RIHA - Di Komkujiya Sînemaya Amûdê de 283 zarokên kurd jiyana xwe ji dest dan. Reşîdê Fatê yê 75 salî ku ji komkujiyê xelas bûbû, têkildarî komkujiyê wiha got: “Xwestin kurdan tune bikin. Wan zarokan nezanîn bê ka çima şewitîn. Lê tevek kurd bûn û ev yek ji bo mirina wan bes dikir.”
Bi ser Komkujiya Sînemaya Amûdê 63 sal derbas bûn ku di encama komkujiyê de 283 zarokên kurd hatibûn qetilkirin. Amûdê navçeya Qamişlo ya Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Di 13’ê Mijdara 1960’an de li Sînemaya Amûdê ku kapasîteya wê 120 kes bûn, piranî jê kurd bi giştî bi 500 zarokan hate tijekirin. Li sînemayê fîlmê Cerîmet Nisif el-Leyl (Sûcê nîvşevê) dihat pêşandan. Di carekê de agir bi perdeyan ket û di demekî kin de li tevahiya eywanê belav bû. Eywana sînemeyaê 130 metrekare bû û her du deriyên wê jî hatibûn girtin. Eywana sînemayê di demekî kin de hilweşiya. Temenê wan di navbera 8 û 14’an de bi giştî 283 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
LÊPIRSÎN NEHAT DESTPÊKIRIN
Hat diyarkirin ku şewat ji hêla rejîma Baasê ve hatiye derxistin ku dixwest bi komkujiyan hebûna gelê kurd a li Sûriyeyê ji holê rake. Tevî ku bi sedan zarok bi zindî şewitîbûn jî rejîmê derheqê komkujiyê de tu lêpirsîn nedan destpêkirin an jî heke dabin destpêkirin jî tu encam jê derneketin. Nivîskar Ehmedê Namî ku li ser şewatê lêkolîn kir û pirtûka “Agirê Sînema Amûdê” nivîsand, bi van pirsan balê dikişîne ser sedemên biguman ên şewatê: “Li gel ku xetereya şewatê hate ragihandin jî kesê rayedar çima di domandina fîlm de israr kir? Çima mamoste bi zarokan re nebûn? Çima tu zarokên rayedarên rejîmê li wir nebûn, gelo ma ev tiştekî rasthatî ye? Gelo raste ku zarokên rayedarên rejîmê hatibûn wê derê lê li ser hişyariya bavên wan ji wir hatibûn derxistin?”
LI CIHÊ SÎNEMAYÊ BAXÇÊ PAKREWANAN
Niha li şûna eywana sînemayê Parka Baxçê Pakrewanan hatiye çêkirin û bîranîna qurbaniyên komkujiyê zindî tê hiştin. Dema komkujî çêdibû, Mihemedê Seîd Axayê Deqorî bi dehan zarok ji wir xelas kir. Niha jî peykerê wî li baxçeyî hatiye danîn. Di heman demê de bîra avê ya ku di dema şewatê de bi dehan zarokan xwe avêtibûn tê de jî hêj li şûna xwe ye. Li ser dîwarên sînemayê jî navên zarokên jiyana xwe ji dest dayîn û wêneyên wan hene. Ji ber êşa li Amûdê hatiye jiyîn, li navçeyê eywana sînemayê nayê çêkirin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn weke “Şehîdên Şoreşê” qebûl dike.
Reşîdê Fatê (75) yek ji wan kesa ye ku di komkujiyê de bi saxî xelas bûbû. Li Parka Baxçê Pakrewanan bi ajansa me re axivî.
‘EM BI KEYFXWEŞIYEKE MEZIN ÇÛN...’
Reşîdê Fatê got ku dema komkujî pêk hatî 12 salî bû û xwendekarê pola 5’an bû. Reşîdê Fatê, da zanîn ku zarok ji bo piştgiriya bi cezayîriyan re bilêta xwe wergirtibûn û berê xwe dabûn sînemayê. Reşîdê Fatê, diyar kir ku rayedarên rejîma Baasê bilêt firotine wan û wiha qala wan rojan kir: “Min 20 an jî 30 qirûşên Sûriyeyê bilêt kirî. Me bi keyfxweşiyeke mezin berê xwe da sînemayê. Ez çûm aliyê şaneşînê ya sînemayê. Zêdetirî 400 zarok li wir hebûn. Ewqas tije bû ku hindik mabû zarok pê li hev bikin. Yek ji sedema mirina ewqas kesan jî, awayê çêkirna avahiya sînemayê bû. 3 qet di bin erdê de bû. Fîlmê dihat pêşandan, ne fîlmekî wisa bû ku zarok bikarin temaşe bikin. Dema me bi bêdengî fîlm temaşe dikir, nîva ekranê biriqî û sekinî. Piştre dengekî mîna dengê balafirekê nizm difire hat û me dît ku şewat derket.”
‘DERÎ GIRTÎ BÛ’
Bi domdarî Reşîdê Fatê anî ziman ku agir ji ber texte û dekora naylon pir zû belav bû û wiha got: “Di nava 5 deqeyan de agir gur bû. Me xwe ji şaneşînê avêt. Me berê xwe da derî lê me dît ku derî girtî ne. Qêrînên zarokan bilind bûn. Me ji nişka ve berê xwe da deriyê başûr. Zarok, mîna ku ketibûn tevnê bi ser hev de diketin. Her kes direviya û hewl dida xwe xelas bike. Dema me zext li derî kirî, beşekî derî şikest û li derve ketin ser hev. Ez derketim û min wisa karî bêhnê bistînim. Min li wir ferq kir ku lingên min dişewitin.”
‘XWESTIN KURDAN TUNE BIKIN’
Di berdewamê de Reşîdê Fatê diyar kir ku ferqa sînemayê ji axûrê nebû û wiha pê de çû: “Kesên rûxset dayîn sînemayê, yekemîn berpirsyarên vê komkujiyê ne. Gelemperiya zarokên jiyana xwe ji dest dayîn temenê wan di navbera 5-6 de bû û yên herî mezin 12 salî bûn. Mihemedê Seîd Axayê Deqorî tevî ewqas xetereyê jî bi dehan zarok xelas kir. Deqorî xwe avêt nav agir û zarok yek bi yek derxist. Dema herî dawî ji bo xelas kirina çend zarokan ketî hundir, hesin bi ser de ket û sînemay hilweşiya. Tevahiya zarokên şewitîn kurd bûn. Xwestin kurdan tune bikin. Wan zarokan nezanîn bê ka çima şewitîn. Lê tevek jî kurd bûn û ji bo mirina wan ev yek bes bû. Berpirsyarê vê komkujiyê rejîma Baas e. Tişta ku wê demê rejîmê dixwest bike îro Tirkiye hewl dide bike. Dibe ku şewat ji ber germbûna têlan derketibe lê çima ewqas zarok li wir hatibûn komkirin? Tu kesî bersiva vê pirsê neda.”
DEYNÊ WEFAYÊ
Reşîdê Fatê axaftina xwe wiha qedand: “Wê demê ez 12 salî bûm. Niha 75 salî me lê ew kêlî tevek di bîra min de ne. Di her salvegera komkujiyê de bi çîçekan diçim cihê komkujiyê û serdana wir dikim. Bi vê yekê dixwazim deynê xwe yê ji bo hevalên min ên jiyana xwe ji dest dayîn bidim.”
MA / Emrûllah Acar