WAN - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, 600 hezar metrekareyên erseyê da ber firotinê. Hevşaredaran bang kirin ku kesek nekeve îhaleyê û li hêla din TSO ya Wanê ji bo têkevin îhaleyê peyam ji endamên xwe re şand.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, 600 hezar metrekareyên erseyê ku şaredariyê li ber îmarê vekiribû, da ber firotinê. Rêveberiya qeyûm ku beşeke mezin a erseyên behsa xeberê ku li taxên Yenîcamî û Eskîcamiyê ne firotibû, li heman taxan 47 parselên nû yên erseyan ku 600 hezar metrekare ye, da ber firotinê. Têkildarî îhaleyê, li ser malpera şaredariyê îlan hate weşandin. Di îlanê de hate gotin ku 47 neguhêzbarên li Taxên Eskîcamî û Yenîcamiyê yên navçeya Artemêtanê, di çarçoveya biryara hejmar 222 a Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya bi dîroka 16’ê Gulana 2025’an û di çarçoveya Xala 35’emîn a Qanûna Îhaleya Dewletê ya bi Hejmar 2886’ê, bi rêbaza teklîfa girtî dane ber îhaleyê.
TSO ya WAN’Ê ÎLAN WEŞAND
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ku li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin, diyar kirin ku îhaleya erseyan a qeyûm hiqûqî nîne, divê kesek nebe amûra firotina çavkaniyên cemaweriyê. Tevî vê bangê jî Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê (Van TSO) peyam ji endamên xwe re şand û jê xwest tev li îhaleyê bibin. Vê peyamê jî rê li ber bertekan vekir.
Îlana îhaleyê li ser malpera Van TSO’yê hate weşandin. Endamên TSO’yê yên peyam jê re hatiye şandin bertek nîşan dan û gotin cara ewil e peyameke wiha ji wan re tê şandin.