ESKÎŞEHÎR - Îdianameya der heqê rojnamegerên girtî Mehmet Uçar û Bîlge Aksu hatin qebûlkirin. Dosyayên rojnamegeran ji hev hatin cudakirin û dê cuda cuda bên darizandin.
Ji 8 rojnamegerên di 26’ê Mijdara 2024’an di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê de hatin binçavkirin Mehmet Uçar û Bîlge Aksu hatin girtin. Îdianameya der heqê rojnamegeran de ji hêla 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Eskîşehîrê ve hate qebûlkirin û biryara bêrayetiyê hate dayin. Dosyayên her du rojnamegeran ji hev hatin cudakirin û ji dadgehên bajarên lê hatibûn binçavkirin re hatin şandin. Di îdianameyê de nûçeyên rojnamegeran çêkiribûn, parvekirinên wan ên li ser medyaya dijîtal û pereyên ji saziyên tê de dixebitin weke sûc hatin nîşandan.
Îdianameya Bîlge Akarsuyê ji hêla 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê re ve û ya Uçar jî ji hêla 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Batmanê ve hate qebûlkirin.
ROJNAMEGER UÇAR
Di îdianameya Uçar de nûçeyên peyva “Kurdistanê” tê de derbas dibin weke sûc hatin nîşandan, bikaranîna peyva “Gerîla” ya ji bo PKK’iyan weke “pesindayin” hate şîrovekirin. Her wiha hate gotin ku der heqê kesên pere ji hesaba bankê ya Uçar re şandine û yên Uçar jê re pere şandine de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn hatine vekirin û pereyên ji derveyî welat bo hesaba Uçar hatine şandin jî weke sûc hate nîşandan.
Ji ber ku tensîp nehatiye amadekirin, dîroka danişîna doza Uçar nehat diyarkirin.
AXAFTINA GULTAN KIŞANAK WEKE DELÎLA SÛC HATE NÎŞANDAN
Di îdianameya rojnameger Bîlge Aksu de jî pereyê ji hesaba wê re hatiye şandin weke sûc hate nîşandan û parvekirina vîdeoya ku Gultan Kişanak tê de dibêje; “Bi hezaran sala ye em li ser vê xakê dijîn, koka me di bin her kevir, zinar, di bin Cûdî, Gabar, Agirî, Munzur de ne. Em li vir in û ji dîrokê heta niha hene. Em ê her hebin” jî weke “delîla” sûc hate nîşandan.
Danişîna ewil a Aksu di 3’yê Tîrmeha 2025’an de ye.
Ji îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji Uçar û Aksu re ceza hate xwestin.
MA / Enes Beyaz