STENBOL - Şandeya Meclîsa Jinan a DEM Partiyê di çarçoveya "Di Avakirina Aştiyê de Hevdîtinên Jinan û Civaka Demokratîk" de bi bijîşkên jin ên TTB'ê re hevdîtin pêk anîn.
Lijneya Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li Stenbolê li gel Serokê 2'emîn yê TTB'ê Pinar Saîp, ji Şaxa Tenduristiyê û Bijîşkiya Jinan Ayşegul Ateş Tarla û endamên Konseya Navendî civîn lidarxistn.
Berdevka Meclîsa Jinan Halîde Turkoglu û heyeta pê re hatin cem hev, hat destnîşankirin ku divê têkoşîna aştî û demokrasiyê bi hev re bê meşandin. Di nîqaşê de bi hevkariya bijîşkên jin ên ku şahidiya pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû ne, tê kirin ku şer bandorê li tenduristiya gel û tenduristiya jinan dike hat axaftin.
'NE TENÊ PIRSGIRÊKA KURD E'
Bijîşkên jin ên endamên Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) ku ji roja destpêkê ve nîqaş kirin ku şer pirsgirêkeke gel e, destnîşan kir ku di çarçoveya mîsyona xwe ya pîşeyî de ew ê her tim di têkoşîna aştî û demokrasiyê de cih bigirin. Di civînê de her wiha pirsgirêkên sîstema tenduristiyê û newekheviyên ku jin di gihandina xizmetên tenduristiyê de rû didin hatin ziman. Hat destnîşankirin ku çawa ku tendirustiya pirbûnê û Peymana Stenbolê ne tenê pirsgirêka jinan e, pirsgirêka Kurd jî tenê pirsgirêka Kurdan nîn e. Di hevdîtinê girîngiya tekoşîna hevpar hat ziman.