ŞIRNEX - Derheqê malbatên di dema qedexeyên derketina derve de malên wan hatin rûxandin û piştre alîkarî wergirtin de lêpirsîn hate vekirin. Polîsan, pirsa “PKK’ê çima alîkarî da we?” ji malbatan kirin.
Di 16'ê sibata 2016'an de li navçeya Hezex a Şirnexê qedexeya derketina derve hate ragihandin. Bi ragihandina qedexeyê re li navçeyê pêvçûn destpêkirin. Li navçeyê qedexe 43 rojan berdewam kir. Welatiyên ku nekarîn tu pêdiviyên xwe pêk bînin, bi rojan tî û birçî man. Li gorî raporên saziyên mafên mirovan; di dema qedexeya derketina derve de yek jê jin û 9 jê zarok bi giştî 23 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Di pevçûnan de dewletê wêraniyeke mezin li navçeyê kir û gelek malbat bêmal û war hişt.
TORA PIŞTEVANIYÊ
Rêxistinên civaka sivîl piştî rakirina qedexeyê ji bo piştevaniya bi malbatên malên wan wêran bûyîn re kampanya dan destpêkirin. Komeleya Rojava ku di sala 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin, li gelek bajaran ji bo piştevaniya bi malbatan re alîkariya xurekan kir. Di heman demê de rêxistinên girseyî di çarçoveya kampanyaya “Malbatên Xwişk-Bira” de ji gelek bajarên Ewropayê bi mebesta piştevaniya bi malbatan re alîkariya dayîna kirêyan û hwd. kirin.
HERÎ KÊM 50 MALBAT VEXWENDIN ÎFADEYÊ
Serdozgeriya Komarê ya Hezexê têkildarî malbatên alîkarî wergirtina lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Midûriyeta Emniyetê ya Hezexê ji bo îfadeyê bang li herî kêm 50 malbatan kir.
Yek ji malbata ku rastî ji bo îfadeyê hatiye vexwendin jî malbata Erden e. Hevşaredara Hezexê Songul Erden ku malbata wê jî ji bo îfadedayînê hatiye vexwendin, der barê mijarê de axivî.
'YEK Û YEK LI MALBATAN GERIYANE'
Erden, da zanîn ku heta niha gelek malbatan li emniyetê îfade dane û wiha got: “Em di pêvajoyeke giran de derbas dibin. Bi her awayî rastî êrişan tên. Emnniyeta Hezexê heta niha li 50 malbatên me geriyaye û ji bo îfadeyê bang lê kiriye. Ji malbatan pirsa ‘Di sala 2016'an de PKK'ê alîkarî ji we re şandiye. Ev alîkarî çima şandine?’ hatiye kirin. Di destê wan de lîsteyek heye û li wan kesan digerin. Yek ji wan jî malbata me ye. Heta niha 50 malbatan îfade dane. Ji ewil birine TEM’ê û piştre sewqî dozgeriyê hatine kirin. Îxtîmal heye ku veguherînin lêpirsînê. Malbat ji vê rewşê aciz in.”
BI WERGIRTINA ALÎKARIYÊ TÊN SUCDARKIRIN
Bi domdarî Erden anî ziman ku alîkariya di dema qedexeyan de hatiye kirin weke “sûc” tê nîşandan û wiha pê de çû: “Heta niha 50 malbatan ji ber vê rewşê serî li partiyê dan. Dibe ku ev hejmar zêdetir be. Dewlet bi israr jê re dibêje ‘PKK’ê alîkarî daye we.’ Di dema qedexeyê de malên van malbatan hatin rûxandin, pariyê nan nebû bixwin, av nebû ku vexwin. Gel di rewşeke wisa de bû ku nedikarî pêdiviyên xwe pêk bîne. Xetere li ser jiyana mirovan hebû. Ji her alî alîkarî bo gel dihat. Ev yek rewşeke normal e. Ji ber ku tevahiya navçeyê wêran bûbû kesekî nedikariya pêdiviyên xwe pêk bîne. Niha jî wergirtina wan alîkariyan weke ‘sûc’ tê nîşandan û dibêjin ‘PKK’ê şandiye.’ Dayîna alîkariyê tiştekî mirovî ye. Dixwazin gel bitirsînin.”
‘WERGIRTINA ALÎKARIYÊ JI KENGÎ VE BÛYE SÛC?’
Herî dawî jî Erden ev tişt anî ziman: “Di tu zagon û qanûnan de wergirtina alîkariyan sûc nîne. Hemû malbatên ku alîkarî wergirtine hatine teşhîrkirin. Di malbatê de çend kes hene, kî ketiye girtîgehê, kî tev li PKK’ê bûye yan jî nêrîna malbatê çawa ye tevek yek bi yek lêkolîn kirine. Dayikeke me heye ku bi tena serê xwe dijî û nikare sexbêra xwe bike. Bangî wê jî kirine û ji wê jî heman pirs kirine. Ji kengî ve wergirtina alîkariyê bûye sûc?”
MA / Zeynep Durgut