NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya salvegera di bin navê “Vegerandina li Jiyanê” de hatiye kirin de li gelek bajaran daxuyanî hatin dayin û wiha hate gotin: “Bi ser re 24 sal derbas bûn û di van salan de pergala tecrîdê girantir bû û li hemû girtîgehan binpêkirinên mafên mirovan zêdetir bûn.”
Ji bo girtiyên siyasî sewqî Girtîgehên Tîpa F’yê bên kirin, di 19’ê Kanûna 2000’ê de bi navê “Operasyona Vegerandina li Jiyanê” hate destpêkirin û komkujiyeke mezin hate kirin. Êriş, li 20 girtîgehan bi awayekî hemwext hate destpêkirin û di êrişê de 30 girtiyan û 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û nêzî 300 girtî jî birîndar bûn. Bi boneya salvegera komkujiyê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê li avahiya komeleyê daxuyanî da û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Me Komkujiya 19’ê Kanûnê ya Girtîgehan ji bîr nekir û dê ji bîr nekin” hate hilgirtin. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê Muammer Derînce di daxuyaniyê de axivî û got ku dê dev ji daxwaza xwe ya darizandina berpirsyaran bernedin. Derînce, da zanîn ku girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafên mirovan û ji komkujiyê heta niha tecrîd û îzolasyon, Îşkence û muameleya xerab, lêgerîna tazî û gelek mafên mirovan girantir bûne.
DAXWAZ HATIN RÊZKIRIN
Piştî daxuyaniyê jî daxwaz hatin rêzkirin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku hemû berpirsyarên komkujiyê bên darizandin, sepanên tecrîd û îzolasyonê bên bidawîkirin û girtîgehên bi tîpên F, S, Y û girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin, Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên rê li ber tehliyekirina girtiyan digirin bên girtin, îşkence û muameleya xerab were bidawîkirin û derheqê faîlên wan de lêpirsînên bibandor bên destpêkirin, girtî bikarin mafên xwe yên darizandina adilane, xwegihandina xizmetên tenduristiyê, xwarin û vexwarinê, mercên bihîjyen û hwd. bi kar bînin, mafê jiyanê were parastin, rê li ber mirinên li girtîgehan were girtin û girtiyên nexweş, astengdar û kal bên berdan.
LI GELEK BAJARAN DAXIYANÎ HATIN DAYIN
Bi heman boneyê li Edene, Hatay, Stenbol, Enqere, Amed, Dêrsim, Êlih û Îzmîrê jî daxuyanî hatin dayin.