NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan kes li bajarê Girkê Legê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş li dar xistin.
Bi sedan şêniyên ji bajarê Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa û Rimêlanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş li dar xistin. Girseya li bajarê Girkê Legê kom bû, ji Qada Şehîd Xebat dest bi meşê kir. Di meşê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Îmraliyê" hatin berzkirin.
Meş li Sûka Navendî sekinî û deqeyeke rêz hat girtin. Piştre nûnera Kongra Star a Til Koçerê Delal Şiblî axivî. Delal Şiblî, diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo azadiya tevahiya gelan têdikoşe û got: “Em bi yek dengî teqez dikin ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza me ya jêneveger e.”
Hevserokê Meclisa Bajarê Girkê Legê Akif Sebrî jî anî ziman ku armanca wan a sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û têkoşîna wan a ji bo serxistina vê armancê dewam dike. Akif Sebrî bal kişand ser peyama aştiyê ya Abdullah Ocalan û diyar kir ku bi vê peyamê Kurd bûne yek. Her wiha da zanîn ku dê pabendî fikr û felsefeya Abdullah Ocalan bin.
Çalakî bi berzkirina dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.