Malbata penaberê îşkence dîtiye: Em îradeya xwe teslîmî MÎT’ê nakin

  • rojane
  • 10:36 3 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Alî Welî ê ji Qamişloyê piştî ku hate berdan, dîmenên îşkenceyê lê hatibû kirin ji malbatê re hate şandin. Dayika Welî Necme Mûsa wiha got: “Kurê min birçî û têhnî hiştine û îşkence lê kirine. Em agahî jê nagirin.” Bav Hisên Velî diyar kir yên ku kurê wî revadine MÎT e û got: “Em îradeya xwe teslîmî MÎT’ê nakin.” 
 
Alî Welî (17) di 12’ê adarê de ji Girtîgeha Tîpa L ya Erzinganê hate berdan. Velî ji bo were dersînorkirin bi cendirmeyan re şandin Navenda Paşveşandinê (GGM). Lê belê nehat zanîn bê ka cendirme Welî birin GGM’ê yan na. Li aliyê din dîmena îşkencekirinê ji malbata Welî ya li Qamişloyê dijî re hate şandin. Yên ku dîmen şandine li deverekê weke nezaretxaneyê îşkence li Alî Velî kirin û ji malbatê xwestin ku bavê Elî Welî teslîmî wan were bikin. Kesên dîmen şandine gotin ku heke bav neyê teslîmkirin ew ê wekî ferdên malbatên ên din Elî Welî jî bikujin.  
 
SÎXURTÎ TEKLÎFÎ MALBATÊ KIRIN: EM SERÎ NATEWÎNIN
 
Elî Welî yê 17 salî ji bo tedawiya nexweşiya xwişka xwe hewl da ku ji ser Tirkiyeyê derbasî Ewropayê bibe, lê leşkerên tirk ew girtin û xistin zindanê û piştî 9 mehan girtinê ew revandin. Îşkence li Welî kirin û dîmenên îşkenceyê ji malbata wî re şandin. MÎT'ê sîxurî li malbatê ferz kir lê malbat diyar dike ew ê serî li ber zextan netewînin.
 
Malbatê jî piştî girtina Welî agahî jê negirt. Çend roj piştî revandinê jî hin kesên bi tirkî û erebî diaxivîn û xwe wek endamên Îstîxbarata Neteweyî ya Tirk (MÎT) didan naskirin, li malbatê geriyan. Li gorî malbatê, wan kesan dîmenên îşkenceya li Elî Welî kirine ji malbatê re şandine û sîxurtiyê li ferdên malbatê ferz kirine.
 
GEFA KUŞTINA MALBATÊ
 
Bi hejmareke telefonan a aîdî şîrketeke Tirkiyeyê telefonî malbatê hate kirin. Malbatê jî qeyda lêgerînê girtiye. Di dema pêwendiya telefonê de ewilî Elî Welî bi dayika xwe re axiviye û gefên li wî tên xwarin ji tirkî werdigerînin kurdî. Di qeyda deng de Welî dibêje ew li Sûriyeyê tê ragirtin, lê nizane bê ka li ku dera Sûriyeyê ye. Bi erebî jî gefan lê dixwin û li bavê Welî jî sîxuriyê ferz dikin. Ew kes hefteyekê demê didin malbatê û heke daxwazên wan pêk neyên, gefa kuştina zarokên wan Welî, teqandina wesayîtên wan û bi dronan bombebarankirina malên wan li wan xwarin. 
 
LI QOSERÊ HATE GIRTIN
 
Dayika Elî Welî, Necme Mûsa diyar kir ku kurê wê par ji bo ku derbasî Ewropayê bibe, çûye Tirkiyeyê û li wir ji aliyê endamên MÎT'ê ve hatiye girtin û got: "2 kur û keçeke me hene. Keça min nexweşeke giran a otîzmê ye. Dermanê vê nexweşiyê li Sûriyeyê nîn e. Kurê min Elî got ew ê ji bo dermankirina xwişka xwe biçe Ewropayê. Ji bo vê jî di ser Tirkiyeyê re berê xwe da Almanyayê û bi bijîşkên pispor re dê têkilî danîba û ji bo nexweşiya xwişka xwe li rêbazên dermankirinê bigeriya. Bi alîkariya hin xizmên me yên li navçeya Qoserê ya Mêrdînê derbasî Tirkiyeyê bû. Dema ji Qoserê ber bi Stenbolê ve li otobusê siwar dibe, leşkerên dewleta tirk wî digirin."
 
Necme Mûsa dibêje kurê wê Elî Welî bêyî hincetekê nîşan bidin, ji aliyê MÎT'ê ve hatiye girtin û got: "Dema ku em pê hesiyan ku Elî hatiye girtin, me parêzerek girt. Me hewl da hîn bibin bê ka çima kurê min girtî ye, lê sedemeke rast jî nedan me. Kurê min Elî hê nû bûye 17 salî û MÎT'ê ew belasebeb girtiye, îşkence lê kirine û tî û birçî hiştine. 4 caran derket dadgehê. Elî 6 mehan li Girtîgeha Mêrdînê, 3 mehan jî li Girtîgeha Erziromê hate girtin. 4'emîn danişîna wî di 12’ê Adara 2024'an de bû û dema em bi parêzerê wî re axivîn, got Elî serbest hatiye berdan.”
 
'SÎXURÎ LI ME FERZ KIRIN'
 
Necme Mûsa got ev 9 meh e bi kurê xwe re neaxiviye û diyar kir ku 13’ê adara 2024'an Elî Welî bi telefonê lê geriyaye û gotiye demanceyek danîne ser serê wî û wiha axivî: "Kurê min telefonî min kir û got 'Demançeyek dane sere min, destê min kelemçekirî ne'. Endamên MÎT'ê wêneyekî kurê min ji min re şand. Min bi zorê wêneyê kurê xwe jî nas kir, ji ber îşkenceyê nedihate naskirin, gelekî zeîf bûbû. Ji wê rojê ve ku min kurê xwe bi wî rengî dît, êdî min nekarî xwarinê jî bixwim. Îşkence li Eliyê min kirin. Ev ji bîra min naçe.”
 
GEFA KUŞTINÊ LI TEVAHIYA MALBATÊ XWARIN
 
Necme Mûsa got kesên kurê wê revandiye, gefa kuştinê li wan xwarine û wiha pê de çû: "Careke din li min geriyan û vê carê pirsa hevserê min Hisên kirin. Kesê bi min re axivî Tirk bû. Li gel wî kesekî din jî hebû û wî jî wergera kurdî dikir. Got ew dê kurê min bikuje. Min jê re got kurê min ji ber tiştekî ne sûcdar e, ji bo tedawiya xwişka xwe derket rê. Got em ê hevserê te bikujin, em ê kurê te bikujin, em ê hemû malbatê bikujin, em ê wesayita li ber deriyê we biteqînin. Min jî got min kurê xwe emanetî Xwedê kiriye. Piştî ku min wiha got, endamê MÎT'ê dîsa gef li me xwar û sîxurî li me ferz kir û got hefteyekê muhletê didin we, hevjînê te dê li vê hejmarê bigere, bi me re biaxive û me agahdar bike. Min jî got em tiştekî nizanin û tiştekî ku em ji we re bêjin nîn e.”
 
‘PIŞTÎ GEFAN MIN JI KURÊ XWE AGAHÎ NEGIRT’
 
Necma Elî diyar kir ku piştî gefên li malbata wê hatin xwarin, tu agahî ji kurê xwe negirtine û got: "Tu sûcê kurê min nîn e, yekane sedema van tiştan, ji ber ku em Kurd in. Girtin, îşkence lê kirin û bi sedan zarokên Kurd ên mîna Elî kuştin. Çi heqê wan heye? Dengê van zarokan jî nedigihaşt malbatên xwe. Gunehê van malbatan çi ye, dayikan? Ez dayik im, zarokên min hene, keça min nexweş e û ez jê berpirsyar im. Dema MÎT'ê bi min re bi telefonê diaxivî, min pirsî; 'hûn li gorî qanûnan tev nagerin?', gotin 'em bi ti qanûnan tev nagerin, li vir hiqûq nîn e'. Min ewraqên nexweşxaneyê yên keça xwe şandin. Kurê min bi degekî nizm digot birçî me, tî me, kelepçekirî me... Heta niha min ji kurê xwe xeberek negirt. 12’ê Adarê hate berdan û ji hêla MÎT'ê ve hate revandin. Kurê min li kampeke ku em navê wê jî nizanin, dîl tê girtin, xebereke êdî nîn e.”
 
‘AXA XWE NETERIKÎNIN'
 
Necme Mûsa xîtabî hemû malbatan kir û got: "Banga min li her kesî ye; me kurê xwe şand derve lê me şaşî kir. Lê hûn nekin, ji axa xwe dûr nekevin û zarokên xwe biparêzin.”
 
Hisên Welî yê bavê Elî Welî jî diyar kir ku wan piştî bihîstina girtina kurê xwe, bi rêya parêzer ji bo kurê xwe dest bi prosedura hiqûqî kiriye û wiha got: "Parêzer ji me re got zarokê we ji tu sûcî ne sûcdar e û divê serbest were berdan. Dema kurê min serbest hat berdan, me xwest em li gorî hiqûqê tev bigerin û me xwest em wî bînin Rojava. Piştre parêzerê wî bi me re axivî, got cendirmeyan ew biriye û ew ê bibin kampê. Piştre jî telefonî malbata min kirin û gef lê xwarin. Yên ku ev kirin, gotin em endamên MÎT'ê ne.”
 
‘EM TESLÎMÎ MÎT'Ê NABIN’
 
Hisên Welî got ew teqez teslîmî MÎT’ê nabin û wiha derbirî: "Dixwazin bi van rêbazên şerê taybet me kontrol bikin, dixwazin ew çi bêjin em bikin. Lê em nikarin vê qebûl bikin. Em nikarin bibin dijminê gelê xwe, cîranên xwe. Ev yek li dijî exlaqê civakê ye. Gefê li kurê me dixwin, bi qasî salekê ye di destê wan de ye. Hemû zarokên li vê xakê zarokên me ne. Piştî ew qas xwîna şehîdan û şoreşa Rojava em serê xwe natewînin û îradeya xwe teslîmî MÎT'ê nakin."
 

Sernavên din

07/04/2024
13:33 AKP’iyê ku pusulayên dengan şewitandî hate girtin
12:21 Qeyûm beriya biçe navenda etutê dewr kir
11:55 Cotstandartiya lijneyên hilbijartinê: Îtîrazên AKP’ê qebûl kirin ên DEM Partî û CHP’ê red kirin
11:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê civiya: Em ê ji bo faşîzmê her derd bin
10:55 Can: Dê ‘nexşerêya’ muxalefetê siyasetê diyar bike
10:04 Kovara Jînê di hejmara nû de bal kişand ser cînayetên jinan: Êdî bes e
09:30 Qeyûm di salekê de 23 milyon û 958 hezar TL faîz da
09:29 Hevşaredarên Dîgorê ji bo xizmetê zend û bend badan
09:24 Tanhan: Bi destê darazê li Bedlîsê darbe hate kirin
09:17 Li Sêrtê welatî nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin
09:17 Rojnamevan Sezgîn ê ku polîsan îşkence lê kirin: Em ê tim li qadan bin
09:06 Qeyûma Cizîrê di 2 mehan de 101 kes girtiye kar
09:05 Berxwedana girtiyan bi qonaxa nû û di roja 133’yan de didome
09:04 PDK’ê 166 roj berê rojnameger Silêman Ehmed revand: Agahî jê nayên girtin
09:01 Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê: Wê xeyalên neviyên osmaniyan pêk neyên
09:00 ROJEVA 7’Ê NÎSANA 2024’AN
08:44 Li Norşînê rageşiya hilbijartinê
06/04/2024
23:59 Li Sêwregê hilbijartin hat betalkirin
23:52 Li Swîsreyê meşa 4’ê Nîsanê
23:47 DEM Partî ji bo Xelfetiyê serî li YSK’ê da
21:53 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 70'yemîn de ye
21:09 Jinan 4’ê Nîsanê pîroz kir
21:02 Wê li Kerboranê ray ji nû ve bên hejmartin
19:35 YSK'ê îtirazên ji bo 5 cihan red kir
17:00 Deriyên Şaredariya Serêkaniyê li gel hatin vekirin
16:59 YSK’ê biryara bihincet a derheqê Zeydan de eşkere kir
16:35 DEM Partî ji bo Bedlîsê li ser pêya ye: Em ê dev ji vê meseleyê bernedin
16:25 Girtiyên ji bo nobetê peyam şandin: Divê berxwedan bê mezinkirin
16:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê efû hate ragihandin
15:56 Li Curnê Reş gel bi dirûşma ‘AKP diz e YSK şirîk e’ meşiya
15:47 Di qezaya li Amedê de 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
15:47 Li Rihayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:38 Xwestin girtiyên nexweş Demîr û Yaman bên berdan
15:17 Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji daxwazkirina edaletê bernedin
14:39 2 hunermendên kurd ên rojhilatî jiyana xwe ji dest dan
14:12 YSK ji bo nirxandina îtîrazan civiya
14:09 Dayikên Şemiyê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsîn
13:29 Ji ber şewata ku 29 kes tê de miribûn 8 kes hatin girtin
13:28 Bi îdiaya ku pusulayên navçeyên din li Sasonê hatine bikaranîn îtîraz hat kirin
13:04 Torena dewkirinê hat kirin: Roj roja xizmetkirina xelkê berxwedêr ê Wanê ye
12:48 Parastvanên mafên mirovan: Hêzên ewlekariyê bi îşkencekirina zarokan sûc kirine
12:29 Bi rakirina kulubeya ewlehiyê dest bi peywirê kirin
12:06 Uçar: Em li Wanê bi ser ketin û dê li Curnê Reş û Xelfetiyê jî bi ser kevin
11:06 Parêzerê Kahyaoglu: Şopa qebzeya çekê li serê wî hebû
10:44 Li Edeneyê êriş li jinekê hate kirin
09:43 Kurkçu: Berpirsiyariya me divê em di 2028'an de dawî li heyama AKP'ê bînin
09:32 Qeyûm şaredariya Mêrdînê şêlandiye: Sînorê deynkirinê 4 qet derbas kiriye
09:05 Berxwedana girtiyên siyasî di roja 132’yan de didome
09:03 165 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:03 Efrîniyên hêviyê bi ruh û can dikin
09:01 Wanî: Êdî kes wê newêribe vîna me xesp bike
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2024’AN
05/04/2024
22:03 DEM Partiyê ji bo nûkirina hilbijartina Qersê serî li YSK'ê da
20:24 Rojnamevan hatin berdan
18:35 Li Şirnexê îtîraza ji bo betalkirina hilbijartinê hat redkirin
18:04 Ji xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de biryardariya têkoşînê
17:38 Platforma Azadiya Parastinê hat avakirin
16:33 DEM Partiyê ji bo hilbijartinên Bedlîsê serî li YSK’ê da
16:31 Di Nobeta Aştiyê de bertek nîşanî darbeya hilbijartinê dan
16:18 Di lêpirsîna şewata Beşîktaşê de dozger xwest 9 kes bên girtin
15:47 Mazbata wergirtin û deriyê şaredariyê jê kirin
15:38 Di 2 avahiyên li Beyogluyê de şewat derket
15:25 Tirkiye ji peymana AKKA’yê vekişiya
15:24 Ji bo Xelfetiyê jî biryar hat dayîn ku hilbijartin ji nû ve bê lidarxistin
15:00 Tanal ê CHP’î: AKP’ê li Hîlwanê li dijî DEM Partiyê winda kiriye
14:46 Hevşaredarên Wanê li avahiya şaredariyê ne
14:44 Rêxistinên Çapameniyê: Rojamegerên binçavkirî berdin
14:18 Vaye tundiya polîsan a li dijî nûçegihanê me Sezgîn
14:04 4 jê rojnameger 86 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
14:02 Partiyên siyasî yên li Qersê têkildarî ‘hilbijêrên veguhestî’ daxuyanî dan
13:27 Rojnamevan Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
13:12 Dema gulîk û kerengên hat
13:02 Xêzeromana Abdullah Ocalan vedibêje li Berlînê hate danasîn
12:57 DEM Partî li 2 navçeyan îtîraza encamên hilbijartinê kir
12:50 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
12:41 Hevşaredaran cîhazên X-ray û têlên direhî yên li şaredariyê rakirin
11:58 Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger hate girtin
11:41 Li Wanê hevşaredaran mazbatayên xwe wergirtin
11:21 Malbat û parêzeran bi boneya cejnê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:20 Rojnameger Murat Verîm hate berdan
11:13 DEM Partiyê ji bo betalkirina hilbijartina Qersê serlêdan kir
11:11 Dayikên di Nobeta Edaletê de: Em bibin dengê girtiyan
11:10 Kesên li Amed û Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:48 Qeyûm saetek berî mazbatayê bidin hevşaredaran, 30 mîlyon xerc kirin
10:42 Cenazeyê zarokê winda hate dîtin
10:24 Li navçeya ku av lê nîne, qeyûm 45 milyon lîre ji karên cuda re xerc kiriye
10:02 Difina nûçegihanê me yê polîsan tundî lê kiribû şikestiye
09:58 Serokê CHP’a Qersê: Bi hilbijêrên veguhestî dest danîn ser îradeya gel
09:37 Çalakiya girtiyan a ‘ji bo azadiya Abdullah Ocalan’ di roja 131’an de didome
09:35 54 jinên ku li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:33 Ji rojnameger Silêman Ehmed 164 roj in agahî nayên girtin
09:32 Pîroglû: Desthilat di sindoqê de ma
Akdenîz: Gelê kurd vîna xwe nîşanî desthilata yekperest da
09:23 Zanyarê Siyasetê Onal: Planên êrişê yên Tirkiyeyê dê têk biçin
09:02 Parêzer Sevîmlî: Girtina Hatîce Yildizê derî aqilan e
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2024'AN
08:13 Li bajarên Ewropayê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê
08:12 Li Amedê piştî şahiyê 9 kes hatin binçavkirin
08:10 Li Colemêrgê ji 44 kesên hatibûn binçavkirin 18 hatin girtin
04/04/2024
21:30 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 68'an de ye
20:43 Li Amedê bi hezaran kesî 4'ê Nîsanê pîroz kir