ÊLIH - Welatiyên li Êlihê ji karesata lehiyê ya di encama îhmalê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da sax xelas bûn, dan zanîn ku tîmên rizgarkirinê dereng hatine cihê bûyerê. Malbatên ku mal û tiştên wan di nav heriyê de man, li benda piştevaniyê ne.
Ji ber barîna barana zêde li Taxa Seyîtler a Êlihê di 19’ê mijdarê de lehî rabû. Di encama karesata lehiyê de Lalîxan Guner (54) û neviyên wê Asenat (1), Îsrafîl (5) û Bîrgul Guner (9) jiyana xwe ji dest dan. Derket holê ku qenala avê ya li rex mala wan a ji aliyê qeyûm ve bi betonê serê wê hatiye girtin rê li ber mirina wan vekiriye. Gelek malên ku li ber ava lehiyê ketin nikarin bên bikaranîn û gelek sewalên li ber ava lehiyê ketin jî mirin.
Malbatên ku xaniyên wan bi heriyê tejî bûne û tiştên wan nikarin bên bikaranîn di şertên hewayê sar de ji bo ku ji xwe re cihekî bibînin her roj têdikoşin.
Welatiyên diyar kirin ku Walîtî û şaredarî nehatine alîkariya wan, gotin ku ne şorbeyê xanî dixwazin û mexduriyeta xwe bi rondikên çavan vegotin.
‘EM NE XWARINÊ, NIVÎNAN DIXWAZIN’
Yek ji welatiyan Meral Guner ku xizma dapîr û neviyên wê yên di karesatê de jiyana xwe ji dest dane, diyar kir ku bi barîna baranê heyirî mane. Guner, da zanîn ku bi alîkariya welatiyên li der dorê sax man û rewşa xwe ya niha wiha vegot: “Hemû xaniyan zirar dît. Her tişt bi avê re çû. Tu tiştê me nema. Avê dişa min û 3 neviyên wê bir. Em perîşan bûn. Em nizanin ka dê çi bikin. Zarokên me yên biçûk hene. Hewa sar e, cihê me yê razanê nîne, em li jêrzemînê dimînin.”
Guner, anî ziman ku ji bo cihê wan ê razanê nîne du roj in li kolanan dimînin û wiha got: “Em ne xwarinê nivînan dixwazin.” Guner, xwest ku rayedar ji rewşa wan re çareyekê bibînin.
‘WALÎ REWŞA ME NEPIRSÎ’
Yek ji şêniyên taxê Azîze Guner jî bi lêv kir ku ji ber nikarin di xaniyê xwe yê nikare bê bikaranîn de bimînin, bi hevjîn û zarokên xwe re mexdûr bûne.
Guner, anî ziman ku Walî piştî bûyerê ji bo lêkolînê hat lê bi wan re hevdîtin nekir û wiha got: “Em dengê xwe ji kê re ragihînin? Kesekî ku me bipirse nîne. Walî hat evir lê nehat li mala me nenêrî, rewşa me pirs nekir. Ne dolab, ne nivîn ne jî cilşoya min ma. Em li kolanê man. Kon an jî konteynir nedan. Em her şev li cem cîranekê man.”
‘AGIRKUJ DERENG HATE CIHÊ BÛYERÊ’
Pembe Gezer jî da zanîn ku agirkuja agahdarkirin dereng hatiye cihê bûyerê û wiha got: “Heke zû hatibûna, kes nedimir, da herkes jî xelas bibe.”
Gezer, bi lêv kir ku ji ber lehiyê zirareke mezin gihiştiye wan û bi gotina “Hûn rewşa me dibînin. Sarinc, klîma,makine, nivîn, xanî hemû çûn, tiştek nema” daxwaza alîkariyê kir.
MA / Fethî Balaman - Rûkiye Adiguzel