29 Jin naxwazin Asim Sûltanoglû li Rihayê be!
10:15 Parêzer Çakas: Li hundir û li derve mirov tên zindanîkirin
09:59 Cenazeyê Turan ji bo definkirinê dibin Mêrdînê
09:51 Cotkarên ku garis çandine: Heke çareserî neyê peydakirin em ê dest ji cotkariyê berdin
09:50 Derheqê Kurdistana Sor de belgeyeke nû: Çavdêriyên Pçelîna
09:06 Dayikên Aştiyê: Li Rojhilata Navîn mifteya aştiyê Abdullah Ocalan e
09:05 Di 64 saliya xwe de hînî xwendin û nivîsandina kurdî bû: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:04 Avahiya pirxesardîtî nayê hilweşandin!
09:04 Ji ciwanan tûrnûvaya fûtbolê: Roja dawî 3'yê Îlonê ye
09:03 Qeyûm beriya hilbijartinê mal û milkên şaredariyê da ber firotinê
09:02 Ji baregehên leşkeriyê re rêyên asfaltkirî, ji gel re jî rêyên xerabe!
09:02 Ehmed Xoceyê PYD'î: Şoreşa Rojava destkêftiyên kurdan mîsoger dike
09:00 ROJEVA 31’Ê TEBAXA 2023’YAN
08:24 Li gundê Çamîlî operasyona leşkerî: Xaniyek hat gulebarankirin
00:27 Cenazeyê Tûran ê bi saetan hat sekinandin gihîşt Amedê
30/08/2023
16:35 Operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ didome: Bi dehan DAIŞ’î û tiryakfiroş hatin girtin
16:19 Malbata Turan cenaze wergirt û ber bi Mêrdînê ve bi rê ket
16:01 Li Îranê aktîvîstên hatin girtin bi tacîzê re rû bi rû man e
15:27 Hunermendê ku ferzkirina dersokê protesto kirî hate girtin
15:10 Girtiyê nexweş Ormanli hate berdan
13:41 Til Temir bi çekên giran hate bombebarankirin
12:34 Rapora 'pêwîstî bi taloqkirina ceza nîne' dane Turan ê jiyana xwe ji dest da
11:46 Jinan banga 1'ê Îlonê kir: Em biherikin Qada Îstasyonê
11:45 Hunermendê li dijî ferzkirina girêdana dersokê derketî hate binçavkirin
11:40 Dadgeha Îranê cezayê hepsê û qamçiyan li 5 welatiyên kurd birî
11:34 Berteka li dijî projeya wezaretê: Divê Girtîgeha Amedê weke ‘mekana hafizeyê’ bimîne
11:14 Kirkazak: Divê li dijî Lozanê peymaneke civakî were çêkirin
11:11 Parêzeran serî li CPT'yê dan: Dibe sibê dereng be, bi lez û bez serdana Îmraliyê bike
10:54 Baran: Heke paradîgmaya Ocalan di hiş û jiyana me de be wê tecrîd pûç bibe
10:54 Li Gabonê leşkeran dest danîn ser rêveberiya welêt
10:37 Girtiyê nexweş Şakîr Turan jiyana xwe ji dest da
10:21 Altan: Çareserkirina meseleya kurd hevtayê komara demokratîk e
10:14 Şaredarê AKP'yî ku hatiye tayînkirin şaredariyê xistiye bin deynan
09:53 Bi Emîne Şenyaşar re rojek: Di her kêliya jiyana wan de edalet heye
09:40 Banga ji bo rakirina tecrîdê: Her kes berpirsiyar e
09:19 Bi awayekî kelemçekirî birin nexweşxaneyê lê nehat dermankirin
09:18 Ji ber navê dozger der barê parêzer Aktar de îdianame hat amadekirin
09:02 Teqemeniyên di çêkirina avahiyan de tên bikaranîn dibin cihê xetereyeke mezin!
09:02 'Tirkiye ji PDK'ê xwestiye ku şerê li hemberî PKK'ê bi awayekî fermî îlan bike'
09:01 'Hişmendiya tunehesibandina kurdî ev sed sal in neguheriye"
09:00 ROJEVA 30’YÊ TEBAXA 2023’YAN
29/08/2023
21:57 Leşkerek mir
20:02 Ji koçerên li Farqînê hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin
18:09 Li herêma Omeriyan operasyona leşkerî
17:26 Cenazeyê Koç nedan malbatê
16:52 TIR a wergeriyayî Rêya Armûşê ji trafîkê re girt
16:47 Wezîrê Dadê nexwest bi Emîne Şenyaşar re hevdîtinê bike
16:22 Rêxistinên elewiyan bertek nîşanî ‘pîrên mûçe werdigirin’ dan
16:04 Cezakirina Celalettîn Can hat şermezarkirin