Ji Înîsiyatîfa Jinan bo komîsyona li Meclisê 5 pêşniyar

ENQERE - Ji Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye Gulcan Tarkan diyar kir ku diviyabû di komîsyona li Meclisê de di navbera jin û mêran de wekhevî hebûya û pênc pêşniyar ji komîsyonê re kir. 
 
Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, îro li Meclisê komîsyona ji wekîlan pêk tê hate avakirin. Civîna ewil jî dê îro were lidarxiistin û her kes mereq dike ka dê çi xebatan bike û çi biryaran bide. 
 
JI 51 ENDAMAN 9 JÊ JIN IN  
 
Bendewariya tevahiya derdorên civakê ji komîsyonê heye û newekheviya di navbera jin û mêran de rê li ber bertekan vekir. Ji 51 endamên komîsyonê 21 jê AKP’î, 10 jê CHP’î, 4 jê DEM Partiyî, 4 MHP’î û 3 jî ji Partiya Yenî Yolê ne. Ji AKP’ê 4 jin, ji CHP’ê 3, ji DEM Partiyê 2 û bi giştî 9 jin dê di komîsyonê de cih bigirin. MHP, Partiya Yenî Yolê, TÎP, EMEP û DSP’ê tu endamên jin nexistin komîsyonê. Vê rêjeyê jî rê li ber bertekên rêxistinên jinan vekir. 
 
'HEWCEYE BI PARTIYÊN SIYASÎ RE BISÎNOR NEMÎNE’   
 
 
Ji Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye Gulcan Tarkan, diyar kir ku divê komîsyon bi partiyên siyasî re bisînor nemîne û got: “Divê binpêkirinên ku bandoreke mezin li bîra civakî kirin bi aşkerayî bên axaftin û hemû muxatab daxilî pêvajoyê bên kirin. Pirsgirêka Kurd, di navenda têkoşîna demokrasî, wekhevî û azadiyê ya Tirkiyeyê de ye. Hewceye di pêvajoya çareseriyê de muxatabên civakî û siyasî li derve neyên hiştin. Ji bo çareseriyeke demokratîk jî hewceye hemû derdor bi awayekî çalak tev li bibin.” 
 
'DIVÊ KOMÎSYON BIÇE ÎMRALIYÊ’
 
Gulcan Tarkanê diyar kir ku Îmrali, aktoreke girîng e ku nûnertiya daxwazên siyasî yên gelê Kurd ên dîrokî dike û ev tişt anî ziman: “Di pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015’an de jî zimanê aştiyê, diyalogê hebû û pevçûn rawestiyabûn. Lewma heke ji avakirina komîsyona li Meclisê re mebest bi rastî jî aştî be, hewceye bi Îmraliyê re diyalog hebe. Aştî, bi piranîparêz û cisaretê dibe. Heta dengê jinan, gelê Kurd û hemû bindestan neyê bihîstin mirov nikare qala çareseriyê bike.” 
 
BERTEKA LI DIJÎ NEWEKHEVIYÊ
 
Bi domdarî Gulcan Tarkanê bertek nîşanî hejmara kêm a jinan a di komîsyonê de da û wiha pê de çû: “Dilê me dixwest ku komîsyon nîvî jin û nîvî jî mêr bûna. DEM Partiyê ji 4 endamên xwe 2 jê jin hilbijart û ev hevsengiye parast. Xweziya yên din jî wisa bikirana. Ev rewş, nîşaneyeke berbiçav a newekheviya zayendî ye.” 
 
MIFTEYA VEGUHERÎNÊ: JIN 
 
Di berdewamê de Gulcan Tarkanê daxuyand ku jin mifteya veguherîna civakê ne û ev tişt anî ziman: “Hilweşandina siyaseta mêrê serdest û nûnertiya çalak a di mekanîzmayên biryardayînê de, dê xizmetê ji aştiyê re bike. Aştî, ne tenê bêdengbûna çekan e. Her wiha veguherîna jiyana civakî ya li ser bingeha edalet, wekhevî û azadiyê ye. Kirdeya vê pêvajoyê jin in. Em jin naxwazin ev pêvajo di nava qadeke pir dîplomatîk de bê hefsîkirin. Di tevahiya dîrokê de jinan di şer de bedela herî giran dan. Lewma divê di pêvajoya aştiyê de di eniya herî pêş de bin. Lewma divê jin kirdeya aştiyê bin.” 
 
'HEWCEYE AŞTÎ LI HER DERÊ BÊ VEGOTIN’
 
Gulcan Tarkan, da zanîn ku tevî travmayên hatine jiyîn jî ji bo aştiyê xwedî îrade û motîvasyoneke xurt in û got: “Ji bo serkeftina pêvajoyê divê jin bêhtir tev li bibin. Hevalên me yên pêşketî yên di komîsyonê de cih digirin dê li ser navê me jî biaxivin. Lê karê me yê esasî ew e ku em li derve aştiyê vebêjin. Heta jin azad nebin aştiyeke mayinde pêkan nîne. Divê neyê jibîrkirin ku dirûşma jin, jiyan, azadî ne tenê berxwedan e, her wiha felsefeya avakirina aştiyê ye. Divê em her kolanê veguherînin maseya aştiyê, xwedî li pêvajoyê derkevin û bi hev re bi ser bixin. Divê em derî bi derî bigerin, fikarên gel ji holê rakin û pêvajoyê vebêjin.” 
 
JI BO KOMÎSYONÊ 5 PÊŞNIYAR
 
Gulcan Tarkanê ji bo komîsyonê ev pêşniyar rêz kir: 
 
“*Divê rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên mafên mirovan û hemû derdorên civakê tev li pêvajoyê bên kirin. 
 
* Divê binpêkirinên mafan û polîtîkayên terkexemiyê bi aşkerayî bên destgirtin û bi raya giştî re bên parvekirin. 
 
* Divê zimanê hemû gelên vê xakê dijîn bi awayekî fermî bên naskirin û zemîna perwerdeya bi zimanê dayikê, daxwazên xweseriya çandî û hwd. bê avakirin. 
 
* Divê qanûn û yasayên Meclisê jinûve bên nirxandin û pêşiya azadiya xweîfadekirinê û xebatên yasayî bê vekirin. 
 
* Divê girtiyên li zindanan û binpêkirinên mafan bi lezgînî bê nirxandin.” 
 
 

Sernavên din

14:01 Li Yemenê hezar û 479 jin hatin qetilkirin, 5 hezar û 618 hezar binpêkirin
12:55 Gundiyên ku faza ceyrana wan hatibû daxistin çalakiya xwe didomînin
11:38 Komîsyona li Meclisê civiya: Êdî dema wê hatiye em bi dengekî bilind biaxivin HATE NÛKIRIN
11:36 'Ji bo pêşîgirtina li binpêkirinan reformên binesazî pêwîst in'
11:18 Mazlum Ebdî: Bi Sûriyeya nenavendî re her kes dê qezenc bike
10:18 Li dijî Şaredariya Pirsûsê êriş hate kirin
10:17 Ji Înîsiyatîfa Jinan bo komîsyona li Meclisê 5 pêşniyar
09:32 Di hevdîtinan de baweriya bi Ocalan û daxwaza ku dewlet gav biavêje derketin pêş
09:22 Gundiyên ku ceyrana wan hate birîn rê li trafîkê re girtin
09:13 Rêxistinên piştgiriyê didin malbatên girtiyan: Bila girtî bên berdan
09:06 Gundê hatiye jibîrkirin: Ne rê ne jî ceyran heye
09:05 Hêviya gelê Amedê ji komîsyonê: Ji bo demokrastîkbûnê sererastkirinên qanûnî
09:00 ROJEVA 5’Ê TEBAXA 2025’AN
04/08/2025
21:15 Şandeya DEM Partiyê: Nîşeyên ku wekî yên hevdîtinê bin tên belavkirin dûrî rastiyê ne
20:39 Bertek li dijî girtina Komeleya Avestayê
16:28 Barrack têkildarî Siwêyda û Minbicê daxuyanî da
16:20 Çalakiya jinên Beluc di roja 20’an de didome
16:08 Îlham Ehmed: Avakirina Sûriyeyeke nû bi naskirina hemû nasnameyan pêkan e
15:27 Girtina Komeleya Avestayê li Agiriyê hate protestokirin
15:09 Roja danişîna lêpirsîna ÎzBB’ê diyar bû
14:42 Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê: Tirkiye peymana avê binpê dike
14:28 HSD: Komên hikûmeta demkî êrişî nuqteyên me yên leşkerî kirin
14:00 Kurtulmuş bi koordînatorên komîsyonê yên partiyan re civiya
14:00 Bîlançoya li Yemenê giran bû: 76 kes di behrê de xeniqîn
13:59 Endamê Kongreya DYA’yê Hemade: HSD’ê rêveberiyeke mînak ava kir
13:15 Serokê ICRC’ê: Rewşa mirovî ya li Siwêdayê giran e
13:14 Qirkirina daran a li Gabarê ku Walitiyê gotibû ‘hatiye rawestandin’ didome
12:56 Temel: Bêyî tevkariya polîtîk a Ocalan çareseriyeke mayinde pêkan nîne
12:02 ‘Hewceye komîsyon şefaf be û gel agahdar bike’
11:36 DFG: Astengiyên li pêşiya hevdîtina rojnamegeran a bi Ocalan re rakin
11:09 Mazlum Ebdî: Ji bo gelê Sûriyeyê rola xwe bilîze bingeh hatiye avakirin
10:46 Ji Abdullah Ocalan hişyariya ji bo komîsyonê: Divê bingeha hiqûqî hebe
10:43 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 65,15 e
TUÎK: Enflasyona salane ji sedî 33,52 ye
10:42 Pêşniyara dayikan a ji bo komîsyonê: Bila Ocalan azad bibe
10:01 ‘Tişta herî xetere ku tundiya ser jinê zêde dike polîtîkaya necezakirinê ye’
09:33 Li Behra Spî û Çukurovayê civînên gel: Xelk ji AKP'ê bawer nake û dixwaze gav bên avêtin
09:23 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina herî xurt hêza cewherî ye’ derket
09:00 ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2025’AN
03/08/2025
16:43 Ji bo taziyeya Karagol û Aydogmûş serdana girseyî
16:24 Kesên ku di fermanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Bila statûya Şengalê were nasîn
16:11 Li Siweydayê pevçûnên dijwar
14:49 Bafil Talabanî: Em ê piştgiriyê bidin daxwazên Êzidiyan
14:49 Li Îranê 8 roj in girtî di greva birçîbûnê de ne
14:39 Li Gundikê Melê şewat derket
14:38 Fîlozof Lisa Herzog piştgirî da pêvajoyê
14:38 SOHR: Di 5 mehan de herî kêm 3 hezar û 278 kes mir
14:27 Aqûbeta 400 kîlo ûranyûmê li Îranê nayê zanîn
14:26 Li Iraqê îxracatê petrolê ya ji bo DYA'yê kêm bû
14:15 Ji Avestayê bertek: Zimanê dayikê xeta me ya sor e
13:21 Êzidiyan berê xwe dan Çiyayê Şengalê
13:09 Kovara Jin bi sernavê 'Jinên Êzidî û Parastina Rewa' derket
13:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da û yek jî gerîla ye: Dora gavavêtinê ya dewletê ye
12:41 Banga hevrûbûn û naskirina komkujiya Êzidiyan
11:58 Fragmana 'Hey Hawar' ku texrîbata goran vedibêje hat weşandin
11:56 Erdhejê rê li ber vekir: Volkan piştî 450 salî çalak bû
11:33 QSD: Mafê parastina rewa hat bikaranîn
11:31 Bêrîvan aştiyeke bi rûmet dixwazin
11:20 Çîroka malbateke ku dîl ketiye destê DAIŞ'ê
10:30 Tesîsa dawerînê ye, lê qirêjî dike!
09:51 Ciwanên HDK'î: Çareserî bi guhertina destûra bingehîn mimkun e
09:42 Dadgehê giliyê têkildarî Soylu ji meclisê re hişt
09:00 Parêzer Kahraman: Ji bo pêkhatina mafê hêviyê hemû kes berpirsyar e
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2025'AN
02/08/2025
16:38 11 rêxistin ji bo komkujiya Şengalê bangî Iraqê kirin
16:24 Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin
16:05 Sezaî Temellî: Dema avakirina rêya 3’yemîn e
15:35 Hat xwestin ku girtiyên nexweş Baltaci û Demîr bên berdan
15:33 Xizmên Windayan li 4 bajaran çalakî li dar xistin
14:50 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Bila komkujiya Êzidiyan bê naskirin
14:21 Bakirhan: Em bang li civaka sivîl dikin ku di pêvajoyê de bi awayekî aktîf rol bigirin
14:10 Dayikên Şemiyê ji bo Murat Aslan daxwaza edaletê kirin
13:54 Di bîranîna Pirsûsê de binpêkirin hatin aşkerakirin
13:23 KNK: Divê statûya Şengalê bê naskirin
13:10 Nerazîbûna li hemberî xûtbeya Diyanetê ya ku jinan dike hedef
12:59 Di civînên TÎS’ê de lihevkirin pêk hat
12:56 Êrişên li dijî bîrên petrolê tê lêkolînkirin
11:34 Rapora MKG'ê ya meha Tîrmehê
10:38 Nûnera CÎSST’ê: Mafê hêviyê pêwîstiyeke mirovahî ye
10:12 Li Amedê ‘Pêşandanên Fîlman ên li Derve’ dest pê kir
10:01 Navenda li Seravê ji bo jinan bû nefes
09:50 Li Depê konsereke bi coş
09:35 ICOMOS: Pira Deh Derî di xetereyê de ye, plana çalakiyê berpêş bikin
09:15 Dayikên Aştiyê bang li komîsyonê kirin: Girtiyên nexweş û siyasî berdin
09:09 Girtiyê nexweş ê dermanên wî nayên dabînkirin sewqî girtîgeheke din hat kirin
09:05 Hevdîtina ku jiyana mexdûra fermana 74'emîn guherand
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2025'AN
01/08/2025
16:22 Spot di weşanê de ye: Rojeva ewil a Dort 1 Yandan komîsyona Meclisê bû
16:09 Ji MHP’ê ji bo ‘girtiyên nexweş’ bang
16:05 Li Siwêdayê çalakî: Bila hêzên hikûmeta demkî ji bajêr derkevin
15:38 NY: Îsraîlê 1.373 Fîlîstiniyên li benda alîkariyê bûn kuşt
15:11 TÎS’ê daxwazên xwe rêz kir
14:53 Yuksel Koç tehliye bû
14:37 Deriyê Komeleya Awestayê hate mohrkirin
14:24 Der heqê rojnamevanê ku birîna darên li Şirnexê kiribû nûçe lêpirsîn hate despêkirin
14:03 Ji bo girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Dadê çalakî hate lidarxistin
13:18 Îranê cezayê hucreyê da 3 girtiyên jin
12:48 Erdogan cezayê bersûcê komkujiya Madimakê rakir
12:46 Şîna Bîşeng Kabakê bi girseyî hate ziyaretkirin
12:34 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
12:23 Bi roj li nav zevî bi şev jî di kon de dixebitin