NAVENDA NÛÇEYAN- Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş ên li Stenbol û Enqereyê hatin lidarxistin de daxwaza berdana Onder Poyraz û Cemîl Îvrendi hat kirin.
Parêzvanên mafên mirovan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş çalakiyên xwe didomînin. Li Stenbol û Enqereyê bang ji bo berdana girtiyên nexweş hat kirin.
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê 703'yemîn çalakiya "Rûniştina F" li dar xist. Di çalakiyê de rewşa girtiyê nexweş ê giran Onder Poyraz ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 a Dûmlû ya Erziromê tê girtin, hat destnîşankirin. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Dermankirin maf e, nayê astengkirin" û "Bila girtiyê nexweş Onder Poyraz bê berdan" hatin vekirin. Her wiha wêneyên girtiyên nexweş jî hatin hilgirtin.
Endamê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nazim Dikbaş diyar kir ku bi Poyraz re nexweşiya giran a mîdeyê û gurçikan heyeû ji ber platîn a ku di pişta wî de hatiye danîn êşê dikişîne. Dikbaç bilêv kir ku Poyraz bi temamî nikare destê xwe yê rastê bi kar bîne û bi sandelyeya biteker tevdigere û got ku ji ber nexweşîna mîdeyê nikare pir xwarinê bixwe û gurçikek wî jî xera bûye.
Dikbaş tiştên ku dayika Poyraz ragihandina parve kir: "Rewşa kurê min xirabtir bûye. Dermankirina wî dereng dikeve û nexweşiya wî pêş dikeve. Ji ber felcê, ew qet nikare dest û tiliyên xwe bi kar bîne. Dema ku demarên destê wî yê rastê xitimîn, ew neçar man ku wî bibin nexweşxaneyê. Tenê wê demê MRI ya milê wî hat kişandin. Lêbelê, piştî mudaxeleya destpêkê, ew ji bo dermankirinê an kontrolê nebirine nexweşxaneyê. Nexweşiyên Onder li seranserê laşê wî belav bûne. Destê wî yê rastê mabû û ew jî çûye. Ew bi kursiya biteker ve girêdayî ye. Êdî ne mimkûn e ku ew di vê rewşê de di girtîgehê de bimîne. Ger ew nikaribin wî derman bikin, bila wî berdin; em ê bi xwe wî derman bikin. Ez dixwazim ku ew demildest bê berdan."
Dikbaş ji bo parastina mafê tenduristiyê û jiyanê yê Poyraz û hemû girtiyên nexweş banga hestiyariyê kir.
ENQERE
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di çalakiya xwe ya 575'emîn de li kolana Sakarya ya navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e nayê asteng kirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hat hilgirtin. Her wiha girseyê bênavber dirûşmeyên,”Tecrîd îşkence ye bila bi dawî bibe” û “Ji girtiyên nexweş re azadî” berz kirin.
Metna daxuyaniyê ji aliye rêveberê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Bariş Barişik ve hat xwendin. Bariş Barişik bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî yê ku di girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tê girtin.
Barişik diyar kir ku Cemîl Îvrendî yê 61 salî tevî nexweşiyan jî zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de e û ev tişt gotin: "Cemîl Îvrendî bi nexweşiya kêmasiya dil, tansiyona bilind, kolesterol bilind û çar nexweşiyên wî yên kronîk ên giran hene. Ji ber şert û mercên girtîgehê tedawiya wî bi rêk û pêk nabe. Cemîl Îvrendî 12 caran hatiye ameliyatkirin. Ev jî rewşa ne baş a pergala tenduristiyê ya Tirkiyeyê nîşan dide. Înfaza Cemîl Îvrendî zêdetirî 2 sal in tê astengkirin. Wî 4 caran sewqî ATKê kirin, raporên wî nehatine erêkirin û rêveberiya girtîgehê jî gotiyê ‘Divê di girtîgehê de bimîne.’ Ev rapor, li dijî standardên mafên mirovan ên navneteweyî ne. Tevî ku dîroka berdana Cemîl Îvrendî derbas bû ye jî ji aliyê Lîjneya Çavderiya Rêveber ve 6 mehan hatiye taloqkirin. Raporên Cemîl Îvrendî divê bi lez ji bo ATKê bên şandin, tetkîk û dermankirinên wî bêne kirin. Divê girtîgeh nebin cihê mirina girtiyên nexweş û ji bo dermankirinê divê girtiyên nexweş bên berdan. Divê raya giştî li hemberî vê pirsgirêkê, bi hestyarî tev bigere.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.