Parêzer Kahraman: Ji bo pêkhatina mafê hêviyê hemû kes berpirsyar e

img

STENBOL - Endamê TOHAV'ê Alî Kahraman diyar kir ku divê Tirkiye li gorî peymanan 'mafê hêviyê' nas bike û bal kişand ku ji bo li meclisê rêziknameyên pêwîst bên çêkirin berpirsiyariya her kesî heye.

Li gorî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), girtiyekî bêyî mafê berdana bi şert tê ragirtin, li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. Tevî biryarên di vî warî de ji aliyê DMME ve hatin dayîn jî, Tirkiyeyê der barê girtiyên ku cezayê muebbetê yê giran li wan hatiye birîn de ti amadekarî nekiriye. Berevajî vê yekê ji 'mafê hêviyê' yê van girtiyan bêpar dihêle.
 
Yek ji wan girtiyan e ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryareke binpêkirinê daye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 15'ê Sibata 1999'an bi rêya komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê û li Girava Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîdê de tê ragirtin. DMME'yê di 18'ê Adara 2014'an de bêyî ku mafê serbestiya bi şert û merc bistîne cezayê muebetê yê giran li Ocalan birî. DMME'yê ji Tirkiyeyê xwest ku di vî warî de amadekariyan bike. Ji bo girtiyên bi navê Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan jî biryareke bi heman rengî hate dayîn.
 
Lê heta niha Tirkiyeyê ji bo mafê hêviyê tu sererastkirinên qanûnî nekiriye û girtiyan vî mafî bêpar dihêle. Konseya Wezîran a Konseya Ewropayê dê di meha îlonê de careke din mafê hêviyê bîne rojevê. Heta niha saziyên hiqûqê û baroyên Amed, Wan, Şirnex, Colemêrg û Rihayê beriya civînê rewşa heyî ji Konseya Ewropayê re ragihandin. Hat xwestin ku bila DMME'yê biryarên ku dayê pêk bîne. 
 
4 HEZAR GIRTÎ DI HEMAN REWŞÊ DE NE 
 
Endamê TOHAV'ê û parêzer Alî Kahraman teblîxat û têkildarî "mafê hêviyê" axivî. Kahraman bibîr xist, ku piştî girtîbûna Abdullah Ocalan cezayê îdamê hatiye rakirin û li şûna vê yekê rêziknameya ji bo cezayên muebbetê yên girankirî hatiye pêşkêşkirin û niha 4 hezar kes bêyî derfetên berdanê li girtîgehan tên ragirtin.
 
Kahraman wiha axivî: "Niha muzakere dewam dikin û birêz Ocalan weke sermuzakerevan tê qebûlkirin. Ne tenê Kurd li aliyê din jî dewlet wî bi vî rengî dibîne û qebûl dike. Nebaşbûna rewşa Birêz Ocalan, girtîbûna wî ya domdar û nebûna ti rêziknameyên derbarê wî de di bin 'mafê hêviyê' de çarenûsa pêvajoyê nediyar kir. Beşeke mezin a gel jî li vê rewşê dipirse û li benda pêşketinekê ye."
 
'PIRSGIRÊKA HEMÛ CIVAKÊ YE'
 
Kahraman diyar kir ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bêyî ku hêviyeke ji bo berdanê weke 'îşkenceyê' dibîne ku mirovekî li girtîgehê bigire û wiha got: "Eger ji helwesteke siyasî cezayê girtina heta bi hetayê lê bê birîn, darvekirina vê cezayê ne tenê weke girtîgehê, bi rengê tecrîdê heta mirinê tê kirin. Ji ber vê yekê, ev ceza bi taybetî der heqê girtiyên siyasî de, ragirtina heta bi hetayê û ragirtina di nava şert û mercên tecrîdê de ye. Ev yek ne tenê bi rûmeta mirovahiyê re ne li hev e, di heman demê de îşkenceyê di nava sîstema ceza de jî dike wek sazî. Girtina heta hetayê ne tenê ji bo girtiyan pirsgirêk e; Ji ber ku îşkenceyek di nav de heye, divê weke pirsgirêkek ji bo tevahiya civakê bê destgirtin, ji baro û rêxistinên hiqûqî dest pê bike."
 
'LI DIJÎ PEYMANÊ YE'
 
Kahraman diyar kir ku divê Abdullah Ocalan bigihije rêxistina xwe, komên civakî û rewşenbîran û ev astengî ji bo civakîbûna aştiyê rîskeke cidî ye. Kahraman destnîşan kir ku hikûmet bi naskirina 'mafê hêviyê' re dikare samîmiyeta xwe ya di pêvajoyê de nîşan bide û wiha axivî: "Naskirina mafê hêviyê ne tenê mijareke têkildarî pêvajoyê ye. Di rastiyê de Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku Tirkiye jî aliyekî wê ye, ji aliyê hiqûqî ve peymaneke pêwendiyê ye. Wekî din, li gorî xala 90/5'an a Destûra Bingehîn, tê gotin ku eger xalên peymanê bi rêziknameyên li ser maf û azadiyên bingehîn re têkildar be, divê xalên peymanê pêşî lê bigirin. Lê belê Tirkiye ji sala 2014'an û vir ve bi israr serî li vê rêziknameyê dide, ku ev rêzikname li dijî xala 3'emîn a peymanê ye."
 
Kahraman da zanîn ku ger gel ji bo mafê hêviyê têbikoşe dikare gav bi meclisê bide avêtin û ji bo pêkhatina mafê hêviyê hemû kes berpirsyar e.
 
MA / Yeşîm Tukel
 

Sernavên din

14:55 UNICEF: Li Xezeyê rojane 28 zarok jiyana xwe ji dest didin
14:43 Li Xezeyê di 24 saetan de 8 kesan ji birçîna jiyana xwe ji dest dan
14:32 Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe: Girtiyan berdin
14:01 Li Yemenê hezar û 479 jin hatin qetilkirin, 5 hezar û 618 hezar binpêkirin
12:55 Gundiyên ku faza ceyrana wan hatibû daxistin çalakiya xwe didomînin
11:38 Komîsyona li Meclisê civiya: Êdî dema wê hatiye em bi dengekî bilind biaxivin
11:36 'Ji bo pêşîgirtina li binpêkirinan reformên binesazî pêwîst in'
11:18 Mazlum Ebdî: Bi Sûriyeya nenavendî re her kes dê qezenc bike
10:18 Li dijî Şaredariya Pirsûsê êriş hate kirin
10:17 Ji Înîsiyatîfa Jinan bo komîsyona li Meclisê 5 pêşniyar
09:32 Di hevdîtinan de baweriya bi Ocalan û daxwaza ku dewlet gav biavêje derketin pêş
09:22 Gundiyên ku ceyrana wan hate birîn rê li trafîkê re girtin
09:13 Rêxistinên piştgiriyê didin malbatên girtiyan: Bila girtî bên berdan
09:06 Gundê hatiye jibîrkirin: Ne rê ne jî ceyran heye
09:05 Hêviya gelê Amedê ji komîsyonê: Ji bo demokrastîkbûnê sererastkirinên qanûnî
09:00 ROJEVA 5’Ê TEBAXA 2025’AN
04/08/2025
21:15 Şandeya DEM Partiyê: Nîşeyên ku wekî yên hevdîtinê bin tên belavkirin dûrî rastiyê ne
20:39 Bertek li dijî girtina Komeleya Avestayê
16:28 Barrack têkildarî Siwêyda û Minbicê daxuyanî da
16:20 Çalakiya jinên Beluc di roja 20’an de didome
16:08 Îlham Ehmed: Avakirina Sûriyeyeke nû bi naskirina hemû nasnameyan pêkan e
15:27 Girtina Komeleya Avestayê li Agiriyê hate protestokirin
15:09 Roja danişîna lêpirsîna ÎzBB’ê diyar bû
14:42 Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê: Tirkiye peymana avê binpê dike
14:28 HSD: Komên hikûmeta demkî êrişî nuqteyên me yên leşkerî kirin
14:00 Kurtulmuş bi koordînatorên komîsyonê yên partiyan re civiya
14:00 Bîlançoya li Yemenê giran bû: 76 kes di behrê de xeniqîn
13:59 Endamê Kongreya DYA’yê Hemade: HSD’ê rêveberiyeke mînak ava kir
13:15 Serokê ICRC’ê: Rewşa mirovî ya li Siwêdayê giran e
13:14 Qirkirina daran a li Gabarê ku Walitiyê gotibû ‘hatiye rawestandin’ didome
12:56 Temel: Bêyî tevkariya polîtîk a Ocalan çareseriyeke mayinde pêkan nîne
12:02 ‘Hewceye komîsyon şefaf be û gel agahdar bike’
11:36 DFG: Astengiyên li pêşiya hevdîtina rojnamegeran a bi Ocalan re rakin
11:09 Mazlum Ebdî: Ji bo gelê Sûriyeyê rola xwe bilîze bingeh hatiye avakirin
10:46 Ji Abdullah Ocalan hişyariya ji bo komîsyonê: Divê bingeha hiqûqî hebe
10:43 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 65,15 e
TUÎK: Enflasyona salane ji sedî 33,52 ye
10:42 Pêşniyara dayikan a ji bo komîsyonê: Bila Ocalan azad bibe
10:01 ‘Tişta herî xetere ku tundiya ser jinê zêde dike polîtîkaya necezakirinê ye’
09:33 Li Behra Spî û Çukurovayê civînên gel: Xelk ji AKP'ê bawer nake û dixwaze gav bên avêtin
09:23 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina herî xurt hêza cewherî ye’ derket
09:00 ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2025’AN
03/08/2025
16:43 Ji bo taziyeya Karagol û Aydogmûş serdana girseyî
16:24 Kesên ku di fermanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Bila statûya Şengalê were nasîn
16:11 Li Siweydayê pevçûnên dijwar
14:49 Bafil Talabanî: Em ê piştgiriyê bidin daxwazên Êzidiyan
14:49 Li Îranê 8 roj in girtî di greva birçîbûnê de ne
14:39 Li Gundikê Melê şewat derket
14:38 Fîlozof Lisa Herzog piştgirî da pêvajoyê
14:38 SOHR: Di 5 mehan de herî kêm 3 hezar û 278 kes mir
14:27 Aqûbeta 400 kîlo ûranyûmê li Îranê nayê zanîn
14:26 Li Iraqê îxracatê petrolê ya ji bo DYA'yê kêm bû
14:15 Ji Avestayê bertek: Zimanê dayikê xeta me ya sor e
13:21 Êzidiyan berê xwe dan Çiyayê Şengalê
13:09 Kovara Jin bi sernavê 'Jinên Êzidî û Parastina Rewa' derket
13:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da û yek jî gerîla ye: Dora gavavêtinê ya dewletê ye
12:41 Banga hevrûbûn û naskirina komkujiya Êzidiyan
11:58 Fragmana 'Hey Hawar' ku texrîbata goran vedibêje hat weşandin
11:56 Erdhejê rê li ber vekir: Volkan piştî 450 salî çalak bû
11:33 QSD: Mafê parastina rewa hat bikaranîn
11:31 Bêrîvan aştiyeke bi rûmet dixwazin
11:20 Çîroka malbateke ku dîl ketiye destê DAIŞ'ê
10:30 Tesîsa dawerînê ye, lê qirêjî dike!
09:51 Ciwanên HDK'î: Çareserî bi guhertina destûra bingehîn mimkun e
09:42 Dadgehê giliyê têkildarî Soylu ji meclisê re hişt
09:00 Parêzer Kahraman: Ji bo pêkhatina mafê hêviyê hemû kes berpirsyar e
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2025'AN
02/08/2025
16:38 11 rêxistin ji bo komkujiya Şengalê bangî Iraqê kirin
16:24 Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin
16:05 Sezaî Temellî: Dema avakirina rêya 3’yemîn e
15:35 Hat xwestin ku girtiyên nexweş Baltaci û Demîr bên berdan
15:33 Xizmên Windayan li 4 bajaran çalakî li dar xistin
14:50 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Bila komkujiya Êzidiyan bê naskirin
14:21 Bakirhan: Em bang li civaka sivîl dikin ku di pêvajoyê de bi awayekî aktîf rol bigirin
14:10 Dayikên Şemiyê ji bo Murat Aslan daxwaza edaletê kirin
13:54 Di bîranîna Pirsûsê de binpêkirin hatin aşkerakirin
13:23 KNK: Divê statûya Şengalê bê naskirin
13:10 Nerazîbûna li hemberî xûtbeya Diyanetê ya ku jinan dike hedef
12:59 Di civînên TÎS’ê de lihevkirin pêk hat
12:56 Êrişên li dijî bîrên petrolê tê lêkolînkirin
11:34 Rapora MKG'ê ya meha Tîrmehê
10:38 Nûnera CÎSST’ê: Mafê hêviyê pêwîstiyeke mirovahî ye
10:12 Li Amedê ‘Pêşandanên Fîlman ên li Derve’ dest pê kir
10:01 Navenda li Seravê ji bo jinan bû nefes
09:50 Li Depê konsereke bi coş
09:35 ICOMOS: Pira Deh Derî di xetereyê de ye, plana çalakiyê berpêş bikin
09:15 Dayikên Aştiyê bang li komîsyonê kirin: Girtiyên nexweş û siyasî berdin
09:09 Girtiyê nexweş ê dermanên wî nayên dabînkirin sewqî girtîgeheke din hat kirin
09:05 Hevdîtina ku jiyana mexdûra fermana 74'emîn guherand
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2025'AN
01/08/2025
16:22 Spot di weşanê de ye: Rojeva ewil a Dort 1 Yandan komîsyona Meclisê bû
16:09 Ji MHP’ê ji bo ‘girtiyên nexweş’ bang
16:05 Li Siwêdayê çalakî: Bila hêzên hikûmeta demkî ji bajêr derkevin
15:38 NY: Îsraîlê 1.373 Fîlîstiniyên li benda alîkariyê bûn kuşt
15:11 TÎS’ê daxwazên xwe rêz kir
14:53 Yuksel Koç tehliye bû
14:37 Deriyê Komeleya Awestayê hate mohrkirin
14:24 Der heqê rojnamevanê ku birîna darên li Şirnexê kiribû nûçe lêpirsîn hate despêkirin
14:03 Ji bo girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Dadê çalakî hate lidarxistin
13:18 Îranê cezayê hucreyê da 3 girtiyên jin
12:48 Erdogan cezayê bersûcê komkujiya Madimakê rakir