NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê dê li 20 bajaran barîn bibarin û germahiya hewayê dê bi ser germahiya asayî ya demsalê re be.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê texmîna xwe ya rewşa hewayî ragihand. Li gorî midûriyetê, li bendê ne li 20 bajaran barîn bibarin û germahiya hewayê jî li seranserî welat bi ser germahiya asayî ya demsalê re be.
Li gorî rapora midûriyetê, li bendê ye ku li bajarên Stenbol, Tekîrdag, Edîrne, Kirklarelî, Balikesîr, Çanakkale, Bursa, Sakarya, Kocaelî, Yalova, Manîsa, Rîze, Ordu, Gîresun, Hatay, Edene û Artvînê, deverên hundir ên Trabzonê, Mereş, Osmaniye û deverên Toroslaran ên li rojhilatê Behra Spî barîn bibarin.
Midûriyetê destnîşan kir ku li seranserî Tirkiye û bakurê Kurdistanê dê germahî bi ser germahiya asayî ya demsalê re be.
Li hêla din, di saetên serê sibehê de li gelek herêmên Stenbolê barîn bariyan. Ji ber barîna ji nişka ve, welatiyan kêliyên zehmet jiyan.