DÎLOK - Fatma Becet, dayika Ayten Beçetê ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li girtîgehê dawî li jiyana xwe anîbû, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û got: "Em naxwazin ev bar tenê li ser milê girtiyan be."
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 8’ê Mijdara 2018’an de bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di 30’yê nîsanê de veguherîbû rojiya mirinê. Di dema van çalakiyên greva birçîbûnê de ku 200 rojî dewam kiribûn, Zulkuf Gezen (33), di 17'ê Adarê de li dijî tecrîda li Îmraliyê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê; Ayten Beçet (24) di 23'ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê; Zehra Saglam (23) di 24'ê Adarê de li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Oltûyê; Medya Çinar (24) di 25'ê Adarê de li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê; Yonca Akici di 9'ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê; Siraç Yuksek di 2'yê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2 ya Osmaniyeyê û Mahsum Pamay jî di 5'ê Nîsanê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1'ê ya Xarpêtê de li dijî tecrîda Îmraliyê dawî li jiyana xwe anîbûn.
Di encama çalakiyan de parêzerên Rêberê PKK'ê Ocalan piştî 8 salan di 2-22'yê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de 5 caran bi muwekîlên xwe re hevdîtin kirin. Li ser banga Abdullah Ocalan greva birçîbûnê û rojiya mirinê di 26’ê Gulanê de bi dawî bû. Piştî wê herî dawî Abdullah Ocalan di 25'ê Adara 2021'ê de bi rêya telefonê hevdîtin bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kir ku ev hevdîtin jî di nîvî de qut bû. Ji wê çaxê heya niha, 988 roj in, tu xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin.
Ji girtiyên ku dawî li jiyana xwe anîn yek jê jî Ayten Beçet bû ku di nameya li pey xwe hiştibû de ev tişt gotibûn: “Dema ku ez difikirîm ku mirov dê çawa bi awayekî rast bibe bersiv ji pêvajoyê re, di 17’ê Adara 2019’an de Heval Zulkuf Gezen rê min da ku ku mirov çawa dibe bersiv û û kesên bixwazin azad bibin û tecrîdê bişikînin, dê tu astengî nikaribin pêşî li ber wan bigirin.Bi soza ku min dabû Rêbertiyê û bi hayjêhebûna vê ez beşdarî vê pêngavê bûm. Min di şexsê xwe de hemû gelê kurd, gelê Botanê û metropolan bi awayekî xurttir û bi zanebûnî tev li vê pêngavê kir. Di şexsê Heval Zulkuf de ji bo paqijkirina xwe û şikandina tecrîdê divê hîn bêhtir dengê xwe bilind bikin. Ev cara yekem e ku ez xwe ew qas azad hîs dikim. Bi heyecana hevdîtina bi Rêbertiyê re, bi hêviya bi jiyaneke rûmetir û watedartir mezinkirina xeleka berxwedanê ya ku fermandarê min Heval Zulkuf ew mezin kir bibim bersiv ji pêvajoyê re. Bijî berxwedana zindanan. Bimre komploya navdewletî û tecrîd."
'BILA KEZEBA KESÎ NEŞEWITE'
Dayika Ayten Beçet ku di 23’ê adara 2019’an de dawî li jiyana xwe anî, Fatma Beçet têkildarî grevên birçîbûnê yên di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê hatin destpêkirin û xebernegirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan , ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
Beçetê diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di zûtirîn demê de were rakirin û azadiya wî ya fizîkî bêmisogerkirin û got: “Em dilşikestî ne, em naxwazin kezeba tu dayikê bişewite. Divê dayik bi hatina cem hev û alîkariya hev rê nedin vê yekê. Kurd, tirk, çi netew bin bila bibin, bila êdî çavên dayikan hêsiran nebarînin."
'DÊ POLÎTÎKAYA TECRÎDÊ BI SER NEKEVE'
Beçet, protestoyên di 8’ê Mijdara 2018’an de bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê dest pê kirin û di 30’yê Nîsana 2019’an de veguherîn rojiya mirinê û 200 roj dewam kirin, bi bîr xist û got ku ji nü ve destpêkirina tecrîdê nayê qebûlkirin. Beçetö got: “Ez kesên di parastina tecrîdê de xwedî rol in, şermezar dikim. Îro tecrîd li hemû girtîgehan heye. Ev polîtîkayên qirêj dê bi ser nekevin. Ji ber ku em dibêjin bila zarok nemirin û xwîn neyê rijandin, tecrîd kûrtir dibe û şer didome. Divê hemû dayik ji vê tecrîdê û vî şerî re bêjin na.”
BANG YÊN LI DERVE KIR
Beçet, anî ziman ku dema di televîzyonê de dîtiye ku girtiyên siyasî li girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê dest bi greva birçîbûnê kirine hestiyar bûye û got: “Em naxwazin ev bar tenê li ser girtiyên di girtîgehan de bimîne. Ger birêz Ocalan azadiya xwe ya fîzîkî ji nû ve bi dest bixe dê aştî pêk were. Daxwazên girtiyan daxwazên me ne. Divê kes girtiyan bi tenê nehêle û li her derê dengê xwe bilind bike. Divê dayikên leşkeran jî ji bo aştiyê çi ji destê wan bê bikin. Divê her kes li dijî vê tecrîdê rabe ser pêyan. Ger tecrîd neyê şikandin aştî pêk nayê. Heta ku tecrîda li Îmraliyê neyê rakirin, tecrîda li ser me jî nayê rakirin. Em aştiyê dixwazin. Em ji kesî daxwaza tiştekî neheq nakin. Daxwaza aştiyê mafê me yê herî rewa ye."
MA / Emrûllah Acar