AMED - Dadgeha herêmî doza eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî red kiribû. Dadgeha Îstînafê jî biryara redkirinê “teqez” erê kir. Ji neviyên Şêx Seîd, Kasim Firat diyar kir ku dê serî li AYM’ê bide.
Dadgeha Îstînafê, Baroya Amedê, Komeleya Pewerde Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd û nevî û vasiyê Şêx Seîd Kasim Firat ji bo cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên di sala 1925’an de hatin qetilkirin bên eşkerekirin, li Wezareta Karên Hundir doz vekiribûn. Dadgeha herêmî jî doz red kiribû. Biryara dadgeha herêmî, ji hêla Dadgeha Îstînafê ve jî hate erêkirin. Di dozê de Wezareta Karên Hundir îdia kiribû ku li gel wan belge û agahî tune ne û aliyekê bûyerê nînin. 5’emîn Dadgeha Îdareyê ya Enqereyê jî doz red kiribû. Li ser vê yekê aliyê dozdar ji bo xerakirina biryarê serî li Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Enqereyê da.
12’emîn Daîreya Dozan a Îdareyê ya Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Enqereyê daxwaz lêkolîn kir û biryara redkirinê ya dadgeha herêmî “teqez” erê kir. Ji ber ku biryara “teqez” hate dayîn, ji neviyên Şêx Seîd, Kasim Firat amadekariyan dike ku bi awayeke şexsî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bide.
‘EV FERMANEKE’
Firat, biryara hatiye dayîn nirxand û got ku li benda encameke wiha bûn. Firat, diyar kir ku Şêx Seîd û 46 hevalên wî bi awayeke derhiqûqî hatin bidarvekirin û wiha got: “Her wiha navê Şêx Seîd jî hat îstîsmarkirin. Li rexekî Wezareta Karên Hundir daxwaza redkirina dozê dike, li hêla din jî qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin navê Şex Seîd li bûlwarekê dike. Ev yek, îstîsmar e. Beriya hilbijartinê dê biçî navê Şêx Seîd li bûlwarekê bikî. Gelo dê ji vê re bibêjin çi? Dewleteke ucube ya nakokiyên wê hene. komar, li ser bingeha înkar û tunekirinê hatiye avakirin. Bi ser re 100 sal derbas bûne. Dê 46 kesan bi biryara dadgeheke neadil bidarve bikî û piştre jî bibêjî; ‘di dest min de agahî nînin, cihê wan nizanim. Em ji vê berpirsyar nînin. Haya me jê tune ye.’ Em ji van gotinan qet bawer nakin. Ev, fermaneke.”
‘DÊ WEKE AMÛREKE SIYASÎ BI KAR BÎNIN’
Firat, axaftina xwe wiha qedand: “Hem li hundir hem jî li derve ji bo serweriya xwe mijara kurdan bi kar tînin. Ev rewş ji bo kurdan encamên bitendurist nayîne. Dê rewşên têkildarî kurdan weke amûreke siyasî bi kar bînin. Nebawerim biryareke bitendurist were dayîn. Ji ber ku biryara Dadgeha Îstînafê teqez e, rêya îtîraza li Dadgeha Bilind hate girtin. Lê weke serlêdana şexsî em ê serî li AYM’ê bidin. Ne bawerim encamek jê derkeve. Heke AYM jî biryareke neyînî bide, em ê serî li dadgehên navneteweyî bidin. Heke ew jî nebû em ê bi rêbazên xwe xwedî li cihên cenazeyên xwe derkevin. Ew, rûmeta me ne. Em ê heta dawiyê biçin û encamekî bi dest bixin.”