* Emrecan Demîr ku li Girtîgeha Tîpa S a Kavak Samsunê tê ragirtin, ji ber ku lêgerîna nava dev qebûl nekir hate derbkrin. Bavê wî Hasan Demîr xwest ji bo lêkolînkirina binpêkirinên mafan şandeyek biçe girtîgehê.
* Ji roja Serokê Giştî yê MHP’ê li Meclisê silav da wekîlên DEM Partiyê heta niha li 24 bajar û 192 navçeyên bakurê Kurdistanê bi giştî 2 hezar û 207 serlêdanên ÇED’ê hatine knirin û ji van bo 625’an biryara “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” hate dayin.
* Endama OHD’ê parêzer Zîlan Aydin bal kişand ser biryara binpêkirina mafê hêviyê ku DMME’yê ji bo Abdullah Ocalan dabû û got: “Heke bi rastî jî bixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin, divê mafê hêviyê cîbicî bikin.”
* Akademîsyen Ferda Fahrîoglû diyar kir ku hewceye komîsyona li Meclisê hatiye avakirin ji raporên rêxistinên civaka sivîl sûdê bigirin û got: “Divê her kes ji bo civakîbûna pêvajoyê di têkoşîna aştiyê de cih bigire.”
* Şêniyên gundên Sêweregê diyar kirin ku ceyran û ava wan bi awayekî sîstematîk tê birîn û bi vê yekê re koçberî li wan tê ferzkirin.
* Şêniyên gundê Licikê yê navçeya Kanîreşê ku hîn bûn bi xebata sondajê re ji bo lêgerîna ava jeotermalê rapora ÇED’ê hatiye dayin, diyar kirin ku dê tişta tesîsa jeotermalê bi xwe re tîne zirarê bide çavkaniyên wan ên debarê û wan neçarî koçberiyê bike.
*Nûnerên komeleyên xizmên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane ava kirine, diyar kirin ku gorên hatine texrîbkirin malbatan diêşîne û xwestin ev gor bên sererastkirin û rê bidin malbatên wan ku biçin serdanê.
* Meclisa Xwendekarên Azad a Stenbolê dê li Navenda Çand û Hunerê ya Yilmaz Mizrak bi dirûşma “Em bi ruhê hevrêtiya komunalîst xwe birêxistin dikin” komxebatê li dar bixe. (11.00)
*Kevser Elturk (Ekîn Wan) ku di 10’ê Tebaxa 2015’an di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû û leşkeran bedena wê teşhîr kiribû, dê li ser gora xwe ya li Goristana Karşiyaka ya Wanê bê bibîranîn. (12.00)
* Rêxistina DEM Partiyê ya Akdenîzê dê 1’emîn Kongreya xwe li dar bixe.