ÎDIR - Serokê Baroya Îdirê Ahmet Tutulmaz diyar kir ku komîsyona li meclisê divê nebe "formalîte" û got: "Komîsyon divê raporekê amade bike ku nerînên xwe diyar bike û bigihîne meclisê. Divê sererastkirinên qanûnî rêkûpêk bike û rengekî qanûnî jê re were dayîn."
Pêvajoya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, bi xebatên "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê" ya ku li meclisê hatiye avakirin berdewam dike. Komîsyon, ku sê civîn li dar xistiye, dê ya çaremîn di 19 û 20'ê Tebaxê de li dar bixe. Tê payîn ku navên ku ji hêla partiyên siyasî ve ji bo guhdarkirinê hatine pêşniyazkirin, beşdarî civîna vê hefteyê ya komîsyonê bibin.
Serokê Baroya Îdirê Ahmet Tutulmaz hem pêvajoyê û hem jî xebata komîsyonê nirxand.
‘KOMÎSYON GEŞEDANEKE BAŞ E'
Tutulmaz, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û rêxistinên civaka sivîl bi israr pêşniyaza avakirina komîsyonek di bin sîwana meclisê de kirine da ku pêvajo bi ser bikeve û ev komîsyon xebatek e ku ji hêla hemû beşên civakê ve hatiye xwestin. Tutulmaz got: "Ji bo komîsyonek demokratîktir û wekhevîtir, divê hemû partiyên xwedî komên parlamentoyê endametiya wekhev peyda bikirana. Tevî her tiştî, avakirina komîsyonê di vê qonaxê de pêşketinek erênî ye. Bi qasî ku em dikarin bişopînin, ew sê caran civiyane û prosedurên xebata xwe saz kirine. Di çapemeniya çapkirî û dîtbarî de, CHP û DEM PartÎ navên rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên pîşeyî, ramanwer, nivîskar û rojnamevanan ragihandine ku divê komîsyon nêrînên wan bibihîze û şêwir bike. Dema ku komîsyon pergaleke xebatê ya taybetî ava bike, ew ê bi îhtîmaleke mezin serî li nêrînên sazî û kesên ku ji hêla van partiyan ve tên pêşkêşkirin bike û pergala xwe ya dawîn li gorî daxwaz û ramanên wan pêş bixe."
‘DIVÊ VEGUHERE PLATFORMEKE BERFIREH'
Tutulmaz, diyar kir ku lîsteya ku ji aliyê DEM Partî û CHP'ê ve ji komîsyonê re hatiye pêşkêşkirin perspektîfeke berfireh pêşkêş dike. Tutulmaz diyar kir ku ji ber ku pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê her kesî eleqedar dike, divê komîsyon guh bide hemû beşên civakê, bi taybetî yên ku ji şer bandor bûne. Tutulmaz got: "Divê hûn guh bidin van kesan da ku hûn şikil bidin daxwazên civakê û gel. Wekî serokên baroyên herêmê, me di hevdîtinên xwe yên bi serokê meclisê û serokên partiyên siyasî re diyar kir ku em, wekî Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê, dikarin beşdar bibin. Wekî ku me di çapemeniyê de dît, lîsteya ku ji aliyê DEM Partiyê ve ji komîsyonê re hatiye pêşkêşkirin hem Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê û hem jî baroyên herêmê dihewîne. Ev ji bo me girîng e. Divê komîsyon bibe platformek ku her kes dikare lê were guhdarkirin û ramanên xwe, bi perspektîfeke berfireh, bîne ziman."
Tutulmaz, diyar kir ku divê komîsyon nebe komîsyoneke formalîte û got ku divê ew ne tenê formalîteyek li ser kaxezê be. Tûtûlmaz got: "Piştî guhdarîkirina hemû rêxistinên pîşeyî, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî, divê komîsyon raporekê çêbike ku encamên xwe xurt bike û pêşkêşî meclisê bike. Ev tê vê wateyê ku di encama hevdîtina di navbera dewletê û Ocalan de gavek hatiye avêtin. Lê divê ev gav bi tevahî were pêkanîn; ango piştî ku çek bên danîn, divê dewlet çarçoveya qanûnî di meclisê de amade bike û fermî bike. Ev yek dê di komîsyonê de were bicîhanîn. Di encama xebata ku ji hêla vê komîsyonê ve hat kirin de, divê sererastkirinên qanûnî yên berbiçav li meclisê werin pêşkêşkirin. Divê meclis, hemû partiyên siyasî û bi taybetî jî partiya desthilatdar, vê yekê cidî bigirin û li gorî daxwazên komîsyonê qanûnî bikin. Divê binesaziyeke qanûnî were avakirin. Ji ber ku bêyî binesaziyeke qanûnî û garantiyên qanûnî, tu gav nayên avêtin. Divê mirov karibin pêşerojê bibînin. Divê ew bizanin ku ji ber gotinên wan tiştek bi serê wan nayê. Ji ber vê yekê, divê pêvajo di vî warî de were berbiçavkirin. Li vir girîngiya komîsyonê diyar dibe."