NAVENDA NÛÇEYAN- Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de rewşa tenduristiyê ya girtiyên bi nexweşiyên giran Elif Vural Yaş û Arzu Cansever a ji sedî 99 astengdar e, hat destnîşankirin û daxwaza berdana wan hat kirin.
Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de, îşaret bi rewşa girtiyên nexweşiya wan giran hat kirin û doza berdana wan hat kirin.
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 699'emîn "Rûniştina F" ya heftane li ber avahiya komeleyê li dar xist. Çalakiya vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiya bi nexweşîna giran Elif Vural Yaş ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê girtin. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên "Dermankirin mafek e, nayê astengkirin" û "Divê jinên nexweş ên girtî werin berdan" hatin hilgirtin. Her wiha gelek caran dirûşmeyên "Divê girtiyên nexweş bên berdan", "Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e" û "Divê Elif Vural Yaş bê berdan" hatin berzkirin.
Endamê Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Mehmet Acettîn, daxuyaniyê xwend. Acettîn diyar kir ku Elif Vural Yaş tevî ku cezayê wê temam bûye jî nehatiye berdan. Acettîn got: "Elif Vural Yaş ku 30 sal in girtî ye, nexweşiya dil a giran pê re heye. Qapaxên dilê wê ji ber romatîzmayê zirar dîtine. Ev pirsgirêka dil bûye sedema xerabûna pergala demaran. Demek berê ji ber vê ji ser hişê xwe çûye. Li gorî agahiyên ku ji xizmên wê hatine wergirtin, Elif Vural Yaş di dema hejmartina êvarê de dema ku li serşokê bûye ji nişkê ve rewşa wê xirab bûye û pêşî dest û lingê wê yê çepê, paşê jî destê wê yê rastê tevizîne. Hevalên wê yên qawîşê wê di vê rewşê de dîtine û tavilê dermanên dil anîn û dan wê, lê dema ku rewşa wê baş nebûye, ragihandine rêveberiyê. Elîf ku sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bakirkoyê ya Sadi Konuk hat kirin, li wir ji ser hişê xwe çûye. Piştî tedawiya li beşa lezgîn hatiye gotin ku divê ji ber nexweşîna dil serî li beşa kardiyolojiyê bê dayîn. Lê belê gava bi ser hişê xwe ve hatiye, careke din ew birine girtîgehê. Sê roj şûnde bijîşkê nexweşxaneyê û bijîşkekî dahîliyeyê Elîfê muayene kirin û gotine gere demildest biçe beşa kardiyolojiyê. Rêveberiya girtîgehê jî gotiğe piştî randevûyê bigirin dê wê bibin beşa kardiyolojiyê."
‘BERDANA WÊ 2 CARAN HATIYE TALOQKIRIN'
Acettîn destnîşan kir ku Elif Vural Yaş sê caran ji bo nexweşxaneyê daxwazname daye û 20 roj piştî pêşkêşkirina daxwaznameyan ew birine nexweşxaneyê. Acettîn got: "Tevî 'reftarên baş' ên Elifê jî, di 25'ê Nîsana 2025'an de Lijneya Îdare û Çavdêriyê biryara 'reftarên nebaş' daye û berdana wê 6 mehan taloq kiriye. Elif Vural Yaş bêyî ku wê bibin lijneyê ew birine cem derûnnas û careke din bi heman hincetê berdana wê 6 mehan taqlok kirine. Bi vî awayî qesd li jiyana wê tê kirin. Di çarçoveya 699'emîn Rûniştina F'yê, em bang li rayedaran dikin ku ji bo girtiyên nexweş bi erka xwe rabin û hesas bin."
ENQERE
Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş li Kolana Sakarya ji bo 571'emîn çalakiya xwe kom bû. Vê hefteyê, endamên înîsiyatîfê bal kişandin ser rewşa Arzu Cansever a 39 salî ku ji sedî 99 astengdar e û li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtin. Hevseroka Şaxa ÎHD a Enqereyê Nûray Çevîrmenê got: "Ji ber astengdariya ji sedî 99 a Arzu Cansever û rastiya divê bi alîkariya hin kesan jiyana xwe bidomîne, demildest divê bê berdan."
Nuray Çevîrmenê destnîşan kir ku Arzû Cansever nikare bi tena serê xwe bijî û got: "Di sala 2014'an de li Yozgatê, kesê pê re zewicandî bi tivingê bera nigê wê û milên wê daye. Arzû Cansever li nexweşxaneyê hatiye emeliyatkirin, lê nigên wê nehatine xelaskirin û ji çokê berjer hatine ampûtekirin. Nexweş di dîrokên cuda de li nexweşxaneyan hatiye dermankriin. Lê ji ber derba tivingê ji sedî 99 astengdar bûye. Di rapora hatiye dayîn de hatiye gotin ku divê 'sendelyeya bieku ya biteker bi kar bîne.' Lê ji ber cezayê pereyî yê lê hatiye birin nedaye 4 sal û 4 meh ceza lê hatiye birin û ew xistine Girtîgeha Jinan Sîncanê. Raporên der barê tenduristiya wê de hatine pêşkêşkirin. Çendî eşkere ye ku nikare di girtîgehê de bimîne jî, rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' hatiye dayîn û daxwaza ji bo berdana wê hatiye redkirin. Nexweş bêyî piştgiriya kesên din nikare jiyana xwe bidomîne."