NAVENDA NÛÇEYAN - Ji rojnameger Silêman Ehmed ê ku ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin 32 roj in tu agahî nayên girtin. Rojnameger Mervan Ozdemîr diyar kir ku hemû serlêdan û hewldayîn bê encam mane û got: "PDK li xwe mikur hat ku Silêman Ehmed ji aliyê hêzên wê ve hatiye revandin. Lê belê asayîşa Hewlêr û Dihokê îdîa dikin ku Ehmed ne li gel wan e."
Edîtorê Rojnameya Erebî ya Rojnewsê Silêman Ehmed di 25’ê Cotmehê de dema ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê vedigeriya Herêma Kurdistana Federal, ji aliyê hêzên asayîşa PDK’ê ve li Deriyê Sînor ê Sêmalka hate binçavkirin. Asayişa Giştî ya Dihokê ya girêdayî PDK'ê piştî revandina rojnameger Ehmed 6 rojan ragihand ku ew hatiye binçavkirin û îddakiribû ku "Ti eleqeya Ehmed bi rojnamegeriyê re nîne". Bertekên sazî û rêxistinên rojnamegeran ên li dijî revandina rojnameger Ehmed zêde dibin. Heta niha tevî hemû serlêdan û hewldanan jî 32 roj in tu agahî ji Ehmed nayên girtin. Agahî nestandina ji Ehmed berdewam dike. Der barê mijarê de rojnameger Mervan Ozdemir ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
'BI KOMPLOYEKÊ HATE REVANDIN'
Rojnameger Ozdemîr, anî ziman ku Ehmed di encama komployekê de hatiye revandin û wiha axivî: "33 roj di ser binçavkirina hevalê me Silêman Ehmed re derbas bûn. Yekane tişta ku me der barê rewşa Ehmed de zanî ew e ku di 25'ê cotmehê de piştî hevdîtina bi malbata xwe re vedigere başûrê Kurdistanê û piştre ji hêla hêzên PDK'ê ve tê revandin. Ev 32 roj in agahî jê nayê girtin. Bi rastî ez dixwazim ku ev pêvajoya bû sedema revandina wî pîçeke behs bikim da ku bizanibin ku Silêman Ehmed bi komployeke çawa hatiye revandin. Hebûna wî ya li vir qanûnî ye û bi destûra PDK'ê 5 sal in li vir dijî. Ji xeynî vê Ehmed ji bo ku derbasî rojavayê Kurdistanê bibe, divê ku PDK destûr bide û çûyina wî erê bike. Deriyê Sînor ê Semalka yekane deriyê ku ji Rojava re vedibe û ew jî di bin kontrola hêzên PDK'ê de ye. Ji ber vê yekê ji bo ku welatiyek derbasî Rojava bibe yan jî ji bo ku kesek ji Rojava were başurê Kurdistanê divê ku destûra PDK'ê hebe. Ez şahidê vê pêvajoyê me ku hevalê me yê rojnameger Silêman Ehmed bi destûra fermî û erêkirina PDK’ê çûbû Rojava û serdana malbata xwe kir. Ev prosedur bi cih aniye û çûye. Nêzî 25 rojan li Rojava dimîne û piştî demekê ji bo ku derbasî vê derê bibe tê û bi komployekê re rû bi rû dimîne. Sedema ku em vê bûyerê weke komployekê pênase dikin ew e ku PDK'ê hewl da bi dizî navekî li mijarê bike. Ev zêdetirî 32 rojan agahiyekî parve nake û em vê jî weke komployekê dibînin."
'ASAYIŞA HEWLÊR Û DIHOKÊ ÎDDÎA DIKE KU NE LI GEL WAN E'
Ozdemîr, anî ziman ku asayişa giştî ya Dihok û Hewlêrê bi gotina 'Ne li gel me ye' bersiv daye serlêdanan û wiha berdewam kir: "Ji bilî revandina wî tu agahî di destê me de nînin. Di vê pêvajoyê de serlêdanên dîplomatîk û fermî çêbûn lê bêbersiv man. Di rojên ewil de em difikirîn ku binçavkirina hevalê me bi şaşitî çêbûye. Lê piştî çend rojan me pêwîstî bi belavkirina nûçeyan dît.Piştî ku ev nûçe belav bû, PDK nêçar ma û daxuyaniyek da. PDK li xwe mikur hat ku Silêman Ehmed ji aliyê hêzên wê ve hatiye revandin. Helbet daxuyaniya wan cihê şermezariyêye û aliyên wê yên ne exlaqî jî tên nîqaşkirin. Lê di daxuyanî de îtîrafek hebû. Di encama vê de çi pêş ket ew girîng bû. Ji aliyekî ve îtîrafkirina PDKê ku rojnamevan revandiye heye, lê tevî hemû hewldanan, tevî daxuyaniyên sendîkayên rojnamevanan û kesayetên girîng jî PDK di vê qonaxê de bersiva ti parêzeran nade. Parêzer ji bo ku bi Ehmed re hevdîtinê bikin li Hewlerê yek sazî nehiştine ku serî lênedane. Lê asayişa Hewlerê dibêje 'ne li gel me ye'. Hêzên asayîşê yên Dihokê îdia dikin ku Ehmed li cem wan nîne û parêzeran arasteyî Hewlêrê dikin. Hêzên asayîşê dibêjin, kesê bi navê Silêman Ehmed li navendên wan ên binçavkirinan nîne. Revandina Ehmed qebûl dikin lê dibêjin ne li gel me ye jî."
'BERTEKÊN KU TÊN DAYIN LAWAZ IN'
Rojnameger Ozdemîr bi lêv kir ku bertekên li ser revandina Silêman Ehmed ê ku tên dayîn têra nakin û ev tişt got: "Ne cara ewile ku em rastî rewşeke wiha tên. Em dizanin ku saziyên ku ne di xizmeta PDK'ê de ne di hedefê de ne. Her wiha me şahidiniya pêvajoyên qetilkirina rojnamegeran kiriye. Bertekên giştî jî di vî warî de ne. Dema ku hikûmeta PDK'ê tê rexnekirin jî tê gotin ku ev tişt nayê qebûlkirin. Li dijî revandina hevalê me yê rojnamevan li Başûr ji aliyê rêxistinên rojnamevanan ve bertek hatin nîşandan. Lê ev bertek di qada navneteweyî de jî lawaz man. Tevî hemû polîtîkayên zextê yên PDK'ê jî bertekên pêwîst nehatin dayîn. Heta li herêma Behdînan jî rojnamegeran bertekên xwe bi dîmen belavkirin. Ji aliyê rojnameger û nivîskaran ve kampanyayek hatiye destpêkirin û bang li PDK’ê dikin ku agahî bidin. Lê belê li dijî van polîtîkayên zordar ên PDK'ê, aliyê siyasî ti helwest nişan neda. Îro yên herî zêde pêwîstiya bi rojnamegeran tînin siyasetmedar in. Lê rojnameger tênbinçavkirin, qetilkirin û revandin. Divê herî zêde ew bertek nîşan bidin lê qels dimînin. Di asta neteweyî de tu bertek nehat nişandin. Me hewl da ku bi rêya peyamên nivîskî xwe bigihînin saziyên parastina mafên rojnamevanên navneteweyî, lê me bersiv negirt. Banga me ji sendîkayên rojnamevan û çapemeniya azad a Kurdistanê re heye ji bo berdana Silêman Ehmed û ji bo ku ev bêedaletî zûtir bi dawî bibe dengê xwe derbixînin. Divê ku xwedî li Silêman Ehmed derbikevin. Pêwîste pirsa 'Silêman Ehmed li ku ye' berdewam be."
MA / Zeynep Dûrgût