STENBOL - Dayikên Şemiyê de çalakiya xwe de aqûbeta Îhsan Haran ê 29 sal berê hatiye windakirin pirsîn û xwestin ku necezakirin û înkara li ser dosyayê bê bidawîkirin.
Dayik/Mirovên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkkirin û darizandina faîlên wan, di hefteya 977’an de li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Xizmên Windakiriyan wêneyên windakiriyan û qurnefîl hilgirtin.
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îhsan Haran hate pirsîn ku di 24’ê kanûna sala 1994’an de dema li Amedê ji bo biçe kar ji malê derketibû û êdî venegeriyayî û bavê 3 zarokan bû hate pirsîn.
DAYIKA XWE YA WEFAT KIRÎ BI BÎR ANÎ
Di daxuyaniyê de ji ewil Feyyaz Yaman axivî ku kekê wî Husametttîn Yaman di bin çavan de hatibû windakirin. Yaman, wiha got: “Di serî dayika xwe Safet Yaman ku demek berê jiyana xwe ji dest daye bi bîr tînim. Dayikeke din jî bêyî ku zarokê xwe bibîne wefat kir. Heke Husamettîn bijiya dê 40 salî bûya. Dayika min her salê di rojbûna wî de nîşeyek digirt. Êdî hêviya xwe winda kiribû û digot; ‘êdî ez û Husamettîn dê di bin axê de hev bibînin.’ Ev erdnîgarî her tim bû erdnîgariya ku ne tenê zarok û dayik û bavan ji hev veqetîne, di heman demê de hestiyên wan jî ji hev dûr xist. Bi sala ye em vê êşê vedibêjin. Divê berpirsyar bizanin ku dê hesaba vê bidin.”
SERLÊDAN BÊENCAM MAN
Daxuyaniya vê hefteyê Besna Tosun xwend ku bavê wê Fehmî Tosun di bin çavan de hatibû windakirin. Tosun, da zanîn ku Îhsan Haran car bi car diçû kar û nedihat lewma malbata wî nevegera wî ji ewil weke tiştekî asayî pêşwazî kir. Tosun wiha domand: “Di 27’ê kanûna 1994’an de gundiyê wî F.H. hate mala Haran. Ji wan re got ku polîsên biunîforma di 24’ê kanûna 1994’an de hatine qada înşaetê, kontrola nasnameyan kirine û piştre jî Îhsan binçav kirine û birine. Li ser vê agahiyê, hevjîna wî Nesîbe Haran hewl da ji Dozgeriya Komarê ya Dadgeha Ewlekariya Dewletê re daxwazname bişîne. Malbat nêzî du mehan hewl da lê ji ber ku polîsan ew asteng dikirin, nekarîn serlêdanê bikin. Serlêdanên wan ên ji bo walîtî û midûriyeta emniyetê jî bêencam man.
PÊVAJOYA HIQÛQÎ
Nesîbe Haran ku nekarî xwe bigihîne dozger, ji bo dîtina hevjînê xwe li girtîgehên derdorê geriya. Kesekê ku li Qawîşa 31’an a Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dihat ragirtin û nexwest navê xwe bide, got ku Îhsan Haran di bin çavan de dîtiye. Zext û gefên mezin li malbatê hatin xwarin û malbatê di sala 1995’an de bi rêya Şaxa ÎHD’a Amedê serî li DMME’yê das. DMME’yê ji hikûmetê agahî xwest û Dozgeriya Komarê ya Amedê di 26’ê sibata 1996’an de têkildarî îdiayan lêpirsîn da destpêkirin. Di 21’ê çileya 1998’an de jî dozgeriyê bi hinceta ku delîleke ku Îhsan Haran di bin çavdêriya polîsan de ji holê nehatiye rakirin nehatiye peydakirin, biryar da ku hewcehî bi lêpirsîneke pêş nîne.
BOLA ÎNKAR Û NECEZAKIRIN BI DAWÎ BIBIN
Ji ber zextên giran, şahidan li DMME’yê îfade nedan. Ji ber ku Tirkiyeyê têkildarî windakirina Îhsan Haran lêpirsîneke baş nekir, DMME’yê biryar da ku Tirkiyeyê xala 2’yan a PMME’yê binpê kiriye. Ji tetîkkêşên JÎTEM’ê Abdulkadîr Aygan di çileya sala 2009’an de got ku Îhsan Harran li JÎTEM a Amedê hatiye lêpirsîn û li ser fermana Fermandarê Komê yê JÎTEM’ê Abdulkerîm Kirca hatiye înfazkirin. Lê tevî vê yekê jî di dosyayê de pêşketine çênebû. Di sala 29’emîn a windakirina Îhsan Haran de em careke din bang dikin ku dawî li polîtîkaya necezakirin û înkarê bînin. Çend sal derbas bibin jî em ê aqûbeta windakiriyan bipirsin û têkoşîna xwe bidomînin.”