ŞIRNEX - Li qada stokê ya Tesîsên Bêjandin Şikandina Komirê ya li Şirnexê şewat derket.
Li qada stokê ya Tesîsên Bêjandin Şikandina Komirê ya li gundê Avgamasiya yê Şirnexê, şewat derket. Şewat, di demeke kin de mezin bû û ji ewil karkeran mudaxile kirin. Piştî şewat li qadekî berfirehtir belav bûyî, ekîbên Îdareya Taybet a Bajar li cihê şewatê hatin veguhestin. Xebatên ji bo vemirandina şewatê didomin û komir jî sewqî qadên cuda hate kirin.