SÊRT - Newala Qesaba ya li Sêrtê wek cihê gorên komî tê zanîn. Malbata Emîn Sarik ê ku tu gotin li wir hatiye veşartin, xwe amade dike ku bi daxwaza tespîta cenaze li wê deverê kolandin bê kirin. Malbatê bang li şahidên wê demê kir ku xwe bigihînin wan.
Li Sêrtê Newala Qesaba ji sala 1915’an vir ve wek cihên gorên komî tê zanîn. Di salên 1915’an de cenazeyên ermenî û keldaniyên ku bi komî hatine qetilkirin li wir hatine veşartin. Ji salên 1980’î û 90’î vir ve jî cenazeyên kurdan li wir bi komî hatine veşartin. Ev Newal Qesaba qet jî bîra kurdan derneketiye û bûye mijara gelek pirtûk, stran û fîlman. Kesên di cînayetên faîl nediyar de hatin qetilkirin û endamên PKK’ê ku di şer de jiyana xwe ji dest dane li Newala Qesaba hatine veşartin. Li gorî texmînên şahidên demê tê gotin ku cenazeyê 300 welatiyên kurd li wir hatiye veşartin. Lê belê ev hejmar tu demê nehat zelalkirin.
Di encama serlêdanên hatin kirin de cara ewil di 22’yê nîsana 1989’an de li Newala Qesaba kolandina ewil hat kirin û di nava çend saetan de hestiyên aîdî 8 kesan hat dîtin. Lê belê xebatên kolandinê li ser fermana walîtiyê di heman rojê de hat sekinandin û ji wê rojê û vir ve li newalê tu kolandin nehat kirin.
Di salên pey re her çiqas malbatan serlêdan kiribe ku li newalê kolandin bê kirin jî lê ev serlêdan bêencam man û çav û guh ji daxwazên kolandinê re hatin girtin.
AVAHÎ LI SERÊ HATINE ÇÊKIRIN
Salên dirêj newal veguherî cihê çopê û cara ewil li wir rêya duble hat çêkirin. Paşê jî ew dever ji bo çêkirina avahiyan ji îmarê re hat vekirin. Li cihê ku tê gotin tije gorên komî ye, avahiya Akademiya Polîsan, eywanek dawetê, vîlayên bi hewz û avahiyên bilind hatin çêkirin.
Tevî nerazîbûnan jî herî dawî avahiya Midûryeta Polîsan a Sêrtê li wir hat çêkirin. Qada înşaetê bi kamerayan hat şopandin û destûr nayê dayîn ku kes nêzî herêmê bibe.
LI BER ÇAVÊ DAYIKA WÎ LI NEWALÊ VEŞARTIN E
Di tomarên ji aliyê leşkeran ve hatiye girtdin de cenazeyê ji pêşengên PKK’ê Mahsum Korkmaz (Egîd) jî di nav de cenazeyê 82 kesan li Newala Qesaba hatine veşartin. Lê belê hejmara kesên di binçavan de hatine qetilkirin û li wir hatine veşartin di nava hejmara navborî de ye. Yek ji cenazeyên ku li newalê hatiye veşartin jî cenazeyê ji pêşengên PKK’ê Emîn Sarik e.
Emîn Sarik di sala 1960’an de li gundê Kinaskê yê bi ser navçeya Misirca Sêrtê ve hatiye dinê. Malbata Sarik di sala 1963’yan de koçî navenda Êlihê dike. Sarik piştî darbeya leşkerî ya sala 1980’î tev li PKK’ê dibe. Çend salan di nava PKK’ê de xebatên cuda dike û di sala 1985’an de di pevçûnek di navbera gerîlayan û leşkerên tirk de qewimî bi 3 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da. Cenaze li ber çavê dayika wî Merese Sarik tê veşartin. Tevî hemû hewldanên malbatê jî cenaze nadin malbatê. Dayik ji bo wergirtina cenazeyê lawê xwe salên dirêj têdikoşe lê belê temenê wê tar nake û çar sal berê jiyana xwe ji dest dide.
Birayê Sarik, Huseyîn Sarik bertek nîşanî bertek nîşanî da ku newal ji îmarê re hatiye vekirin û nayê qebûlkirin ku hestî ango cenazeyên mirovan di bin betonê de bê hiştin.
GELEK CARAN SERLÊDAN KIRIN E
Huseyîn Sarik da zanîn ku ji bo cenazeyê kekê wî bê teşhîskirin ewilî bavê wî çûye teşhîsê û nikaribûye teşhîs bike û paşê dayika wî ji bo teşhîsê çûye û cenazeyê lawê xwe teşhîs kiriye û tevî vê yekê jî cenaze nedane wan.
Sarik diyar kir ku ew piştî piştî kekê wî û 3 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dane 20 roj şûn ve ji bo teşhîsê çûne û got: “Şahidiya dayika min ji bo wan rojan hebûn. Dayika wiha digot, ‘Ez çûm, leşkeran di navbera xwe de axivîn. Paşê hatin cem min û gotin wê ji bo teşhîsê cenaze nîşanî min bidin. Me li erebeyê siwar kirin û em çûn Newala Qesaba. Li gel ku bi ser pevçûnê re 20 roj derbas bûbû jî cenazeyê lawê min û 3 kesên din ser wan vekirî bû û di wesayîta leşkerî de dihat sekinandin. Min Emînê xwe teşhîs kir. Min ji wan hêvî û rica kir ku cenazeyê lawê min bidin min, lê leşkeran neda min û li ber çavê min li Newala Qesaba çalek vekirin û her çar cenazeyan veşartin’. Dayika min pir israr kir ku cenazeyê lawê xwe werbigire, lê belê nedanê. Piştî wê rojê şûnve me gelek caran serlêdan kir lê serlêdanên me hatin redkirin. Dayika min bêyî ku cenazeyê lawê xwe bîne veşêre jiyana xwe ji dest da. Daxwaza wê tenê ew bû ku cenazeyê lawê xwe bîne. Bavê min jî dayika min jî negihîştin hestiyên lawê xwe û koç kirin.”
'WERIN EM VÊ HOVÎTIYÊ BIDIN RAWESTANDIN’
Sarik destnîşan kir ku li qada gorên komî her roja ku diçe avahiyên nû tên çêkirin û li dijî vê nerazîbûna xwe wiha nîşan da: “Gelê Sêrtê hemû dizane ku li wir hovîtiyek çawa qewimî ye. Çawa wîjdanê wan qebûl dike ku li ser hestiyên mirovan govendê bigerînin û avjeniyê bikin. Gelo viya bi kîjan ehlaq û wîjdanê dikin?”
Sarik bang li malbatên din ku cenazeyên wan di gorên komî de li Newala Qesaba hatine veşartin kir û got: “Werin em heyetek çêbikin û dest bi hewldanên hiqûqî bikin. Werin em vê hovîtiyê bidin sekinandin. Werin em bi kapîtalîzma hov re têkoşînê bikin.”
BANG LI ŞAHIDAN KIR
Sarik anî ziman ku ji bo tespîta cenazeyê kekê xwe xwe ji vekirina dozê re amade dike û wiha axivî: “Em hewl didin xwe bigihînin şahidên wê demê. Cenazeyan li taraktoran siwar kirine û birine avêtine newalê û bi komî veşartine. Ez bang li şahidê wê demê, xebatkarên şaredariyê ku wê demê xebitî ne dikim. Bila xwe bigihînin me. Divê ew der bibe navendek bîranîn û hafizeyê. Tiştên ku li Newala Qesaba qewimîn, berê li Geliyê Zîlan û cihên din jî qewimîn. Heke em nekevin pêşiya vê wê hê li gelek cihên din bikin. Divê em bi lezgînî rê li ber vê yekê bigirin.”
MA / Fethî Balaman