NAVENDA NÛÇEYAN - Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ragihand ku ew ê beşdarî hevdîtina bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re ya li Parîsê nebe.
Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ragihand ku ew ê beşdarî hevdîtina bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re ya li Parîsê nebe. Li gorî nûçeya ku ajansa nûçeyan a dewletê SANA’yê spartî çavkaniyên hikûmetê, wekî hinceta biryarê forûmek hat nîşandan ku di vê forûmê de tê îdîakirin ku QSD’ê peymaneke berê ya bi Şamê re binpê kiriye.
Çavkaniyê hikûmetê diyar kir ku ew ê bi aliyeke ku armanc dike “dema herêmê ya berê zindî bike” re tevlî muzakereyan nebe.
Al-Monîtor a bi erebî weşanê dike, ragihand ku hikûmeta demkî a Sûriyeyê ji ber zextên Tirkiyeyê ji hevdîtinên li Parîsê vekişiyaye.