AMED - Malbatên Windakiriyan di çalakiyên xwe yên li Amed û Êlihê didomînin de aqûbeta Alî Tekdag û Ahmet Yetîşen ên di sala 1994’an de hatin binçavkirin û careke din agahî ji wan nehate wergirtin pirsîn.
Malbatên Windakiriyan ên bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin” aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin dipirsin û daxwaza darizandina faîlên wan dikin li Amed û Êlihê çalakiyên xwe yên her hefte dikin domandin.
Malbatên Windakiriyan bi rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê re li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê cara 770’emîn hatin bahev. Di çalakiyê de malbatan wêneyên xizmên xwe hilgirtin.
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Alî Tekdag ê di 13’ê mijdara 1994’an de piştî li Amedê hate binçavkirin hate windakirin hate pirsîn. Di çalakiyê de hevjîna Tekdag Hatîce Tekdag û xwişka wî Îffet Mûtaş jî cih girt.
‘YEKANE SÛCÊ WÎ KURDBÛN E’
Hatîce Tekdag ewilî axivî û anî ziman ku yekane sûcê hevjînê wî kurdbûn bû û da zanîn ku îşkence li wê jî hate kirin û bi mirinê gef lê hate xwarin.
Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê Jiyan Ormanli çîroka windakirinê ya Tekdag parve kir. Çîroka ku Ormanli xwend, wiha ye: “Alî Tekdag li navenda Amedê karê pastaxaneya dikir û bavê 7 zarokan bû. Di sala 1982'yan de bûye endamê Partiya Demokrasiyê û bi îdiaya ‘endamê rêxistinê ye’ tê binçavkirin û paşê tê girtin û li Zindana Amedê ya Jimara 5'an a girêdayî fermandariya Rewşa Awarte tê ragirtin. Alî Tekdag demek dirêj li girtîgehê dimîne û di sala û 1985'an de tê berdan. Her tim hêzên dewletê bi ser mala wî de digirin û tê şopandin. Alî Tekdag ji ber van sedaman bi malbata xwe ve koçî Îzmîrê dike. Lê belê piştî zemanek derbas dibe, dîsa vedigere Amedê. Alî Tekdag dîsa li Amedê bi zext û gefên dewletê re rû bi rû dimîne. Birayê wî Mehmet Tekdag di 12'ê sibata 1993'yan de di êrişa faîlî nediyar de tê qetilkirin. Alî Tekdag ji roja ji girtîgehê derdikeve û heta sala 1994'an ku tê qetilkirin, 19 caran tê binçavkirin. Di her binçavkirinê de bi îşkenceyên giran rû bi rû dimîne.
Di 13'ê mijdara 1993'yan de ew û hevjîna xwe Hatîce Tekdag ji bo dan û standina malê diçe semta Deriyê Çiyê. Hevjîna wî tiştên wê rojê qewimîne wiha dibêje; Em bi hev re ji malê derketin û em heta Şekerbanka Deriyê Çiyê bi dolmîşê çûn. Paşê Alî got, '5 deqîqe karê min heye ez ê vegerim, tu bisekine'. Piştî 15 deqîqeyan hat. Min ji nedîtî ve hat û di ber min re derbas bû. Min gazî kir û got 'Alî'. Bi destê xwe îşaret ji min re kir û got, 'biçe'. Sê çar kesên bi cilên sivîl, bêtel û çekên lûle dirêj di destê wan de bûn, li pey Alî bûn. Alî li serê koşe dema ku xwest bizivire, beziya. Van kesên çekdar gule berdanê. Hevjînê min xwe avêt erdê. Piştî hevalê min girtin, cekêtê wî jê kirin û li serê wî pêçan. Wî girtin û birin avahiyekê. Piştî 10 deqîqeyan dolmûşek spî hat. Alî li dolmîşê siwar kirin û birin navenda hêzên çevîk.
Kêliya ku bûyer qewimî, li ber bankayê leşker û polîsek trafîkê hebûn. Leşkeran û polîs qet dengê xwe ji wan êrişkaran re nekirin. Dotira rojê min bi daxwaznameyê serî li dozgeriya DGM’ê da, lê jin min re gotin, ‘ev bûyer nû ye, paşê were’. Piştî sê rojan ez dîsa rabûm çûm. Piştre ez her roj çûm.
Nêzî du meh şûn ve, polîsê li ber derî xwe ji min dixeyidand digot tu her roj têyî. Rojekî min derxist dozgeriyê. Dozger ji min re got, ‘şahid nîşan bide’. Min û keça min ji odeyê derxist. Telefonî cihekî kir û paşê dîsa gazî me kir. Got, ‘min telefon kiriye, ne li ba me ye’.
Seyfettîn Demîr ê di heman wextê de pê re li Girtîgeha Amedê girtî bûye, daxuyanike bi şiklê, ‘Ez bi Alî Tekdag re di binçavan de bûm. Alî digot ‘wê min bikujin, ji malbata min re bêjin’ daye Rojnameya Ozgur Gundemê. Li ser vê agahiyê em dîsa çûn dozgeriyê. Dozger got, ‘dosyeya Seyfettîn Demîr li vir heye lê belê dosyeyek aîdî Alî Tekdag li vir nîne’. Piştî vê hewldana min navnîşana min girtin û gotin, ‘carek din tu neyê vir’. Ji wê çaxê ve heta niha min tu xeber ji hevjînê xwe negirtiye.
Di îtîrafa endamek JÎTEM’ê ku di çapemeniyê de cih digirt jî wiha dibêje; zext-zorî li Alî Tekdag hatiye kirin ku der barê rêveberên DEP’ê de îfade bide û 120 rojan bi îşkenceyên giran rû bi rû dimîne û jêpirsîna wî tê kirin, paşê jî wî dikujin û dibin li kêleka rêya Amed û Farqînê tê veşartin.
Malbat ji bo aqûbeta Alî Tekdag derkeve holê û were ronîkirin, hemû serlêdanên ku dike bêencam dimîne. Malbat ji hiqûqa navxweyî tu encamê bi dest naxe û dozê dibe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Paşê DMME di dosyeya Alî Tekdag de Tirkiyeyê mehkûm dike.
Dayika Alî Tekdag, Arîfe Tekdag bi salan hesreta kurê xwe kişand û çavê wê li rê bû. Heyf û mixabin dayika Arîfe jî wek Dayika Berfo, Dayika Fatma, Dayika Elmas, Dayika Meryem, Dayika Asiye negihîşt hestiyên lawê xwe û ji vê cîhanê û jiyan koç kir û çû.”
Ormanli diyar kir ku dê dest ji lêgerîna edaletê ya Dayika Arîfe, edaleta ji bo Alî Tekdag û edaleta ji bo hemû windakiriyan bernedin.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
LI ÊLIHÊ HEFTEYA 606’EMÎN
Li Êlihê jî ÎHD’ê û malbatên windakiriyan di çalakiya xwe ya hefteya 606’emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin bahev.
Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Parazvanên mafên mirovan, endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Êlihê, rêveberên Şaxa Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Windakirine re (MEBYA-DER) û rêxistinên HEDEP Û DBP’ê tev li bûn.
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Ahmet Yetîşen ê di 13’ê mijdara 1994’an de piştî ji mala xwe ya li Êlihê hate binçavkirin û êdî agahî jê nehate wergirtin hate pirsîn. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê yê Êlihê Ahmet Şiray çîroka Yetîşen xwend.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hate kirin.