MÊRDÎN - Mehmet Îsa Aydogan ku poşmanîtî qebûl nekir, berdana wî salekê hat taloqkirin. Dozger gef li Aydogan xwar û got: "Ez te wisa bi rihetî bernadim."
Mehmet Îsa Aydogan ku li Êlihê di sala 2016'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin, cara sêyemîn berdana wî hat taloqkirin. Piştî ku cezayê xwe yê 10 salan temam kir, dihat payîn ku Aydogan di Sibata 2024'an de were berdan. Berê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê bi îdiaya "poşman nebûye" ji bo şeş mehan berdana wî taloq kiribû. Piştre ew careke din derket pêşberî lijneyê û bi heman hincetê berdana wî ji bo salekê hatibû taloqkirin. Aydogan vê dawiyê careke din derket pêşberî lijneyê û lijneyê berdana wî ji bo saleke din taloq kir.
Aydogan di hevdîtina bi telefonê de ya bi malbata xwe re ragihand ku berdana wî ji bo salekê careke din hatiye taloqkirin. Aydogan anî ziman ku ew derketiye pêşberî lijneyê û berî ku ew dest bi hevdîtinê bike, dozgerê girtîgehê pirsên wekî "Tu hatî ser hişê xwe? Tu poşman î?" ji wî pirsîne û got ku bersivên wî bûne sedema taloqkirina berdana wî.
Aydogan diyar kir ku dema ku ev pirs ji aliyê lijneyê ve ji wî hatine pirsîn, wî gotiye: "Ez poşman nînim. Ez ji bo armancek ku ez jê bawer dikim li vir im." Piştre dozger jê re gotiye, "Ez ê te wisa bi rihetî bernedim." Aydogan bilêv kir ku dozger behsa "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye û got ku pêvajoyek dest pê kiriye û ji bo serkeftina wê divê esas bê girtin. Piştre dozger gotiye "Em der barê pêvajoyê de tiştekî nizanin."
Dayika Aydogan, Zekiye Aydoganê bertek nîşanî vê yekê da û got ku astengkirina berdana girtiyan ji aliyê lijneyê ve zilm e. Zekiye Aydoganê got: "Ji ber nexweşiya xwe ez sê sal in nikarim serdana kurê xwe bikim. Ez li benda berdana wî me, lê wî bernadin. Çima ewqas zilmê dikin? Çima ew kesekî ku cezayê xwe temam kiriye bernadin? Ez dixwazim kurê min û hevalên wî niha werin berdan. Em aştiyê dixwazin. Kurd ji bo aştiyê gelek gavan diavêjin. Divê dewlet jî gavekê bavêje. Em dixwazin zarokên xwe di nav xwe de bibînin."
MA / Ahmet Kanbal