NAVENDA NÛÇEYAN - Li Ispartayê yek û li Balikesîrê jî jinek ji hêla hevjînê xwe ve hate qetilkirin.
Li Isparta û Balikesîrê 2 jin ji hêla hevjînên xwe ve hatin qetilkirin. Kesê bi navê Muhammed M.R. li Ispartayê hevjîna xwe Fatima R. Bi îşkenceyê qetil kir. 4 zarokên Fatima R.’yê girtin bin parastinê. Faîl, hate girtin.
Li Balikesîrê jî jina bi navê Gonca A. ji hêla hevjînê xwe Mehmet A. ve bi kêran hate qetilkirin. Faîlî piştre jî întîhar kir.
Cenaze, rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bîgadîçê.