STENBOL - Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk anî ziman ku divê destholat banga "wekheviyê" ya ji bo êrişên li ser Filistînê ji bo Bakur û Rojhilatê SÛriyeyê jî bike û got ku wekî meseleya Filistînê divê meseleya kurdan jî esas bê girtin.
Hamasê di 7'ê Cotmehê de bi navê "Tofana Aksayê" êriş bir ser Îsraîlê. Piştî vê Îsraîlê jî dest bi êrişan kir. Di êrişên Îsraîlê de 2 hezar jê zarok û jin herî kêm 6 hezar sivîl jiyana xwe ji dest dan. Li gel vê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî didomin. Tirkiye di van êrişan de binesaziya herêmê, qadên jiyanê û sivîlan hedef digire. Lê hêjayî gotinê ye ku Tirkiye hem êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hem jî ji bo di navbera ÎSraîl û Filistînê de agirbest çêbibe pêşniyaza "garantoriyê" dike. Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Hakan Ozturk şerê Îsraîl-Filistînê û polîtîkaya ku Tirkiye esas digire nirxand.
Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk
BANDORÊN TEVGERÊN ÎSLAMÎ
Ozturk diyar kir ku li cîhanê tevgerên îslamî bi bandor bûne û ev yek li Filistînê wekî Hamasê xwe dane der û got ku êrişên Hamasê darbeyeke li doza rewa ya Filistînê. Ozturk wiha domand: "Hamas kir ku têkoşîna Filistînê wekî nihîlîzmê bê dîtin. Lê li gel vê jî meseleyeke cidî ya Filistînê heye. Mirovên li Filistînê xwe wekî neteweyekê didin der. Û wekî neteweyekê jî mafên xwe derpêş dikin. Ji bo pêkanîna vê jî têdikoşin. Ev ne ew tişt e ku 'Her tişt baş bû lê ev ji ku derket.' Lê bi piranî li Rojhilata Navîn meseleya Filistînê tê jibîrkirin. Îsraîl wekî ew û hemû dewletên cîhanê lihevhatî ne xwe dide der. Bi her kesî re behsa aştiyê dike, lê li hemberî Filistînan behsa tiştekî din dike. Ev di 7'ê Cotmehê de derneket holê. Ev meseleyeke sedsalî ye. Her wiha meseleyeke ku hem li demê hem jî li herêmê belav bûye. Lewma divê em bifikirin ku em bi meseleyekê re rû bi rû ne û divê em wê çawa çareser bikin."
DI TÊKOŞÎNÊ DE CUDATIYA ÇEPGIRYÊ
Ozturk anî ziman ku xeta bîrdozî ya Hamasê êrişên li dijî sivlan esas nagire û wiha pê de çû: "Em li vir bi awayekî dîrokî vî tiştî dibînin: Heya niha hem li Filistînê hem jî li cîhanê tevgerên neteweyî yên çepgir ferqeke mezin dane der. Çepgirî biratiya gelan û herî dawî jî têkiliya xwegihandina aştiyê esas dgire. ŞLewma cudatiya di navbera têkoşîneke çepgir û ya neçepgir de li vir derdikeve holê."
MESELEYA KURD Û NETEW-DEWLET
Ozturk destnîşan kir ku Tirkiye bi awayekî "demkî" û "diserre" nêzî mezeleya kurdan dibe û got ku lê bi awayekî cuda li meseleya Filistînê mêze dike. Ozturk bibîr xist ku piştî belavbûna Osmaniyan pergala "netew-dewletê ya Tirk" hatiye avakirin û meseleya kurd jî di vê demê de derketiye holê. Ozturk wiha domand: "Di vî warî de divê em bifikirin qey pirsgirêkeke ku tevgera kurd bilêv bike tune ye? Ev mesele, ew mesele ye ku em wê û meseleya Filistînê bidin ber hev. JI ber ku li gelek deverên cîhanê sînor guherîn, meseleyeke nasnameyê û netewbûnê heye. Lewma niha nîqaşkirina meseleya Filistînê, dikare bi meseleya kurdan re bê danberhevkirin. Axirê tevgera kurd jî di têkoşîna xwe de dibêje 'armanca min ziman e, ez statuyê dixwazimç' Û meseleyekê tîne zimên. Em çawa li ser meseleya Filistînê bisekinin, divê em bi heman awayî li ser meseleya kurdan jî bisekinin. Divê em hemû hêlên paşguhkirî yên meselya kurdan derxin holê."
NÊZÎKATIYÊN JI BO FILISTÎN Û ROJAVAYÊ'
Ozturk destnîşan kir ku çendî li Filistînê isvîl jiyana xwe ji dest dane jî desthilatê banga "wekehviyê" kiriye û got: "Rayedarên Tirkiyeyê, di meseleya kurdan û Rojavayê de çima ji xwe re nabêjin 'Em fewrî tevngerin, em bi wekhevî tevbigerin û çareseriyê esas bigirin.' Di dema pêvajoya çareseriyê de hikûmeta AKP'ê vê yekê got. Yanî dikarin van tiştan bibêjin. Mirov dikare li nêzîkatiya Erdogan ya wê demê mêze bike. RAyedarên Tirkiyeyê madem dibêjin 'em ferî tevnegerin', nexwe divê ji bo meseleyên din jî nebêjin 'em ê şevekê ji nişka ve bên.' LI vir îhtimaleke tundiyê tê derpêçkirin."
MA / Omer Îbrahîmoglû