RIHA - Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Cengîz Yureklî diyar kir ku Îmrali laboratuareke demokasiyê ye û wiha got: “Sepanên li wir dikevin meriyetê, li seranserî Tirkiyeyê dikevin meriyetê.”
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baroya Rihayê panela “Li Rojhilata Navîn pirsgirêka kurd û tecrîd” li dar xist. Panel li eywana baroyê hat lidarxistin. Moderatoriya wê Rêveberiya Navenda Giştî ya OHD’ê Ayşe Şehrîban Demîrel kir. Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Mîthat Sancar weke axêver tev li panelê bûn.
SANCAR: GELEK KRÎZAN ELEQEYA XWE BI PIRSGIRÊKA KURD RE HEYE
Sancar, rabûrdiya dîrokî ya pirsgirêka kurd vegot û ev tişt anî ziman: “Pirsgirêka kurd, yek ji girîngtirîn pirsgirêkên Rojhilata Navîn e. Dema ji hêla mafên mirovan ve mirov lê dinêre, bi binpêkirina mafê nasnameyê dest pê dike. Gelek krîz û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, yekser eleqeya xwe bi pirsgirêka kurd re hene. Dewletên ku yeknetew û yekzimaniyê diparêzin, serî li înkarê didin. Polîtîkayên wan ên neçareseriyê, weke tunekirin, înkar û zextan derdikevin pêş.”
Bi domdarî Sancar bal kişand ser aliyên çandî û aborî yên pirsgirêka kurd û wiha pê de çû: “Nêzikatiya di çarçoveya ewlehiyê de ya li dijî kurdan, dibe sedema xizanbûna hemû kedkaran.” Her wiha Sancar li ser tayînkirina qeyûman û eleqeya vê ya bi pirsgirêka kurd re.
Her wiha Sancar êrişên Tirkiyeyê yên li ser dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî nirxand. Sancar, wiha got: “Israra di polîtîkayên neçareseriyê de, tecrîdê girantir dike. Di navbera çareseriya demokratîk, aştî û tecrîdê de girêdanek heye. Êrişên li dijî destkeftiyên kurdan, krîzên heyî girantir dikin. Heke polîtîkayên şer biterikînin, dê ji hêla aborî ve pêşketineke giştî çêbibe. Çareseriya esasî, daxwaz û îradeya bihêz û komî ye.”
‘TÊGEHA HIQÛQA DIJMINATIYÊ KÊM DIMÎNE’
Parêzer Cengîz Yureklî jî got ku armanca tecrîda li Îmraliyê ew e ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bidin jibîrkirin û ev nirxandin kir: “Beşeke derdorên li Tirkiyeyê ji xwe re dibêjin ‘demokrat’ naxwazin tecrîdê bibînin. Ev kes durûtiyê dikin. Rewşa birêz Ocalan tê de dijî mirov nikare tenê weke hiqûqa dijminatiyê pênase bike. Ev yek kêm dimîne. Ji bo Îmraliyê mewzûateke cuda nîne. Her girtiyek xwedî çi mafan bin, divê yên li Îmraliyê jî xwedî heman mafan bin. Lê tiştekî wiha nîne. Piştî birêz Ocalan, statûya Îmraliyê hate tunekirin. Îmrali ne tenê girtîgeheke. Veguherandin cihekî wisa ku diyalektîka şer û aştiyê li wir tê avakirin. Komplo û Îmrali, berhema aqilekî navneteweyî ye.”
Yureklî, têkildarî tecrîdê agahiyên berfireh parve kir û wiha domand: “Li Îmraliyê tu venêrînek tune ye. Bûdçeya ji bo wê derê tê veqetandin û hejmara leşkerên li wir nayê zanîn. Îmrali, laboratuareke demokrasiyê ye. Her sepana li wir dikeve meriyetê, li tevahiya Tirkiyeyê dikeve meriyetê.”
'ÎMRALI DI BIN BERPIRSYARTIYA EWROPAYÊ DE YE’
Yureklî, bal kişand ser rewşa girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş û wiha pê de çû: “Bi tu awayî nikarin mafên xwe bi kar bînin. Eleqeya wan a bi cîhana derve re bi temamî hatiye qutkirin. Ev yek îşkence ye. Hem li gorî qanûnên navxweyî hem jî yên navneteweyî ev yek sûc e. Nabe ku di tu rewşan de ev yek bê sistkirin. Ji bo îşkenceya li Îmraliyê qanûnên çêker tên derxistin û hewl didin rewa bikin.”
Parêzer Yureklî bi lêv kir ku tu bingeheke biryarên qedexeyan nînin û wiha got: “Ya ku li Îmraliyê tê kirin tundî ye. Ev tundî li dijî her kesî ye. CPT dikare biçe serdana Îmraliyê. Kengî bi saya têkoşîna civakî tecrîd hinek sivik bibe, diçe hevdîtinê dike û weke ku wan kiribe nîşan didin. Îşkenceya heyî bi hiqûqê tê domandin. CPT û DMME sûc dikin. Raporên CPT’yê yên 25 salan hene. Biryarên beriya niha hatine dayîn hene. Mafên girtiyên li Îmraliyê hene ku tiştên dijîn CPT’yê re ragihînin û ji DMME’yê re pêşkeşiyê bikin. Lê nahêlin van mafên xwe bi kar bînin. Haya CPT û DMME’yê ji van heye lê tiştekî nakin. Îmrali ne tenê di berpirsyartiya Tirkiyeyê lê di berpirsyartiya Ewropayê de jî ye.”
Panel, bi pirs û bersivan bi dawî bû.