STENBOL - Danişîna doza derbarê Midûrê Karên Nivîsan ê Berpirsyar ê Kovara Demokratîk Modernîteyê Ramazan Yurttapan, edîtorê kovarê Haydar Ergul de bi idiya “heqaret li Serokkomar kirine” hatiye vekirin, hate taloqkirin.
Li Midûrê Karên Nivîsan ê Berpirsyar ê Kovara Demokratîk Modernîteyê Ramazan Yurttapan, edîtorê kovarê Haydar Ergul de bi hinceta “heqaret li Serokkomar kirine” doz hatibû vekirin. 4’emîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê hate lidarxistin. Di danişîna Ergul û Yûrttapan tevlinebûn de parêzerê wan Ozcan Kiliç amade bû.
Parêzerê Serokkomarê AKP’î Recep Tayîp Erdogan, Ahmet Ozel “daxwaznameya hincetê ya bi daxwaza sekinandinê” pêşkeşî dadgehê kir. Parêzer Ozcan Kiliç jî xwest kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin.
Dadgehê daxwaznameya parêzerê Erdogan, Ozel qebûl kir û danişîn taloqî 18’ê nîsana 2024’an kir.