AMED - Piştî biryara betalkirinê ya Dadgeha Bilind, doza Selçûk Mizrakli jinûve hate lidarxistin. Di dozê de li ser îfadeyên şahidekê din ku li dadgehê lê nehatiye guhdarîkirin, cezayê hefsê li Mizrakli hate birîn. Parêzera Mizrakli, Zulal Erdogan diyar kir ku meqamên darazê li gorî rêgezên herî biçûk ên hiqûqê jî tevnagerin û wiha got: “Ji ber nasnameya polîtîk a Mizrakli ev ceza hate birîn.”
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ji peywirê hatibû girtin û li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin. 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê hefsê dabû Mizrakli. Lê ev biryar ji hêla Dadgeha Bilind ve hatibû betalkirin û doz jinûve hat lidarxistin. Di doza jinûve de ji ber îfadeyên şahidekê din, heman ceza dîsa li Mizrakli hate birîn.
Bi hinceta ku dema Mizrakli Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tev li lijneyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûye doz hatibû vekirin. Mizrakli, bi awayeke negirtî dihat darizandin û di hilbijartinên 31’ê adara 2019’an de weke Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê hate hilbijartin.
Ji bo hilbijartinan 11 roj mabûn ku şahidê bi navê H.B.A. ku hat îdiakirin di dema qedexeyên derketina derve yên li Nisêbînê de tev li pevçûnan bûye, îfade dan. Şahidê eşkere H.B.A. di îfadeyên xwe de îdia kir ku dema Mizrakli li Amedê di nexweşxaneyeke taybet de dixebitî, endamekê PKK’ê yê birîndar emeliyat kiriye û wê demê ew jî li wir dixebitî. Piştşî îfadeyên H.B.A., derheqê Mizrakli de îdianame hate amadekirin û bi dosyaya KCD’ê re kirin yek dosya. Di 19’ê tebaxê de jî Wezareta Karên Hundir Mizrakli ji peywirê girt û li şûna wî qeyûm tayîn kir. Li ser îfadeyên H.B.A., di 22’yê cotmeha 2019’an de hate binçavkirin û girtin. Mizrakli bi awayeke girtî dihat darizandin û di 9’ê adara 2020’an de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê hefsê lê hate birîn.
Dadgeha Bilind, bi sedema ku lêkolîn kêm hatiye kirin cezayê li Mizrakli hatiye birîn betal kir. Di doza jinûve de îcar şahideke din derket holê. Şahidê bi navê U.A. ku li ser daxwaza polîsan derheqê gelek kesan de îfade da, di doza Mizrakli de jî derket holê. Şahidê eşkere U.A., îdia kir ku di dema hevşaredartiya Mizraki de ji bo Mîhrîcana Fîlm Amedê ya ji hêla Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn pere ji şaredariyê standine, ji bo geşta ji hêla rêxistina ciwanan a rêxistinê ve hatiye lidarxistin pere hatiye dayîn û şaredariyê alîkariya formayê daye. Li ser bingeha van îdiayan jî dadgehê di 29’ê mijdarê de 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza li Mizrakli birî.
Parêzera Mizrakli, Zulal Erdogan têkildarî pêvajoya darizandinê û cezayê hatiye birîn axivî.
Erdogan, bal kişand ser derhiqûqtiyên di dema îfadeyên şahidê ewil H.B.A de û wiha got: “Ji bo hilbijartinê 10 roj mabûn ku îfadeyên H.B.A. ya li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê dihat ragirtin hatin girtin. Gelek guman hene bê ka îfade çawa hatiye girtin. Dema li girteka îfadeyê dinêrî, eşkere dibe ku dozger bi nivîsa dest piştre îmze avêtiye, katîbê îfadeyê digire û îmzeya wî tune ye. Di 16’ê cotmeha 2018’an de dema li Girtîgeha Bunyanê dihat ragirtin, li girtîgehê îfadeyê dide şaxa TEM’ê. Di wê îfadeya xwe de dibêje ku ji sala 2013’an ve bi awayeke birêkûpêk bi şaxa TEM’ê re hevdîtinan dike, agahiyên di destê wê de bi wan re parve dike. Baş e ma heta 16’ê cotmeha 2018’an derheqê Mizrakli de tu îfade nedabûn? Nexêr, tu agahî nedane. Her wiha dema li Nisêbînê hatiye girtin yekser bûye îtîrafkar û li ser gelek kesan îfade daye. Lê derheqê Mizrakli de tu îfade nedaye. Anku dema 2016’an hatiye girtin, tu îfade nedaye. Di îfadeya xwe ya cotmeha 2018’an a li girtîgehê de derheqê Mizrakli de tu îfade nedaye. Lê dema 11 roj bo hilbijartinê dimînin, îfade daye. Ev mijar, mijareke girîng e. Di qeydên Lijneya Ewlekariya Sosyal de derket holê ku di dîroka qala wê dike de li nexweşxaneyê nexebitiye.”
ŞAHIDEKE NÛ DERKET HOLÊ
Bi domdarî Erdogan, diyar kir ku îfadeyên H.B.A. ji bo tayînkirina qeyûm û girtina Mizrakli hate bikaranîn û wiha pê de çû: “Dadgeha Bilind jî ji ber lêkolîna kêm, dosya xera kir. Piştî vê biryarê, ji bo hemû sedemên betalkirina biryarê lêkolîn hatin kirin lê derheqê Mizrakli de tu tiştek nehat dîtin. Anku hemû îdia û delîl têkçûn. Di rewşeke wiha de îcar îtîrafkarekê din derket holê an jî derxistin holê. Piştî îfadeya şahidê nû, bêyî li parastina Mizrakli were guhdarîkirin tavilê doz vekirin. Di 12’ê hezîranê de tam di roja danişînê de îdianameyeke nû hate amadekirin. Li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran doz hate vekirin. Haya me parêzeran ji vê tune bû. Dema em di danişînê de doz hatiye vekirin. Di heman rojê de biryara yekkirina dosyayê tê dayîn. Me piştre ev yek li ser UYAP’ê ferq kir. Teblîxata wê piştre hate kirin.”
‘ARASTEKIRINEKE JI BO ASTENGKIRINA TEHLIYEYÊ YE’
Di berdewamê de Erdogan wiha got: “Ferq kirin ku ji hêla hiqûqî ve neçarin ku Mizrakli berdin. Lewma derxistina îtîrafkarekê nû, ji bo astengkirina teyliyeyê bû. Piştî biryara Dadgeha Bilind, her kes li benga berdana Mizrakli bû. Di 5’ê îlonê de bêyî agahî bidin parêzeran li şahidê nû hatiye guhdarîkirin. Dema ez çûm dadgehê û min pirsa ewraqên nû kirin jî negotin wê rojê li şahidan hatiye guhdarîkirin. Bi tu awayî agahî nedan. Li ser SEGBÎS’ê bi awayeke derhiqûqî li şahid U.A. hatiye guhdarîkirin. Me îtîraz kir. Dadgehê biryar da ku di hizûrê de li şahid U.A. were guhdarîkirin û li ser SEGBÎS’ê dîsa lê hate guhdarîkirin. Di danişîna biryarê de hêj li şahid U.A. nehatibû guhdarîkirin ku dozger mutalaaya xwe ya amadekirî di flaş belekê de da dadgehê. Dozger, di danişînê de flaşa xwe xist komputerê. Belkî şahid nehatibûya, belkî îfadeya xwe biguheranda. Lê xuya bû ku piştrast bû û mutalaa li gorî îfadeyên 5’ê îlonê hatibûn amadekirin.”
‘SEDEMA WÊ NASNAMEYA POLÎTÎK E’
Herî dawî jî Erdogan ev tişt anî ziman: “Heke Mizrakli namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê nebûya, dê îfadeyên çêkirî yên H.B.A. nebûna. Di rewşeke wiha ya ewqas derhiqûqtî hene de gelo ma dikare biryara girtinê were dayîn? Di doza Mizrakli de daraz li gorî rêgezên hiqûqê yên herî biçûk jî tevnegeriya. Sedema girtina Mizrakli jî nasnameya wî ya polîtîk e.”