Namzetên hevşaredariya spasiya xelkê Şirnexê kirin: Îtîrazên me didomin

  • rojane
  • 10:28 2 Nîsan 2024
  • |
ŞIRNEX - Ji namzetên hevşaredariyê yên Şirnexê Turan Saltan ji ber sekna xelkê spasiya şirnexiyan kir û got: “Gelê me xwedî li kurdbûna xwe derket.” Namzeta din Bêrîvan Kutlu jî wiha got: “Xelkê Şirnexê bi ser ket. Îtîrazên me didomin.” 
 
Di hilbijartinên 31’ê Adarê de yek ji bajarên ku bûyî rojev Şirnex bû. Gelek leşker û polîs ji derveyî bajar hatin veguhestin lê tevî hemû binpêkirinên mafan jî xwedîderketina gel a li sindoqan mohra xwe li hilbijartinê da. Dema leşker û polîsên veguhestî hatin ser sindoqan, xelkê bajar bi gotina “Biaxive, tu ji ku yî?” bertek nîşan da. Li gorî daneyên nefermî; AKP’ê 18 hezar û 33 deng, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Patî) jî 15 hezar û 553 deng stand. 
 
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şirnexê Bêrîvan Kutlu û Turan Saltan têkildarî encamên hilbijartinê axivîn. 
 
‘DIZÎ KIRIN’
 
Namzet Bêrîvan Kutlu got ku ji kêliyên destpêkê ve binpêkirinên mafan û bêhiqûqtî hatine kirin û wiha got: “Li ser agahdarkirina peywirdarên sindoqan, em hîn bûn ku bi hezaran leşker anîne dibistanan. Di heman demê li dibistanên cuda jî polîsên tevgera taybet hewl dan bi cil û bergên leşkeriyê û rûgirtî dengê xwe bidin. Li ser vê yekê em çûn serdana dibistanan. Me dît ku tevahiya kesên anîn leşker in û dengê xwe dane. Nêzî 6 hezar leşker weke hilbijêr hatine qeydkirin. Me hewl da sindoqên xwe biparêzin lê êdî kêr gihişt ser hestî. Bi eşkereyî dizî û bêexlaqî kirin. Bi dîmenên roja hilbijartinê nîşan dan ku îradeya xelkê Şirnexê nas nakin.” 
 
Kutlu, diyar kir ku xelkê bajar bertek nîşanî xespkirina îradeya xwe daye û wiha pê de çû: “Me karî hinek kesên dengdayîn asteng bikin. Di wê navberê de hêzên ewlekariyê jî gotin; ‘we berteka xwe nîşan da, bes e’ û hewl dan me asteng bikin. Wan jî ew derhiqûqtî û bêexlaqî dîtin. Bi giştî li 4 dibistanan leşker û polîsan deng dan. Me fêm nekir bê ka me di vê hilbijartinê de şaredar hilbijart an serfermandarê artêşê.” 
 
‘LI ŞIRNEXÊ GEL BI SERKET’
 
Kutlu, destnîşan kir ku “bêexlaqiya” bi sala ye li herêmê tê kirin di roja hilbijartinê de bi eşkereyî domandine û wiha pê de çû: “Dema me berê ev tişt digotin ev yek înkar dikirin. Lê vê carê bi eşkereyî kirin. Dengên leşkeran yekser bandor li encamê kir. Leşker kole nîne. Wan jî dikariyan li dijî vê rewşê derkevin. Dikariyan li dijî dizîna vîna gel derkevin. Ev dîmen, hêjayî Mehmet Yarka û serokê AKP’ê yê bajar Îbrahîm Erkan bû. Xelkê Şirnexê bi ser ket. Yê ku vîna xelkê Şirnexê xesp kirî, Îbrahîm Erkan e. Li rûyê gelê kurd dinêre û dibêje; ‘Ez kurd im. Komkujiyên li dijî kurdan bi zora min jî diçin.’ Komkujî û kuştin tenê bi fîşekan nayên kirin. Li dijî îradeya xelkê Şirnexê komkujiyeke mezin hat kirin. Di hilbijartinê de xwestin vîna xelkê Şirnexê qetil bikin. Lê xelkê me sekna xwe nîşan da. Îbrahîm Erkan û Mehmet Yarka rûreşên dîrokê ne. Ji bo tunekirina gelê me ji her bajarî leşker anîn. Gelê me pir bihêrs e. Em ê dev ji vê serkeftina gel bernedin. Îtîrazên me didomin. Dê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.” 
 
‘YARKA ŞAREDARÊ VÎ GELÎ NÎNE’
 
Namzet Turan Saltan jî li Şirnexê ne namzetê AKP’ê lê dewlet li hemberî wan bû û wiha domand: “Li dijî me waliyê Şirnexê, parlamenterê AKP’ê û dewlet hebû. Namzetê AKP’ê Yarka nikare derkeve nav mirovan. Nikare di nava civakê de bigere. Ji ber ku serbilind nîne, bi sedan wesayîtan leşker veguhestin. Ji 35 sindoqan ji bo AKP’ê dengên paket derketin. Li ser wan sindoqan tenê dengên peywirdaran derketin. Heke Yarka mirovekî xwedî rûmbet û heysiyet be, bila were em bi hev re derkevin nav gel. Bila gel biryara xwe bide. Lê vî kesî xwe spartiya faşîzma AKP-MHP’ê. Mehmet Yarka, şaredarê Şirnexê nîne. Xelk wî nas nake. Bila Yarka jî vê bizane.” 
 
SPASIYA XELKÊ ŞIRNEXÊ KIR
 
Saltan, spasiya xelkê Şirnexê kir ku xwedî li îradeya xwe derket û wiha bi dawî kir: “Em spasiya xelkê xwe dikin ku di hilbijartinê de xwedî li me derket. Xelkê me çû ser sindoqan û xwedî li kurdbûna xwe derket. Dê têkoşîna me bidome. Hezar sal jî derbas bibin dê doza me bidome. Em ê bi hev re tevbigerin.” 
 
MA / Omer Akin
 
 

Sernavên din

05/04/2024
08:10 Li Colemêrgê ji 44 kesên hatibûn binçavkirin 18 hatin girtin
04/04/2024
21:30 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 68'an de ye
20:43 Li Amedê bi hezaran kesî 4'ê Nîsanê pîroz kir
19:00 Hevşaredar bi gel re mazbatayên xwe wergirtin
18:21 Namzetê AKP'ê yê Wanê ji dêvla ku lêborînê bixwaze gel bi 'vandaltiyê' tawanbar kir
17:42 Rojbûna Abdullah Ocalan li mala ku lê çêbûye hat pîrozkirin
17:07 Qeyûmê ku ji wezaretê destûra girtina karkeran xwestibû, piştî hilbijartinê xwest destûr were betalkirin
16:53 Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê: Heta Abdullah Ocalan azad nebe em nasekinin
16:43 Bi hezaran kes çûn Şaredariya Êlihê: Ev serkeftin encama berxwedana gel e
16:41 CHP’iyê li dijî namzetê DEM Partiyê îtîraz kirî ji partiya xwe hat îxrackirin
16:34 Çalakvanên Nobeta Edaletê rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin
16:27 Di Girtîgeha Kurkçulerê de hewldana provakasyona alê
16:09 Qeyûmê Peyasê 5 neguhêzbar dewr kirin
15:58 Meşa Amarayê bi civîna bi gel re bi dawî bû
15:57 Şaredarê AKP’î piştî ku hilbijartin winda kir, pereyê alîkariyê bi paş ve kişand
15:56 HSK’ê derheqê dadgeha têkildarî Zeydan biryar dabû lêpirsîn da destpêkirin
15:43 Hevşaredarên Wanê tev li paqijkirina kolanan bûn
15:33 Zarokê li Edeneyê hatiye binçavkirin cezayê nederketina ji Şaxê girt
15:14 Rewşa girtiya nexweş Hatîce Yildiz a 75 salî giran bû
15:05 Rojnamevan Alataş dê li ser gora xwe bê bibîranîn
14:53 Yildirim ê piştî 30 salan hatiye berdan: Îro rojek ronî ye
14:52 Dema binçavkirina 3 jê rojnamevan 132 kesan hate dirêjkirin
14:51 4’ê Nîsanê bi pankarta ku bi sûran ve daliqandin pîroz kirin
14:25 Zarokê rûbiken ê berxwedanê hate girtin
14:16 Bîlançoya du rojan a Wanê
14:15 Hem tundî lê kirin hem jî bi îdiaya ‘tundiyê’ derheqê wan de lêpirsîn vekirin
13:57 Qeyûma Cizîrê 772 milyon û 414 hezar TL deyn li pey xwe hiştiye!
13:32 DEM Partî: Elî Welî yê radestî cendirmeyan hatiye kirin li ku ye?
13:18 Ji ber îfadeya ‘Qirkirina Ermenan’ doza 4’emîn li Baroya Amedê hat vekirin
12:51 Ji Bekîr Kaya peyam: Berxwedana we ji bo gelan bû hêvî
12:50 Kahyaoglu yê bi derbkirinê hatibû binçavkirin jiyana xwe ji dest da
12:27 Rêveberiya Xweser: Tirkiye li herêmê pêşiya DAIŞ’ê vedike
12:12 Rojnameger Kaya yê rastî êrişa AKP’iyan hat: Jiyana min di xetereyê de ye
11:58 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:49 ‘Li Wanê piştevanî û têkoşîn bi ser ket’
11:48 YSK dê hinceta biryara têkildarî Wanê îro binivîse
11:36 Meşa Amarayê: Dem dema azadiya Abdullah Ocalan e
11:34 Kadîr Înanir ji nexweşxaneyê tabûrcî bû
11:33 Li Mêrdînê gelek kes hatin binçavkirin
11:18 Li Periyê dê hilbijartin jinûve bê lidarxistin
11:15 Ji Abdullah Zeydan peyama spasiyê
11:14 Gelê Wanê dest bi paqijiya bajêr kir
10:53 Li Edeneyê polîs jinekî ducanî derb kirin
10:47 Li Tarsusê jinek hate qetilkirin
10:46 Kışanakê gelê Wanê pîroz kir: We dîrok nivîsand
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê derbasî qonaxa nû bû: Berxwedan di roja 130’an de didome
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 163 roj in agahî nayên girtin
09:07 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avakirina jiyana ekolojîk
09:05 'Divê hilbijartina bihîle ya li Şirnexê bê nûkirin'
09:04 ‘4'ê Nîsanê vejîna gelê kurd e'
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2024'AN
08:39 Yilmaz li Êlihê bi girseyî hate oxirkirin
08:21 Ciwanan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
03/04/2024
23:16 Zeydan: Dê kes nikaribe vîna we xesp bike
23:03 Li gelek bajaran pîrozbahiyên berxwedanê
22:25 Li Wanê bi deh hezaran kesî dest bi prîozbahiya berxwedanê kir
21:46 Emîne Şenyaşar: Ez dixwazim girseya li Wanê li cem min be
21:01 Li Şemzînanê wesayîta polîsan li ciwanekî qelibî
20:22 3 rojnamevan hatin binçavkirin
18:51 YSK'ê mazbata da Abdullah Zeydan
17:29 Li Serêkaniyê dengên hatibûn betalkirin dê jinûve bên hejmartin
17:28 Çalakgerên Nobeta Edaletê dê sibê li Amarayê bin
17:21 Hevşaredarên mazbatayên xwe wergirtin: Em bi xelkê Wanê re ne
17:00 Li Edeneyê rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
16:59 Karamollaoglu: Gelê Wanê biryara xwe daye, şaredarê xwe hilbijartiye
16:52 Ji çar aliyan ji bo xelkê Wanê piştgirî hat dayîn: Dev ji darbeya siyasî berdin!
16:51 Li Amedê protestoya Wanê
16:31 Leyla Guven tev li merasîma cenazeyê birayê xwe bû
16:19 Ji Partiya Sosyalîstên Ewropayî daxuyaniya Wanê: Tiliya Erdogan di nav de heye
16:03 Leyla Zana: Roj roja berxwedanê ye
16:02 Parvekirina Ciwan Haco ya ji bo Wanê: Li dijî neheqiyê bêdeng nemînin
15:38 Li Wanê hemû kolan veguherîn qada berxwedanê
15:36 Bakirhan: Ji vê rêya xwe ya xelet vegerin
Hatîmogûllari: Heta em mazbatayê digirin dê têkoşîna me bidome
15:33 DFG: Êrişên li dijî rojnamevanan bi dawî bikin
14:48 Girtiyên siyasî: Em di 4’ê Nîsanî de çalakiya xwe derbasî qonaxa nû dikin
14:47 Rapor: Pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên bicihanîn
14:28 Saziyên ziman û wêjeyê: Rêzê li vîna gelê kurd a demokratîk bigirin
14:22 Îtîraza têkildarî Bedlîsê hêj biencam nebûye
14:06 Darbeya hilbijartinê ya AKP’ê di çapemeniya cîhanê de ye
14:01 Li Curnê Reş bertekên li dijî dubare li dar xistina hilbijartinê didome
13:46 TJA: 4’ê Nîsanê pîroz be
13:32 Li Farqînê AKP’ê ji bo 40 sindoqan îtîraz kir
13:23 Encamên rast ên hilbijartinên Şirnexê bi avahiya DEM Partiyê ve hatin daliqandin
13:22 Hiqûqnasan li pêşiya edliyeyê bang kirin: Li dijî faşîzmê li cem gelê kurd cih bigirin
12:59 Çelîk ê AKP’î: Divê siyaseta bi destê darazê tê rastkirin dawî be
12:47 Malbatên ku zarokên wan hatin binçavkirin: Em ne ji mirinê ne jî ji girtîgehê ditirsin
12:35 Rayeya tayînkirina qeyûman a li komeleyan a wezaretê hate betalkirin
12:34 Li Keçîorenê êrişî avahiyê DEM Partiyê kirin
12:32 Yekitiye Ekolojiyê piştgirî da gelê Wanê
12:29 Yenî Şafakê tundiya biçek a AKP’iyan rewa kir
11:56 ‘Ji bo aştî û azadiyê em berê xwe bidin Amarayê’
11:34 Sonuk: Li Êlihê felsefeya ‘jin jiyan azadiyê’ ew têk birin
11:31 Li Wanê li dijî darbeya hilbijartinê bi deh hezaran kes li ber xwe didin
11:05 DFG: 6 rojnameger rastî êrişan hatin, 153 nûçe hatin astengkirin
11:02 Ji nûnerên partiyan berteka Wanê: Em parçeyekî berxwedanê ne
10:53 Parlamenterê berê yê AKP’î: Ji biryarê vegere
10:44 DEM Partiyê ji bo Wanê serî li YSK’ê da
10:42 TUÎK’ê enflasyona meha adarê eşkere kir
10:39 Li Wanê derabe nehatin vekirin, gel li kolana ye
10:36 Malbata penaberê îşkence dîtiye: Em îradeya xwe teslîmî MÎT’ê nakin