Gel li dijî darbeya hilbijartinê ya AKP'ê li ser pêyan e

  • rojane
  • 22:33 2 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Kurdistanê gel li dijî darbeya hilbijartinê ya AKP'ê ya li Wanê daket kolanan. 
 
Nedayîna mazbataya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdûllah Zeydan, li gelek bajaran tê prostetoskirin. Portestoyên ku li Wanê destpêkirin li gelek bajarên Kurdistanê belav bûn. 
 
COLEMÊRG
 
Danê êvarê li navenda Colemêrgê û navçeya wê Geverê bi hezaran kes dest bi çalakiyên protestoyê kirin. 
 
Li navenda Colemêrgê girseya ku piranî ji ciwanan pêkhatî, bi dirûşmeya "Abdûllah Zeydan rûmeta me ye" meşek li dar xist. Piştî demekê çalakiya protestoyê mezin bû û li nêzî ofîsa Serokê AKP'ê yê Colemêrgê Zeydan Kaya, AKP'iyan çek ber bi hewayê ve teqandin. Ciwan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan. Polîsên taybet daketin navenda bajêr. Polîs bi ava şid û bombeyên gazê êrişî girseyê kirin. Protestoyên li bajêr her diçe berbelav dibin. 
 
Li Geverê jî li taxên Yeşildere, Dizê, Orman û Cumhuriyetê ciwan çalakiya protestoyê li dar xistin. Ciwanên ku tim dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin, agir vêxistin û rê li ber çûnhatinê girtin. Polîsan li vir bi bombeyên gazê, ava şid û fîşekên plastîk êrişî ciwanan kirin. Protestoyên li navçeyê didomin.
 
SÊRT 
 
Rêxistina DEM Partiya ya Sêrtê, darbeya hilbijartinê ya AKP'ê ya li Wanê protesto kir. Hevşaredarên Sêrtê Safiye Alagaş û Mehmet Kaysî, Parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sebahat Saritaş Erdogan, Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên bajêr û Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de gelek kes li ber avahiya bajêr kom bûn. Girse ber bi Qada Demokrasiyê ve meşiya, lê polîsan nehişt. Ji ber vê Parlementer Sebahat Saritaş Erdogan bi tena serê xwe meşiya. Girseya ku guh neda êrişên polîsan da dû Erdoganê. Li seranserê Kolana Guresê dirûşmeyên "Abdûllah Zeydan ne bi tenê ye", "Bijî berxwedana Wanê" û "Abdûllah Başqan rûmeta me ye" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin. 
 
Piştî ku her çû girse qelebalix bû polîsan êrişî girseyê kir û gaza îstoan reşanin. Girse tevî hemû êrişên polîsan jî dirûşme berz kirin û lîrand. Girse heya Qada Demokrasiyê meşiya. 
 
Hat hînkirin ku piştî meşê gelek kes hatin binçavkirin.  
 
EDENE
 
Gel li navçeyên Seyhan û Ceyhan ên Edeneyê, daket kuçeyan. Gel li taxên Barbaros, Hurriyet, Gulbahçe, Daglioglû, Şakîrpaşa û Beledieyevelerî û Kuçukdîkîlliyê yên navçeyên Seyhan û Ceyhanê li hev kom bû dirûşmeyên "Em ê bi berxwednaê bi ser bikevin" û "Li Wanê diz hene" berz kirin. Her wiha gel bi têfik, quşxane û miqilkan deng derxist. Gel, bang li hemû derdoran kir ku li dijî xespkirina vînê raber ser pêyan. 
 
Her wiha li Taxa Gulbahçeyê ciwan li nava rê lastîk vêxistin. 
 
AMED
 
Li navçeya Bismilê ya Amedê jî gel li dijî hewldana darbeyê ya li Wanê meşiya. Girse ji avahiya partiyê heya avahiya şaredariya kevn meşiya û dîsa vegeriya avahiya partiyê. Di dema meşê de tim dirûşmeya "Bijî berxwedana Wanê" û "Bismil ranezê dê dor were te jî" û "Abdullah Zeydan rûmeta me ye" berz kir. Li vir daxuyanî hat dayîn.
 
Hevserokê DEM Partî ya Bismilê Msûtafa Kûrt, tiştên li Wanê qewimîne wekî xepkirina vînê pênase kir û got ku ew ê li dijî vê tim li ber xwe bidin û xwedî li vîna xwe derkevin. 
 
Piştî axaftinan gel dirûşme berz kirin û ber bi avahiya partiyê ve meşiya.
 
FARQÎN
 
Li Farqînê jî gel li dijî xespkirina vînê ronahiyên xwe vêxistin û tefandin û çalakiya dengderxistinê li dar xist. Li gelek taxên navçeyê çalakî hatin lidarxistin û gel bertek nîşanî xespkirina vînê da. 
 
STENBOL
 
Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), li gelek taxên Stenbolê meşên bi meşale li dar xistin û dirûşmeyên "Ji bo Wanê rabe" berz kirin. 
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê jî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat şermezarkirin. Girseya ku li Kolana Diyarbekirê kom bû bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Wanê" meşiya. Polîsan bi gaza îsto, ava şid û fîşekên plastîk êrişî girseyê kir. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî û keviran bersiv dan polîsan. 
 

Sernavên din

07/04/2024
13:33 AKP’iyê ku pusulayên dengan şewitandî hate girtin
12:21 Qeyûm beriya biçe navenda etutê dewr kir
11:55 Cotstandartiya lijneyên hilbijartinê: Îtîrazên AKP’ê qebûl kirin ên DEM Partî û CHP’ê red kirin
11:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê civiya: Em ê ji bo faşîzmê her derd bin
10:55 Can: Dê ‘nexşerêya’ muxalefetê siyasetê diyar bike
10:04 Kovara Jînê di hejmara nû de bal kişand ser cînayetên jinan: Êdî bes e
09:30 Qeyûm di salekê de 23 milyon û 958 hezar TL faîz da
09:29 Hevşaredarên Dîgorê ji bo xizmetê zend û bend badan
09:24 Tanhan: Bi destê darazê li Bedlîsê darbe hate kirin
09:17 Li Sêrtê welatî nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin
09:17 Rojnamevan Sezgîn ê ku polîsan îşkence lê kirin: Em ê tim li qadan bin
09:06 Qeyûma Cizîrê di 2 mehan de 101 kes girtiye kar
09:05 Berxwedana girtiyan bi qonaxa nû û di roja 133’yan de didome
09:04 PDK’ê 166 roj berê rojnameger Silêman Ehmed revand: Agahî jê nayên girtin
09:01 Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê: Wê xeyalên neviyên osmaniyan pêk neyên
09:00 ROJEVA 7’Ê NÎSANA 2024’AN
08:44 Li Norşînê rageşiya hilbijartinê
06/04/2024
23:59 Li Sêwregê hilbijartin hat betalkirin
23:52 Li Swîsreyê meşa 4’ê Nîsanê
23:47 DEM Partî ji bo Xelfetiyê serî li YSK’ê da
21:53 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 70'yemîn de ye
21:09 Jinan 4’ê Nîsanê pîroz kir
21:02 Wê li Kerboranê ray ji nû ve bên hejmartin
19:35 YSK'ê îtirazên ji bo 5 cihan red kir
17:00 Deriyên Şaredariya Serêkaniyê li gel hatin vekirin
16:59 YSK’ê biryara bihincet a derheqê Zeydan de eşkere kir
16:35 DEM Partî ji bo Bedlîsê li ser pêya ye: Em ê dev ji vê meseleyê bernedin
16:25 Girtiyên ji bo nobetê peyam şandin: Divê berxwedan bê mezinkirin
16:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê efû hate ragihandin
15:56 Li Curnê Reş gel bi dirûşma ‘AKP diz e YSK şirîk e’ meşiya
15:47 Di qezaya li Amedê de 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
15:47 Li Rihayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:38 Xwestin girtiyên nexweş Demîr û Yaman bên berdan
15:17 Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji daxwazkirina edaletê bernedin
14:39 2 hunermendên kurd ên rojhilatî jiyana xwe ji dest dan
14:12 YSK ji bo nirxandina îtîrazan civiya
14:09 Dayikên Şemiyê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsîn
13:29 Ji ber şewata ku 29 kes tê de miribûn 8 kes hatin girtin
13:28 Bi îdiaya ku pusulayên navçeyên din li Sasonê hatine bikaranîn îtîraz hat kirin
13:04 Torena dewkirinê hat kirin: Roj roja xizmetkirina xelkê berxwedêr ê Wanê ye
12:48 Parastvanên mafên mirovan: Hêzên ewlekariyê bi îşkencekirina zarokan sûc kirine
12:29 Bi rakirina kulubeya ewlehiyê dest bi peywirê kirin
12:06 Uçar: Em li Wanê bi ser ketin û dê li Curnê Reş û Xelfetiyê jî bi ser kevin
11:06 Parêzerê Kahyaoglu: Şopa qebzeya çekê li serê wî hebû
10:44 Li Edeneyê êriş li jinekê hate kirin
09:43 Kurkçu: Berpirsiyariya me divê em di 2028'an de dawî li heyama AKP'ê bînin
09:32 Qeyûm şaredariya Mêrdînê şêlandiye: Sînorê deynkirinê 4 qet derbas kiriye
09:05 Berxwedana girtiyên siyasî di roja 132’yan de didome
09:03 165 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:03 Efrîniyên hêviyê bi ruh û can dikin
09:01 Wanî: Êdî kes wê newêribe vîna me xesp bike
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2024’AN
05/04/2024
22:03 DEM Partiyê ji bo nûkirina hilbijartina Qersê serî li YSK'ê da
20:24 Rojnamevan hatin berdan
18:35 Li Şirnexê îtîraza ji bo betalkirina hilbijartinê hat redkirin
18:04 Ji xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de biryardariya têkoşînê
17:38 Platforma Azadiya Parastinê hat avakirin
16:33 DEM Partiyê ji bo hilbijartinên Bedlîsê serî li YSK’ê da
16:31 Di Nobeta Aştiyê de bertek nîşanî darbeya hilbijartinê dan
16:18 Di lêpirsîna şewata Beşîktaşê de dozger xwest 9 kes bên girtin
15:47 Mazbata wergirtin û deriyê şaredariyê jê kirin
15:38 Di 2 avahiyên li Beyogluyê de şewat derket
15:25 Tirkiye ji peymana AKKA’yê vekişiya
15:24 Ji bo Xelfetiyê jî biryar hat dayîn ku hilbijartin ji nû ve bê lidarxistin
15:00 Tanal ê CHP’î: AKP’ê li Hîlwanê li dijî DEM Partiyê winda kiriye
14:46 Hevşaredarên Wanê li avahiya şaredariyê ne
14:44 Rêxistinên Çapameniyê: Rojamegerên binçavkirî berdin
14:18 Vaye tundiya polîsan a li dijî nûçegihanê me Sezgîn
14:04 4 jê rojnameger 86 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
14:02 Partiyên siyasî yên li Qersê têkildarî ‘hilbijêrên veguhestî’ daxuyanî dan
13:27 Rojnamevan Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
13:12 Dema gulîk û kerengên hat
13:02 Xêzeromana Abdullah Ocalan vedibêje li Berlînê hate danasîn
12:57 DEM Partî li 2 navçeyan îtîraza encamên hilbijartinê kir
12:50 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
12:41 Hevşaredaran cîhazên X-ray û têlên direhî yên li şaredariyê rakirin
11:58 Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger hate girtin
11:41 Li Wanê hevşaredaran mazbatayên xwe wergirtin
11:21 Malbat û parêzeran bi boneya cejnê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:20 Rojnameger Murat Verîm hate berdan
11:13 DEM Partiyê ji bo betalkirina hilbijartina Qersê serlêdan kir
11:11 Dayikên di Nobeta Edaletê de: Em bibin dengê girtiyan
11:10 Kesên li Amed û Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:48 Qeyûm saetek berî mazbatayê bidin hevşaredaran, 30 mîlyon xerc kirin
10:42 Cenazeyê zarokê winda hate dîtin
10:24 Li navçeya ku av lê nîne, qeyûm 45 milyon lîre ji karên cuda re xerc kiriye
10:02 Difina nûçegihanê me yê polîsan tundî lê kiribû şikestiye
09:58 Serokê CHP’a Qersê: Bi hilbijêrên veguhestî dest danîn ser îradeya gel
09:37 Çalakiya girtiyan a ‘ji bo azadiya Abdullah Ocalan’ di roja 131’an de didome
09:35 54 jinên ku li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:33 Ji rojnameger Silêman Ehmed 164 roj in agahî nayên girtin
09:32 Pîroglû: Desthilat di sindoqê de ma
Akdenîz: Gelê kurd vîna xwe nîşanî desthilata yekperest da
09:23 Zanyarê Siyasetê Onal: Planên êrişê yên Tirkiyeyê dê têk biçin
09:02 Parêzer Sevîmlî: Girtina Hatîce Yildizê derî aqilan e
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2024'AN
08:13 Li bajarên Ewropayê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê
08:12 Li Amedê piştî şahiyê 9 kes hatin binçavkirin
08:10 Li Colemêrgê ji 44 kesên hatibûn binçavkirin 18 hatin girtin
04/04/2024
21:30 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 68'an de ye
20:43 Li Amedê bi hezaran kesî 4'ê Nîsanê pîroz kir