AMED - Rêveberên saziyên ku deklarasyona “Ji niha ve ber bi dahatûyê ve banga azadiyê” îmze kirin, dan zanîn ku ji bo pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navîn bên çareserkirin, pêdivî bi paradîgmaya Ocalan heye ku bikeve dewrê.
Piştî banga aştiyê ya 28’ê cotmehê ku li Stenbolê ji aliyê 78 kesên ku di nav wan de siyasetmedar, rojnamevan, rewşenbîr û hunermend jî hene, li Amedê nêzî 200 rêxistinên siyasî û sivîl bi sernavê “Ji niha ve ber bi dahatûyê ve banga azadiyê” di 29’ê cotmehê de deklarasyonek eşkere kirin û banga aştî û azadiyê kirin. Nûnerên saziyên ku deklarasyonê îmze kirine, dan zanîn ku ji bo aştî û azadiyê divê demildest tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin.
‘PARADÎGMAYA OCALAN MIFTEYA ÇARESERIYÊ YE’
Yek ji van saziyên ku deklarasyonê îmze kiriye Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) e. Hevserokê Rêxistina HEDEP’ê yê Amedê Abbas Şahîn têkildarî deklarasyonê got ku divê li dîroka weşandina deklarasyonê bê nêrîn ku di rojek girîng de weşandine. Şahîn anî ziman ku dîrokê nîşanê wan da ku paradîgmaya Abdullah Ocalan mifteya çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn e ku bi taybetî ev sed sal in bê çareserî hatine hiştin. Şahîn diyar kir ku ji bo ku Rojhilata Navîn di nava aştiyê de bijî divê sînorên tundiyê bên rakirin û wiha got: “Ev yek jîbi konfederalîzma demokratîk pêkan e. Dema em zerarên netew dewletan ê li gelan kirî dibînin, yekane sedema ku Rojhilata Navîn bûye gola xwînê netew-dewlet in. Bi taybetî dema ku me li paradîgmaya Birêz Ocalan nêrî, me dît ku çareseriya pirsgirêkên pir giran jî dihewîne. Me got paradîgmaya birêz Ocalan ji bo hemû gelan derbasdar e. Ji bo çareseriya pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn heta niha ti pêşniyar nehatine kirin.”
‘OPERASYONÊN LEŞKERÎ BÛ SEDEMA MIRINA BI HEZARAN KES’
Şahîn da zanîn ku bi nêzîkatiyên ewlekarî û operasyonên leşkerî yên didomin, pêvajoyek ku bû sedema mirina bi hezaran, milyonan mirovan qewimî. Şahîn destnîşan kir ku ji bo ji holê rakirina vê pêvajoyê projeyek şênber pêwîst e û ev tişt got: “Ev jî paradîgmaya konfederalîzma demokratîk e ku birêz Ocalan daye pêş mimkûn e. Bi taybetî ji ber ku desthilatdarên welat vê yekê bi zelalî dibînin, ev 2 sal û nîv in li ser birêz Ocalan polîtîkaya tecrîda girankirî dimeşînin. Divê ev tecrîd di zûtirîn demê de were rakirin û divê pirsgirêk jî bi muxatabên xwe re bên çareserkirin. Ji ber ku di navbera salên 2013-15’an de pêvajoyeke çareseriyê hebû û dema em bi perspektîfa gelên herêmê, kurd û tirkan lê dinêrin, ev pêvajo encamên gelekî micid bi xwe re anî. Me dît ku rehetbûnek gelek mezin çêbû. Dîrokê nîşanî me daye ku çareseriya pirsgirêkan bi rastî pir hêsan e.”
‘XWÎN BI XWÎNÊ NAYÊ ŞÛŞTIN’
Dayika Aştiyê Muşeher Ulker jî têkildarî deklarasyonê axivî û da zanîn ku ev deklarasyon ji bo aştiyê, wekheviyê, yekitiya kurdan û azadkirina Ocalan ku ev çend sal in hevdîtin gel nayên kirin, gavek e. Ulker diyar kir ku ev deklarasyon gaveka pêşî lêgirtina ji bo şerê gemar ku li ser kurdan tê meşandin û qetlîamên li Rojava tên kirine ye û got: “Êriş li Rojava kirin û 3 roj ser de derbas nebûn, êriş li Filistînê jî kirin. Ango gemariya wan bi hev re dimeşe. Ji xwe re dibêjin misilman, gelo ez dipirsim ma Rojava jî ne misilman e? Zarokên li Rojava ne misilman bûn? Ev deklerasyon yekemîn ji bo vê yekê bû ku em yekitiyekê çêbikin. Xwîn bi xwînê nayê şûştin. Divê em destê xwe bidin destê hev û aştiyeke mayînde ava bikin. Heke aştiyek çênebe wê gelek dilê dayîkan bê şewitandin. Hema bêje her roj cenazeyên xortên kurdan li ser dayikan de tên. Em vê yekê naxwazin, armanca vê deklarasyonê jî ev e.”
‘OCALAN AZAD NEBE EM JÎ AZAD NABIN’
Ulker da zanîn ku mifteya aştiyê Ocalan e û got: “Divê ew azad bibe.” Ulker bi lêv kir ku herî dawî jî hat zanîn ku cezayê dîsiplînê li Ocalan hatiye birîn û wiha axivî: “Mirov çawa cezayê dîsîplînê dide serokê kurdan, ji bo min pir ecêp tê. Banga min ev e ku dewamiya vê deklerasyonê bê. Ji niha şûn de jî ez li ser navê dayikan û li ser navê xwe dibêjim ku sekinîn ji me re tune ye. Em ê heta ku ji destê me bê ji bo Birêz Ocalan bimeşin. Ew çi bikin bila bikin lê dê dayik vê dozê bimeşîne. Divê kurd nebêjin tecrîd tenê li ser birêz Ocalan e, tecrîd li ser hemû gelê kurd e. Em bi tecrîda li ser birêz Ocalan diêşin, lê em dizanin ku ew ji birêz Ocalan ditirsin, lewma vê tecrîdê berdewam dikin. Heta dawiyê dê birêz Ocalan jî, em jî ber xwe bidin. Serkeftin ya gelê kurd e. Ez bang li gelê kurd jî dikim, divê em destê hev bigirin. Dem dema aştiyê ye. Heke Ocalan azad nebe, em jî azad nabin. Divê em vê yekê baş bizanin.”
JI BO PÊVAJOYEKE NÛ BANG KIR
Hevserokê Federasyona Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat jî bal kişand ser krîza û aloziyên li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn û got ku ew sedema kaos û krîza aborî ya li Tirkiyeyê bi neçareserkirina pirsgirêka kurd ve girê didin. Canpolat, anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û wiha berdewam kir: “Tecrîd dibe sedem ku gelek tişt bên astengkirin. Rewşa pêvajoya aştiyê di bîra me de ye. Birêz Ocalan gotibû ku ew dikarin di nava hefteyekê de şerê çekdarî li Tirkiyê bi dawî bikin. Ger derfet jê re bê dayîn dikare vî karî bike û em alîgirê dayîna firsendê ne. Beriya her tiştî ji bo rê li ber vê yekê bê vekirin divê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li girtîgehê bê rakirin. Divê tecrîd bê rakirin ku pêvajoya aştiyê careke din zindî bibe. Banga me ji raya giştî ya Tirkiyeyê û gelê me re destpêkirina pêvajoyeke nû ye.
‘AGAHIYEK JI ÎMRALIYÊ BÊ, DÊ BIBE SEDEMA REHETIYÊ’
Canpolat diyar kir ku gelek aliyên tecrîdê hene û bandorê li civakê dike û bi bîr xist ku 32 meh in destûr nadin ku Ocalan malbat û parêzerên xwe bibîne. Canpolat bi lêv kir ku kes nizane li wir çi diqewime û rewşa wî çawa ye. Canpolat anî ziman ku ew dizanin ku peyama ji wir tê wê rehetiyek derûnî û siyasî bide civakê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin raya giştî ji vê yekê haydar be. Em di vê baweriyê de ne ku bangek, gotinek û geşedanek ji wir tê dikare di her wateyê de bibe sedema rehetiyê. Li Tirkiye û Rojhilata Navîn aktorekî girîng e. Ji ber vê yekê beriya her tiştî bangek me ji hikûmetê heye. Bila destûr bê dayîn ku bi malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne, ev mafekî mirovî ye. Di warê siyasî de jî divê bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne da ku nêrîn û ramanên xwe bi raya giştî re parve bike. Em dixwazin Tirkiye hiqûqa xwe bi cih bîne. Em dixwazin raya giştî hestiyar be û hikûmet jî pergala hiqûqî ya ku li Tirkiyeyê heye pêk bîne. Em dixwazin di girtîgehan de mafên herî bingehîn bidin wî jî.
MA / Bazîd Evren - Eylem Akdag