WAN - Li Îranê li gorî daneyan, di 10 mehên ewil ên vê salê de 15 jê jin 646 kes hatine darvekirin. Dîrektorê Mafên Mirovan a Îranê Mahmood Amîry-Moghaddam, anî ziman ku piştî bala cîhanê çû ser şerê li Xezeyê, darvekirinên li Îranê jî bi awayekî dramatîk zêde bûne.
Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê di 10 mehên ewil ên sala 2023'yan de 15 jê jin bi giştî 646 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin. Dîroktorê komeleyê Mahmood Amîry-Moghaddam, bûyerên darvekirinê yên ku her diçin zêde dibin ji ajansa me re nirxandin.
Amîry-Moghaddam anî ziman ku rayedarên îranîpiştî protetsoyên "jin, jiyan, azadî"yê darvekirin zêdetir kirine û got: "Ji lew re ev amûra herî girîng a çavtirsandina civakê ye."
Amîry-Moghaddam anî ziman ku piştî ku çavê cîhanê çûye ser şerê li Xezeyê hejmara darvekirinan bi awayî dramatîk zêde bûne û got: "Li gor daneyên me ji şerê Xezeyê heya 13'ê mijdarê 114 kes hatine darvekirin."
‘HEWCE BE EM Ê HER KESÎ BIKUJIN'
Amîry-Moghaddam destnîşan kir ku rejîma Îranê bi darvekirinên komî dixwaze civakê çavtirsandî bike û wiha got: "Rejîm bi înfazên komî re peyama 'hewce be em ê her kesî bikujin' dide civakê. Di demên dawî de mehkûmên bi salan di girtîgehê de tên darvekirin. Herî dawî kesekî ku 12 sal bûn di girtîgehê de hat darvekirin. Rejîm ji bo protestoyan asteng bike, li seranserê welêt heya ji dest tê protestovanan bi dar ve dike."
‘KURD Û BELÛC BÊTIR TÊN DARVEKIRIN'
Amîry-Moghaddam bal kişand ser hevşibiyên di navbera kesên tên darevkirin de jî û wiha domand got: "Her tim di navbera kesên tên darvekirin d ehevşibî hene. Ên tên darvekirin komên 'herî marjînal' ên civakê ne. Herî zêde kurd û belûc tên darvekirin. Her tim kêmar bêtir tên darvekirin. Sedema vê jî ew e ku rejîm dixwaze bi şideteke zêde berxwedana wan bitepisîne. Sedemeke din jî ew e ku ji ber ku berteka ji bo înfazên bi vî rengî kêm e, maliyeta wê ya siyasî jî kêmtir e."
Amîry-Moghaddam di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku dewletên cîhanê li ber înfazên Îranê bêdeng e û got: "Mixabin gava mesele Îran be, mafên mirovan ne di rojeva cîhanê de ne."
MA / Bêrîvan Kûtlû