Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Yên ku çavkaniya wan heqîqet, tune nabin

  • rojane
  • 11:12 3 Kanûn 2023
  • |

STENBOL - Edîtora rojnameya Yenî Yaşamê Reyhan Hacioglû di bîranîna 29’emîn salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê de axivî û wiha got: “Yên ku çavkaniya xwe ji heqîqetê digirin tu caran tune nabin.” 

Rojnameya Yenî Yaşamê, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ( MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi boneya 29’emîn salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê di 3’yê kanûna 1994’an de, li pêşiy avahiya rojnameyê ya berê ya li Kadirgayê bernameya bîranînê li dar xist. Di bîranê de pankarta “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” û wêneyê Ersîn Yildiz ê di êrişê de hatibû qetilkirin hate vekirin. Gelek rojnameger û nûnerên rêxistinên pîşeyî tev li bîranînê bûn. Di heman demê de Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û gelek kes tev li bernameyê bûn. Di bîranînê de gelek kesan dirûşmên “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin”, “Şehîd namirin” û “Zext nikarin me têk bibin” hatin berzkirin. 
 
Edîtora rojnameya Yenî Yaşamê Reyhan Hacioglû di bîranînê de diyar kir ku komara tirk ji ber “zilma xwe ya li gelan, muxalîfan, şoreşgeran û rojnamegeran” binavûdeng bûye. Hacioglû, wiha domand: “Gelek ji me ji ber rojnamegerin dizanin; li pêşiya me her tim dosyaya me ya kronolojiyê heye. Ji bo ku tu yek ji wan ji bîr nekin, ji bo ku kesên me winda kirine ji bîr nekin û bêrêziyê li wan nekin, dilê me dilerize. Ji Sansaryan Hanê heta Zindana Hejmar 5 a Amedê, ji Keleha Sînopê heta hucreyên Metrîsê, her roj bi bîranîna tiştên xerab ên vê komarê bi serê me anîn derbas dibin. Bêguman, di heman demê de slvegera berxwedana me jî ye. Ma bû çend roj ku me qetilkirina Tahir Elçî lanet kir? Sê-çar hefte piştre jî bîranîna Roboskê ye.”
 
 'FAÎL DIYAR IN’
 
Hacioglû bi bîr xist ku di êrişê de xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da û wiha domand: “Di êrişê de plana komkujiyê hatibû kirin. Faîlên êrişê diyar in. Ne ji bo tirsandinê, ji bo tunekirinê êriş kirin. Ev yek bi eşkereyî di belgeyên fermî de gotin. Piştî 29 salan lê binêrin bê ka Çapemeniya Azad li ku  ye? Di demeke ku hûn bi rojnamegertiya derewan û rantê dikin, zarokên me yên di 1994’an de ji dayik bûn mezin bûn. Peyrêyên Apê Mûsa û Gurbetellî Ersozan tevî bedelên giran jî hîn bûn û hîn kirin. Ji wê rojê heta niha êriş berdewam in. Îro jî bi dehan hevalên me yên di girtîgehan de pênûsa xwe nafiroşin û xizmetkariya rastiyê dikin. Ji ber ku yên di nava gel de û çavkaniya xwe ji heqîqetê digirin tu caran tune nabin. Me soz dabû Ersînê xwe ku em ê tu caran serî netewînin.” 
 
‘MEDYAYEKE PIR MEZINA ÇAPEMENIYA AZAD HEYE’ 
 
Rojnameger Huseyîn Aykol jî qala tiştên wê demê qewimîn. Aykol, wiha got: “Dema em li bûyeran dinêrin, îşaretên ku dewletê ev êriş kiribû hene. Piştî teqînê avahiya me bi temamî tune bûbû. Digotin qey em êdî nadomînin. Divê ez xwerexnedayîna xwe bidim ku dema serê sibehê hatim wê derê, min got êdî em nikarin bidomînin an jî heke bidomînin jî dê demekî dirêj piştre bidomînin. Piştre Gultan Kişanak li min geriya û me rojnameyeke ji çar rûpelan pêk dihat amade kir. Me domand. Wan jî serî li girtina midûrên me yên karên nivîsan kirin. Me li dijî vê kampanya da destpêkirin. Niha jî medyayeke pir mezin a Çapemeniya Azad heye.” 
 
'ÇAPEMENIYA AZAD NAYÊ BÊDENGKIRIN’
 
Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îşê Farûk Eren jî da zanîn ku di her serdemê de rojnameger hatin qetilkirin û girtin û wiha pê de çû: “Niha avahiyên rojnameyan bombe nakin lê rojnamegertiyê tune dikin. Gelek hevalên me niha tên darizandin. Abdurrahman Gok, Sedat Yilmaz û Dîcle Muftuoglû çendek ji wan in. Derba herî mezin li Çapemeniya Azad dan. Lê tevî êrişan jî ev kevneşopî mezin bû. Niha tevî zextan jî nûçeyan çêdikin. Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin.” 
 
‘JI RASTIYAN TAWÎZ NAYÊ DAYÎN’
 
Li ser navê MKG’ê jî Midûra ji Karên Nivîsan Berpirsyar a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever axivî û hemû şehîdên çapemeniyê bi bîr anî. Yurtsever, wiha domand: “Weke kesên li ser kevneşopiya Çapemeniya Azad dixwazin vê bibêjin; heke em bi bombeyan bên qetilkirin jî dê tu caran ji rastiyan tawîzê nedin. Ya ku Çapemeniya Azad dike, têkoşîna heqîqetê ye. Weke peyrêyên Gurbetellî Ersoz, Nagihan Akarsel û Ayfer Serçeyan em ê têkoşîna heqîqetê bidomînin.”
 
Yurtsever, ji bo dozên rojnamegeran ku dê vê hefteyê dest pê bikin jî bang kir. 
 
‘EM Ê HEVALÊN XWE JI BÎR NEKIN’
 
Hevserokê DFG’ê Serdar Altan jî got ku Çapemeniya Azad li ser bingeha kevneşopiyeke mezin hatiya avakirin û ev tişt anî ziman: “Em ê wan hevalên xwe yên ev ava kirin ji bîr nekin. Em ê Ersîn Yildiz ji bîr nekin. Em careke din vê êrişê şermezar dikin. Em dibêjin ku bila hemû kes mil bide milê Çapemeniya Azad û vê têkoşînê bidomîne.” 
 
'ÇÎLLER FERMAN DA’
 
Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek jî wiha got: “Fermana vê komkujiyê ji hêla serokwezîra demê Tansu Çîller ve hate dayîn. Çîller îro jî tev li mitîngên îktîdarê dibe. Her wiha muxalefeta ku qaşo demokrasiyê diparêze, têkildarî tarîtiya salên 90’î tu têkoşîna heqîqetê nade. Bi wesîleya vê bîranînê em careke din bang li îktîdarê dikin; heta ku ji îktîdarê heta muxalefetê heta dîroka komkujiyê ya vî welatî neyê parvekirin û ronîkirin, mimkin nîne ku ev pergal demokratîk bibe.”
 
ÇÛN SERDANA GORA YILDIZ
 
Piştî daxuyaniyê, beşdaran qurnefîl danîn cihê bombe lê hatiye teqandin. Herî dawî jî beşdar çûn Goristana Yeşîl Pinar a Alîbeykoyê û gora Ersîn Yildiz ziyaret kirin. 
 

Sernavên din

03/12/2023
15:39 Ji Komeleya Ekolojiyê ya Amedê ‘Bazara Pevguhertinê’
15:30 Turk: Têkoşîna me têkoşîna azadiyê ye
Aydenîz: Heta tecrîd bi dawî nebe dê azadî neyê
15:03 Li Amedê agir bi otobûseke rêwiyan ket
14:59 Rewşa Makbûle Ozer dê sibe zelal bibe
14:58 Di wesayîta li Kerboranê ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin de teqîn çêbû
14:48 Şîna Azad Satilmiş ê cenazeyê wî di qutiyê de hatibû dayîn bi girseyî hat ziyaretkirin
14:39 Rapora girtiyên nexweş: Rewşa wan giran dibe
13:42 Yuksekbag û Okali ên bi hev re hatibûn girtin piştî 30 salan bi hev re hatin berdan
13:32 Tecrîda Îmraliyê di rojeva Parlamentoya Norveçê de ye: Divê CPT rapora xwe biweşîne
13:16 Hatîmogûllari: Divê kotaya îstîhdamê ya ji bo astgengdaran ji sedî 10 be
12:25 Hejmara 3’yan a Bûltena Tecrîdê derket
12:01 Li Mûşê bi ser malan de hate girtin
11:55 OHD: Tecrîdê bi dawî bikin, daxwazên girtiyan bi cih bînin
11:12 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Yên ku çavkaniya wan heqîqet, tune nabin
10:51 Ji bo 3 rojnamegerên girtî dê li 3 bajaran daxuyanî bên dayîn
10:46 MYK’a HEDEP’ê bi rojevên girîng civiya
10:39 Ji edîtorê Rojnewsê Ehmed 40 roj in tu agahî nayên girtin
10:39 Kovara Jinê bi berga ‘Karesat jî di nav patriyarkayê de ne’ derçû
10:28 Tîryakî: Dê li 200 navendan pêşhilbijartin bên kirin
09:47 Greva birçîbûnê di roja 7’an de didome
09:36 Rêvebereke din ê rêxistina sûc li Stenbolê hate girtin
09:09 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Em nikarin çayekê jî vexwin
09:07 Banga ji bo danişîna rojnameger Muftuoglû, Gok û Yilmaz: Em ê rojnamegeriyê biparêzin
09:05 Qeyûmê bajêr qedandî vê carê jî çav berdaye boriyên binerdê
09:04 ‘Greva birçîbûnê peyamek e ji dînamîkên civakî re'
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2023'YAN
02/12/2023
19:55 Rapora meha Mijdarê ya DFG'ê: Di 52 dozan de 93 rojnameger hatin darizandin
17:33 MYK’â HEDEP’ê ji ber mijarên sereke sibê dicive
17:19 Mitînga KESK’ê ya Kartalê: Ne budçeya sermayeyê ya gel
16:50 Parlamenterê HEDEP’ê Ocalan: Çavê kurdan li Îmraliyê ye
16:42 ‘Girtiyê nexweş Akbaba yê 31 sal in girtî ye nayê darmankirin’
16:13 'Parastina Dayikên Şemiyê parastina mafên mirovan e'
15:48 Çevîrmen: ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da girtiyê dikeve diyalîzê
15:19 Kekê wî di bin çavan de qêrîna wî bihîst, 29 sal in aqûbeta wî nayê zanîn
14:58 ÎHD'ê aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsî
14:50 Girtiyên di çalakiyê de peyam şandin: Dem dema ji polîtîkayên şer re bêjin “na” ye
14:26 Cenazeyê Ozbey a li herêma Marûnisê jiyana xwe ji dest dabû, hate veşartin
14:03 Mitînga herêmî ya Amedê ya KESK’ê: Em bi 'jin, jiyan, azadî'yê li vir in
13:55 HEDEP’ê ji bo kongreya Mêrdînê banga tevlibûnê kir
13:54 Ji bo Ozer a 81 salî bang kirin: Bila pêvajoya ATK’ê jinûve dest pê bike
13:09 Komeleya Ekolojiyê dê ‘Bazara Pêvguhertinê’ li dar bixe
13:02 Serdana malbata Elçîçek kirin
12:46 39 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
12:24 Yuksekbag ê 30 sal in girtî bû hate berdan
11:52 Li Bedlisê zêdetirî 50 kesan hatin girtin
10:33 Îsraîl ji hewayê êrişî Sûriyeyê kir
10:15 Kuçukbalaban: Heke tecrît dom bike wê gengeşiyên civakî derbikevin
09:56 Girtî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin
09:54 Gerînendeyê Weşana Giştî yê Evrenselê yê nû bû Hakki Ozdal
09:41 Dayika ku cenazeyê keça xwe di kartonê de wergirt: Dewlet çi bike ji tirsa xwe dike
09:20 Di ser bombekirina Ozgur Ulkeyê re 29 sal derbas bûn: Ev agir sînor jî derbas kirin
09:17 Qeyûm 20 milyon TL lê xerc kir, paşê bêheq dewr kir
09:13 Siyasetmedaran ji bo greva birçîbûnê bang kirin: Bibin dengê wan
09:09 Çalakiya girtiyan di roja 6'emîn de didome: Daxwazên wan daxwazên me ne
09:07 Qeyûmê Êlihê di 2 salan de bi bihayê 34 milyon TL'yî 3 îhale dane heman şîrketê
09:04 Parêzerê Eser ê ku polîs ew kuşt: Cezayê heq kiribû nehat birîn
09:02 Ji Hevdîrektorê MLSA'yê Ok banga ji bo danişînên rojnameger Yilmaz, Muftuoglû û Gok
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2023'YAN
01/12/2023
22:17 Lîstika “Çinûr” promiyera xwe kir
19:36 Agirbest bi dawî bû: 109 filistînî hatin kuştin
17:07 Nerazîbûnên li dijî biryara girtina ji peywirê: Em bi TTB'ê re ne
16:25 Di Nobeta Aştiyê de banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ hate kirin
16:06 Dê mutalaya doza Modernîteya Demokratîk were amadekirin
15:55 Turkdogan: Bedelê neçareserkirina pirsgirêka kurd 4 trîlyon dolar e
15:50 Girtiyê ji sedî 90 astengdar ji bo Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye
15:45 Xebatên lêgerînê yên ji bo zaroka 15 salî di roja 5’an de didomin
15:37 HEDEP’ê ji bo Makbûle Ozer serî li ÎHÎK’ê da
15:26 Hevdîtinên mûçeya kêmtirîn taloqî 11’ê kanûnê hatinkirin
15:23 Ji girtiyê xwest tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe 135 hezar TL xwestin
14:00 Doza li Komîteya Amadekar a Newrozê hatibû vekirin hat taloqkirin
13:47 Kesên li Nisêbînê hatibûn binçavkirin sewqî Mûşê hatin kirin
13:45 Cenazeyê Elçîçek ku di qartonê de radestî malbata wê kirin hate definkirin
13:03 ATK’ê ji bo Ozer a 81 salî û nexweş got ‘dikare di girtîgehê de bimîne’
12:38 Leşkeran barîkat danîn ber karkerên li ber xwe didin
12:12 Gelê Amedê piştgirî da Mizrakli: Em ê li ser sindoqê bersivê bidin
12:01 Bakirhan: Kesên kurdan qebûl nekin dê teqez li ser vê axê winda bikin
11:56 Malbata Ocalan û vasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:55 Ji bo Can Atalay cara duyemîn serî li AYM’ê dan
11:35 Li Bedlîsê 22 kes hatin girtin
11:12 Berdevka Meclisa Jinan Turkoglû: Yên ku dê bajarên xwe birêve bibin em jin in
11:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 5’an de berdewam dike
10:49 Parêzerê Mizrakli: Ji ber nasnameya wî ya polîtîk ceza lê hate birîn
09:56 Li Xezeyê agirbest nehat dirêjkirin
09:46 Teqwîma hilbijartinên rêveberiyên herêmî hate weşandin
09:32 Di budçeya ‘edaletê’ ya Wezareta Dadê de 12 girtîgehên nû hene
09:22 Girtiyê nexweş Tanboga 29 roj in li nexweşxaneyê tê ragirtin: Rewşa wî giran e
09:06 Turkmen: OSB veguherîne kampên koleyan
09:05 Înfaza Hatîce Çakmak a 30 sal in girtî ye hat şewitandin
09:04 Qeyûmê Yenîşehîrê bi 9 milyonan miqarne stendiye!
09:03 Dozên 3 rojnamevanan dest pê dikin: Em li cem hevpîşeyên xwe ne
09:02 Gund di nava toza komirê de maye: Rayedar xwe li nedîtinê datînin
09:01 Li Cizîrê noqavên heyî di mudaxilekirinê de qels in
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:52 Li Nisêbînê 2 kes hatin binçavkirin
30/11/2023
20:49 Endamên Konseya Navendî ya TTB'ê ji wezîfeyê hatin girtin
20:34 Doza Kobanê: HDP’ê li dijî êrişên DAÎŞ'ê roleke mirovî lîst
17:33 Şenyaşar sûcdarî qebûl nekirin
16:58 Cenazeyên Menfîet Elçîçek û Azad Satilmiş dan malbatên wan
16:44 Bi rapora ATK’ê Ozer a 81 salî dê dîsa bikeve girtîgehê
16:12 Fîncanci: Em li ser peywira xwe ne