Qileban li dijî xespkirina şaredariyê li ser pêya ye: Li wan ziqim be

  • rojane
  • 09:28 3 Nîsan 2024
  • |
ŞIRNEX - Xelkê Qilebanê li dijî desteserkirina îradeya xwe ev sê roj in li ser pêya ye. Welatiyên di çalakiyê de bertek nîşanî AKP’ê dan û wiha gotin: “Mafê kesekê ji Yozgatê nîne ku qedera ma diyar bike. Em vê qebûl nakin û li wan ziqim be.” 
 
Di hilbijartinên 31’ê Adarê de AKP’ê di serî de Şirnex, zêdetirî 40 hezar leşker û polîs weke “hilbijêr” li bajarên bakurê Kurdistanê veguhest û bandor li ser encamên hilbijartinê kir. Yek ji wan navendan jî navçeya Qileban a Şirnexê bû. Bi qasî ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tespît kiriye, 2 hezar û 500 leşker û polîs ji bo dengdayînê li Qilebanê hatin veguhestin û AKP’ê şaredarî xesp kir. DEM Partiyê li dijî encaman îtîraz kir. Lêbelê îtîraz ji hêla Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ve hate redkirin. Xelkê navçeyê jî li dijî xespkirina îradeya xwe, ev sê roj in li ber avahiya Lijneya Hilbijartinê ya Qilebanê di çalakiyê de ne. 
 
Xelkê navçeyê yê di çalakiyê de têkildarî xespkirina îradeya xwe ji ajansa me re axivî û banga xwedîderketina li îradeya xwe li her kesî kirin. 
 
'LI WAN ZIQIM BE’
 
Ji welatiyan Cevher Alturk diyar kir ku AKP dê bi hîleyan nekare îradeya gel xesp bike û wiha got: “AKP'ê îradeya me xesp kir û em vê qebûl nakin. Xwedê jî vê neheqiyê qebûl nake. Em heqê xwe li wan helal nakin. Ji Edîrne, Stenbolê leşker anîne vê derê, dengê xwe didin û îradeya me xesp dikin. Em van kesan şermezar dikin. Em ê heta dawiyê jî pey doza xwe bin. Heta ku çareser nekin em ê nesekinin. Xwedê vê neheqiyê û zilmê xelas bike. Heqê me li wan ziqim be. Heke rayên me tune bên hesibandin wê demê tu wateya hebûna me namîne. Em biratiya rast dixwazin, ne biratiya derewîn û sextekar.”
 
'BILA HER KES BIZANIBE LI VIR DEM PARTÎ BI SER KETIYE’
 
Ji welatiyan Evîn Yamanê jî bel kişand li ser “hilbijêrên” veguhestî û got ku AKP’ê bi eşkereyî vîna gel xesp kiriye. Yaman, wiha domand: “Ev 2 roj in em li ser pêyan e. Em qebûl nakin ku îradeya me bê desteserkirin. DEM Partiyê şaredarî qezenc kiriye. AKP'ê hîle li gelê me kir. Bi veguhestina bi hezaran leşkeran îradeya me xesp kirin. Sindoqên me û rayên me dizîn. Wan dizanî ku ev gel dê wan ne hilbijêre lewma xwestin bi leşker û cerdevanan şaredariya me xesp bikin. Bi otobûsan, balafiran leşker veguhestin û îradeya me xesp kirin. Ev kes ji Yozgatê, ji Sêwasê û hwd. anîne. Mafê wan nîne ku bên vê derê, deng bidin û îradeya me diyar bikin. Ev kes di jiyana xwe de cara ewil e tên vê derê, raya xwe didin û diçin. Ev 2-3 roj in em li ser pêya ne û xwedî li vîna xwe derdikevin. Bila dinya hemû bizane ku DEM Partî li vir bi ser ketiye.” 
 
'BI ÎRADEYA VÎ GELÎ DILÎZIN'
 
Ji çalakvanan Tahir Urun jî bertek nîşanî xespkirina şaredariyê da û ev tişt anî ziman: “Bila rastiyê derbixînin holê. Ew kesê ku bi îradeya vî gelî hatiye hilbijartin rêz û hûrmeta me jê re heye. Lê yê ku bi îradeya vî gelî nehatiye hilbijartin em qebûl nakin. Ev cerdevanên Trakya, ber deriyê sînor anîne vî welatî û van kesan raya xwe bikar aniye. Bi îradeya vî gelî dilizîn. Em vê qebûl nakin."
 
'HETA KU EM ENCAMEKÎ NEGIRIN EM NASEKININ'
 
Hasan Tîmurçîn jî diyar kir ku ew ê îradeya xwe radestî AKP'ê nekin û çi pêwîst be ew ê bikin. Tîmurçîn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez bi xwe eslê xwe tirk im. Lê ez ji bo gelê kurd têdikoşim û bi qasî ku ez sax jî bim ez ê ji bo wan têbikoşim. Bila kes namûsa xwe nefiroşe, bila bes xiyanetê li me bikin. Em ê li ber xwe bidin û heta dawiyê jî li ber xwe bidin. Ji Trabzonê, Trakyayê bi hezaran leşker anîn û raya xwe li vir avêtin. Her deverekê Tirkiyeyê leşker anîn vê derê. Heta ku em encameke erênî negirin em nasekinin." 
 
'ÇI KARÊ LEŞKERÊN DERVE LI VIRE?'
 
Ji jinan Nahîde Şengil jî berteka xwe wiha nîşan da: “Xespkirina şaredariya me em êşandin. Em ev sê roj in li vir in. Bila vîna me xesp nekin, bila diziyan nekin. Em her hilbijartinê de bi şev û roj dixebitin û piştre bi leşkerên xwe yên ku ji derve anîne bi vîna me dilîzin. Em vê qebûl nakin. Em ne xulamên wan in û em ê li berxwe bidin. Çi karê leşkerên ji derve li vir heye?"
 
'EM QEBÛL NAKIN KESÊN DERVE ÇARENÛSA ME DIYAR BIKIN’
 
Mercan Alturk jî bi lêv kir ku AKP’ê ev 5 sal in ji bo wan yek xebat nekiriye û ew êdî dixwazin ku guhertinek di navçeya wan de çêbibe. Alturk, wiha pê de çû: “Îradeya me xesp kirine û em vê zilmê qebûl nakin. Em jî weke her gelekî dixwazin vîna me, me birêve bibe. Di van 5 salan de AKP'ê ji me re çi kir ku 5 salên din jî em nêçarî wê bimînin. Em qebûl nakin ku kesên derve bên li ser îradeya me bibin xwedî gotin û çarenûsa me diyar bikin." 
 
'EM DIXWAZIN ÎRADEYA ME, ME BIRÊVE BIBE'
 
Fîkret Alturk xwest ku her kes xwedî li vîna xwe derbikeve û wiha derbirî: “Ev desthilatdariye ne bi vîna gel bi hîleyan qezenc kir. Em dixwazin ku vîna me, me birêve bibe. AKP'ê heta niha gelek zilm li ser serê me kiriye û ji ber wê em naxwazin ku 5 salên din jî ew me birêve bibe. Me heta niha gelek ji AKP'ê kişand. Ji ber wê bila her kes îro xwedî li vîna xwe derbikeve."
 
Ferhat Yaman jî wiha bertek nîşan da: “Me bi hezaran bêtir deng stand lê bi hîleyan AKP'ê ji me stand. Ji derve leşker anîne vê derê bi îradeya me lîstin. Em vê qebûl nakin. Heta kengî em ê bindest bin? Em naxwazin ku pereyê vî gelî bibe bide kaneyên komiran, ji xwe re petrolê veke. Ev kes dê careke din dê pereyê gel bixwin. Em vê qebûl nakin û em dibêjin îradeya gel kîjan hilbijartibin bidin wê."  
 
'EM Ê DEST GREVA BIRÇÎBÛNÊ BIKIN'
 
Ji welatiyan Kasim Urek jî da zanîn ku têkoşina wan encam negire ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin û wiha bi dawî kir: “Heta ku îradeya me nedin me em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Pêwîst bike em ê bikevin greva birçîbûnê jî lê em ê dev ji îradeya xwe bernedin." 
 
MA / Zeynep Durgut 
 
 

Sernavên din

07/04/2024
13:33 AKP’iyê ku pusulayên dengan şewitandî hate girtin
12:21 Qeyûm beriya biçe navenda etutê dewr kir
11:55 Cotstandartiya lijneyên hilbijartinê: Îtîrazên AKP’ê qebûl kirin ên DEM Partî û CHP’ê red kirin
11:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê civiya: Em ê ji bo faşîzmê her derd bin
10:55 Can: Dê ‘nexşerêya’ muxalefetê siyasetê diyar bike
10:04 Kovara Jînê di hejmara nû de bal kişand ser cînayetên jinan: Êdî bes e
09:30 Qeyûm di salekê de 23 milyon û 958 hezar TL faîz da
09:29 Hevşaredarên Dîgorê ji bo xizmetê zend û bend badan
09:24 Tanhan: Bi destê darazê li Bedlîsê darbe hate kirin
09:17 Li Sêrtê welatî nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin
09:17 Rojnamevan Sezgîn ê ku polîsan îşkence lê kirin: Em ê tim li qadan bin
09:06 Qeyûma Cizîrê di 2 mehan de 101 kes girtiye kar
09:05 Berxwedana girtiyan bi qonaxa nû û di roja 133’yan de didome
09:04 PDK’ê 166 roj berê rojnameger Silêman Ehmed revand: Agahî jê nayên girtin
09:01 Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê: Wê xeyalên neviyên osmaniyan pêk neyên
09:00 ROJEVA 7’Ê NÎSANA 2024’AN
08:44 Li Norşînê rageşiya hilbijartinê
06/04/2024
23:59 Li Sêwregê hilbijartin hat betalkirin
23:52 Li Swîsreyê meşa 4’ê Nîsanê
23:47 DEM Partî ji bo Xelfetiyê serî li YSK’ê da
21:53 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 70'yemîn de ye
21:09 Jinan 4’ê Nîsanê pîroz kir
21:02 Wê li Kerboranê ray ji nû ve bên hejmartin
19:35 YSK'ê îtirazên ji bo 5 cihan red kir
17:00 Deriyên Şaredariya Serêkaniyê li gel hatin vekirin
16:59 YSK’ê biryara bihincet a derheqê Zeydan de eşkere kir
16:35 DEM Partî ji bo Bedlîsê li ser pêya ye: Em ê dev ji vê meseleyê bernedin
16:25 Girtiyên ji bo nobetê peyam şandin: Divê berxwedan bê mezinkirin
16:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê efû hate ragihandin
15:56 Li Curnê Reş gel bi dirûşma ‘AKP diz e YSK şirîk e’ meşiya
15:47 Di qezaya li Amedê de 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
15:47 Li Rihayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:38 Xwestin girtiyên nexweş Demîr û Yaman bên berdan
15:17 Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji daxwazkirina edaletê bernedin
14:39 2 hunermendên kurd ên rojhilatî jiyana xwe ji dest dan
14:12 YSK ji bo nirxandina îtîrazan civiya
14:09 Dayikên Şemiyê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsîn
13:29 Ji ber şewata ku 29 kes tê de miribûn 8 kes hatin girtin
13:28 Bi îdiaya ku pusulayên navçeyên din li Sasonê hatine bikaranîn îtîraz hat kirin
13:04 Torena dewkirinê hat kirin: Roj roja xizmetkirina xelkê berxwedêr ê Wanê ye
12:48 Parastvanên mafên mirovan: Hêzên ewlekariyê bi îşkencekirina zarokan sûc kirine
12:29 Bi rakirina kulubeya ewlehiyê dest bi peywirê kirin
12:06 Uçar: Em li Wanê bi ser ketin û dê li Curnê Reş û Xelfetiyê jî bi ser kevin
11:06 Parêzerê Kahyaoglu: Şopa qebzeya çekê li serê wî hebû
10:44 Li Edeneyê êriş li jinekê hate kirin
09:43 Kurkçu: Berpirsiyariya me divê em di 2028'an de dawî li heyama AKP'ê bînin
09:32 Qeyûm şaredariya Mêrdînê şêlandiye: Sînorê deynkirinê 4 qet derbas kiriye
09:05 Berxwedana girtiyên siyasî di roja 132’yan de didome
09:03 165 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:03 Efrîniyên hêviyê bi ruh û can dikin
09:01 Wanî: Êdî kes wê newêribe vîna me xesp bike
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2024’AN
05/04/2024
22:03 DEM Partiyê ji bo nûkirina hilbijartina Qersê serî li YSK'ê da
20:24 Rojnamevan hatin berdan
18:35 Li Şirnexê îtîraza ji bo betalkirina hilbijartinê hat redkirin
18:04 Ji xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de biryardariya têkoşînê
17:38 Platforma Azadiya Parastinê hat avakirin
16:33 DEM Partiyê ji bo hilbijartinên Bedlîsê serî li YSK’ê da
16:31 Di Nobeta Aştiyê de bertek nîşanî darbeya hilbijartinê dan
16:18 Di lêpirsîna şewata Beşîktaşê de dozger xwest 9 kes bên girtin
15:47 Mazbata wergirtin û deriyê şaredariyê jê kirin
15:38 Di 2 avahiyên li Beyogluyê de şewat derket
15:25 Tirkiye ji peymana AKKA’yê vekişiya
15:24 Ji bo Xelfetiyê jî biryar hat dayîn ku hilbijartin ji nû ve bê lidarxistin
15:00 Tanal ê CHP’î: AKP’ê li Hîlwanê li dijî DEM Partiyê winda kiriye
14:46 Hevşaredarên Wanê li avahiya şaredariyê ne
14:44 Rêxistinên Çapameniyê: Rojamegerên binçavkirî berdin
14:18 Vaye tundiya polîsan a li dijî nûçegihanê me Sezgîn
14:04 4 jê rojnameger 86 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
14:02 Partiyên siyasî yên li Qersê têkildarî ‘hilbijêrên veguhestî’ daxuyanî dan
13:27 Rojnamevan Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
13:12 Dema gulîk û kerengên hat
13:02 Xêzeromana Abdullah Ocalan vedibêje li Berlînê hate danasîn
12:57 DEM Partî li 2 navçeyan îtîraza encamên hilbijartinê kir
12:50 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
12:41 Hevşaredaran cîhazên X-ray û têlên direhî yên li şaredariyê rakirin
11:58 Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger hate girtin
11:41 Li Wanê hevşaredaran mazbatayên xwe wergirtin
11:21 Malbat û parêzeran bi boneya cejnê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:20 Rojnameger Murat Verîm hate berdan
11:13 DEM Partiyê ji bo betalkirina hilbijartina Qersê serlêdan kir
11:11 Dayikên di Nobeta Edaletê de: Em bibin dengê girtiyan
11:10 Kesên li Amed û Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:48 Qeyûm saetek berî mazbatayê bidin hevşaredaran, 30 mîlyon xerc kirin
10:42 Cenazeyê zarokê winda hate dîtin
10:24 Li navçeya ku av lê nîne, qeyûm 45 milyon lîre ji karên cuda re xerc kiriye
10:02 Difina nûçegihanê me yê polîsan tundî lê kiribû şikestiye
09:58 Serokê CHP’a Qersê: Bi hilbijêrên veguhestî dest danîn ser îradeya gel
09:37 Çalakiya girtiyan a ‘ji bo azadiya Abdullah Ocalan’ di roja 131’an de didome
09:35 54 jinên ku li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:33 Ji rojnameger Silêman Ehmed 164 roj in agahî nayên girtin
09:32 Pîroglû: Desthilat di sindoqê de ma
Akdenîz: Gelê kurd vîna xwe nîşanî desthilata yekperest da
09:23 Zanyarê Siyasetê Onal: Planên êrişê yên Tirkiyeyê dê têk biçin
09:02 Parêzer Sevîmlî: Girtina Hatîce Yildizê derî aqilan e
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2024'AN
08:13 Li bajarên Ewropayê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê
08:12 Li Amedê piştî şahiyê 9 kes hatin binçavkirin
08:10 Li Colemêrgê ji 44 kesên hatibûn binçavkirin 18 hatin girtin
04/04/2024
21:30 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 68'an de ye
20:43 Li Amedê bi hezaran kesî 4'ê Nîsanê pîroz kir