'Projeya civaka demokratîk a Ocalan dikare bibe reçeteya rizgariya gelan'

  • rojane
  • 09:20 20 Tebax 2025
  • |
img

STENBOL - Parlamentera berê Huda Kaya, di şexsê êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de îşaret bi karakterê komkujer ê netew-dewletê kir û got: "Divê projeya civaka demokratîk a Abdullah Ocalan wekî reçeteya rizgariyê ji bo hemû civakan û gelan were hesibandin."

 
Parlamentera berê Huda Kaya ku rewşa li Xezeyê ji nêz ve dişopîne, bal kişand ser bûyerên li Xezeyê û diyar kir ku projeya civaka demokratîk a Abdullah Ocalan reçeteya rizgariya civakan û gelan e. 
 
Huda Kayayê, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re diyar kir ku filistîniyan ji ber pevçûn û şeran, trajediyên mezin kişandine. Huda Kayayê destnîşan kir ku dagirkirina mayînde û tevahî ya Xezeyê ji aliyê Îsraîlê ve dikare bibe sedema encamên bêveger û bal kişand ser têkiliya di navbera avahiya îdeolojiya siyonîst a Îsraîlê û kiryarên wê yên êrişkar de. Huda Kayayê rave kir ku her dewletek xwedî hin referansan e çi mezhebî, çi olî û çi jî laîk. Huda Kayayê wiha domand: "Ji aliyê din ve, siyonîzm îdeolojiyek e ku doza Cihûyan bi têgihîştineke olî û hegemonîk pêk tîne. Ev şêweyeke rêvebirinê ye ku ji hişmendî û pratîkên demokratîk dûr e, zordar, komkujîkir û ji hêla nasnameyeke yekane ve serdest e. Bi van polîtîkayan, Îsraîl li ser axa Filistînê bû sedema trajediyên gelekî mezin." 
 
Huda Kayayê destnîşan kir ku ji ber tiştên li Kurdistanê diqewimin, ew ne xerîbê polîtîkayên qirkirinê yên Îsraîlê yên li Filistînê ne. Huda Kayayê got: "Em ne xerîbê van polîtîkayan e. Ji ber vê yekê, dema ku em behsa Îsraîlê dikin, divê em wekî ku qet rastî van polîtîkayan nehatine, qet nedîtine, an jî ji wan bêxeber bin neyê fêmkirin. Gelên herêmê, bi taybetî gelê Filistînî û Kurd, bi polîtîkayeke herêmî re rû bi rû ne ku ji hêla hêzên emperyalîst ve 100 sal berê hatiye plankirin. Filistînî û Kurd îro jî bi rêya zilm, êş, trajedî û dabeşbûnê encamên van polîtîkayan dijîn. Wan bi siyaseteke pir bi zanebûnî ya bi vî rengî bandor li çarenûsa van gelan kiriye. 100 sal in, mal, gund û taxên van her du gelên kevnar hatine dagirkirin û ew neçar mane ku ji welatên xwe birevin. Ji ber vê yekê, tekezkirina li ser hişmendiya civakî û referansên civakî nirxeke cuda ye. Di vî warî de, divê em rêveberiyên ku bi hêzên cîhanî yên hevkar re li herêman li ser bingeha berjewendiyên îdeolojîk, mayînde û serweriyê hevkariyê dikin bibînin. Di vî warî de, van rêveberiyên herêmî yên hevkar rêzgirtineke hindik nîşanî hesasiyetên van gelan dane an jî xwedî li wan derketine û xiyaneta herî mezin li gelê filistînê ji hêla van rêveberiyên ku li van axan dijîn ve hatiye kirin."
 
Huda Kayayê diyar kir ku bêdengiya hêzên navneteweyî cesaret daye Îsraîlê û got: "Îsraîl niha gihîştiye sînorê Tirkiyeyê. Em hemû bi polîtîkayên xayîn ên herêmî dorpêçkirî ne, bi taybetî li Filistînê. Gelê Filistînê bi xiyaneteke mezin re rû bi rû ye, bi taybetî ji civakên xizm û hevolên xwe. Dema ku ew meş û mîtîngên mezin li dar dixin ku îdîa dikin ku piştgiriyê didin doza Filistînê, ew di heman demê de piştgiriya lojîstîkî jî peyda dikin ku ava jiyanê ya Îsraîlê hildigire. Niha, planên dagirkirinê li Xezeyê hatine pejirandin. Îsraîl niha dikare, li ber çavên tevahiya cîhanê, bi rihetî Xezeyê bike qadeke polîtîkayên xwe. Dagirkirina Xezeyê dê pêla koçberiyê jî bide destpêkirin. Tê gotin ku milyonek kes dê koçber bibin, lê tenê li Refehê milyon û nîv heye. Berî şer, nifûsa Xezeyê du milyon û nîv bû. Ne diyar e ku çend ji wan sax in û çend mirine. Bûyereke tirsnak qewimî û îro, planên dagirkirinê li Xezeyek ku moralê wê xirab bûye hatine pejirandin. Ji wan kesên ku ava jiyanê ya Îsraîlê hildigirin tu kes dengê xwe dernaxe; ew hemû bi hev re piştgirîya desthilatdariya xwe dikin."
 
NETEW-DEWLET Û ŞERÊ ÎSRAÎL-FILISTÎNÊ
 
Huda Kayayê diyar kir ku pevçûna Îsraîl û Filistînê encama xwezaya berfirehker, pevçûnkar û xerîbker a netew-dewletê ye û got: "Divê avaniyên netew-dewletê ji ezmûnên xwe dersan derxin. Lê tevgerên şoreşger jî divê ji her tişta ku qewimîye dersan derxin. Divê ev encam di nav rastiyên têkiliyên navneteweyî de di bin şert û mercên civakî yên sedsala 21'an de werin nirxandin û tevger, nemaze yên ku di têkoşînê de ne, divê wan eşkere bikin. Tevgera Filistînê referansên olî hene û ji vê referansa bingehîn veneqetiyaye. Wan ji bo vê yekê hesabê xwe nedaye û her gav çareseriyek li ser bingeha dewletê dane pêşiyê. Wan ji bilî vê çareseriyê qet tiştekî din neaxivîne. Tevgera berxwedanê tenê ji bo endamên xwe têdikoşe; ew li ser navê bi mîlyonan kesan têdikoşe. Ji ber vê yekê, tundûtûjî an çek ji bo pêşeroja mirovan û ji bo ku ew bigihîjin jiyaneke aştiyane, azad, wekhev û aram ne hewce ne; ev yek rêveberiya demokratîk pêwîst dike."
 
'REÇETE PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK E'
 
Huda Kayayê îşaret bi modela civaka demokratîk a Abdullah Ocalan kir û got ku ev model dikare bibe çareseriyek. Huda Kayayê wiha domand: "Hemû rêveberiyên berê teslîmbûna bê şert û merc a gel xwestine. Modela neteweya demokratîk a Abdullah Ocalan ji ber ku van pêşniyazan nakok dike girîng e. Referans û pêşniyazên der barê avakirina civakeke demokratîk de ku ji hêla Abdullah Ocalan ve hatine pêşkêşkirin îro jî li zanîngeh û derdorên rewşenbîrî yên navneteweyî tên nîqaşkirin. Ev referans pêşniyazek pir cidî ye. Avakirina civakeke demokratîk ji nasname, bawerî û çandan wêdetir e; ew projeyek avakirina rêveberiyek û pêşerojeke azad, aştîxwaz û wekhev e ku her kesî digire nava xwe, pêşeroja her kesî garantî dike. Ev ne tenê li ser Kurdan e; ew ê aştiyê bîne tevahiya Rojhilata Navînê û hemû gelên wê. Projeya civaka demokratîk divê wekî reçeteya rizgariyê ji bo hemû civak û gelan were hesibandin."
 
Huda Kayayayê gotin û tespîtên Abdullah Ocalan ên di dema hevdîtina bi Şandeya Îmraliyê re bibîr xist ku sedeam destpêkirina pêvakoya nû ew e ku Kurdistan nebe Xeze. Huda Kayayê destnîşan kir ku gavaêtina di vî warî de pir watedar e û lewma divê piştgiriya vê pêvajoyê bê kirin. 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

12:08 Hevserokên DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dîlokê peyam weşandin
12:02 Komîsyon dê Dayikên Aştiyê guhdar bike
11:48 Rayedarên Îsraîl û Sûriyeyê li Parîsê civiyan
11:14 Tehliyeya Demîrtaş bi hinceta ‘çalakiya nehatiye kirin’ hat taloqkirin
11:08 Kedkaran bi îktîdarê re lihev nekir: Dê serî li Lijneya Hakem bidin
11:06 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Gotinên Dayikên Şemiyê û ÎHD’ê bi qedir û qîmet in
10:10 Îsraîl dê Xezeyê dagir bike: Leşkerên cîgir vexwendin leşkeriyê
09:59 DEM Partiyê bersiv da îdiayên Arslan: Dixwaze berê civakê bide hev
09:52 Zeydan banga tevlibûna mitîngê kir: Em di qonaxa azadiyê de ne
09:51 Bêrîvaniya di bin siya balafir û kalekolan de
09:34 Endamê komîsyonê Firat: Divê ji bo pirsgirêka Elewiyan jî gav bên avêtin
09:31 Endamê ÎHD’ê Saçakli: Divê hemû mijar bên axaftin
09:28 Fatma Bostan Unsal: Ji bo jiholêrakirina fikaran pêdivî bi paqijiya rê heye
09:20 'Projeya civaka demokratîk a Ocalan dikare bibe reçeteya rizgariya gelan'
09:16 Koker: Hevdîtina komîsyonê bi Ocalan re dê cidiyeta pêvajoyê xurt bike
09:08 Starta 1’ê Îlonê dê li Rihayê bê dayin
09:00 ROJEVA 20’Ê TEBAXA 2025’AN
19/08/2025
16:47 Cezayê Rojbîn Çetînê hate erêkirin
15:56 Li dijî zaroka 4 salî êrişa zayendî hate kirin
15:49 Karkerên qeyûm ji kar derxistî çûn serdana DEM Partiyê
15:44 Rojnamegeran ji bo piştevaniyê bi Evrenselê re rojname belav kirin
15:20 Arslan, Sofî û Babur hatin bibîranîn
14:19 Komîsyona cara çaremîn civiya: Qanehkirina civakê erkekî girîng e
14:10 Li ser kesê ‘Toros’ şewitandî tîşortê Yazicioglû hat dîtin
14:07 Ji qeyûmê Wanê bo TUGVA’yê 631 hezar TL
13:59 Hesabê X’ê ya ETHA’yê cara 5’emîn hate astengkirin
13:59 Şaredarê Beyoglûyê Guney ji peywirê hat dûrxistin
13:57 Bazo Yilmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
13:28 Di 24 saetan de li Xezeyê 3 kes ji birçînan mirin!
12:48 TAJÊ’yê ji bo Şerîfe Mihemedî banga mezinkirina têkoşînê kir
12:36 Li dijî 2 gundên Siwêdayê êriş hate kirin
12:25 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Ji destpêka salê heta niha 150 êriş li dijî hêzên me hatin kirin
10:32 Komîsyon dê îro li kesên xizmên xwe windakirin guhdarî bike
10:32 Zaroka ku hate îdiakirin ji zinar ketiye jiyana xwe ji dest da
10:31 Li pêşiya Meclisê 'Toros' a spî şewitand
10:11 ‘Divê komîsyon bi her du aliyan re bicive’
10:05 Rojnameger Kaya: Li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê tekane rê ew e ku dev ji dijminatiya Kurdan berde
09:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 17 kes hatin girtin
09:24 Serokê Baroya Îdirê: Divê komîsyon ne 'formalîte' be, divê sererastkirinên qanûnî bike
09:16 Akademîsyenê Çerkes tehliye bû
09:13 Alimê olî Denîz: Divê komîsyon hevdîtinê bi Ocalan re bike
09:12 Wan amadekariyên mitînga mezin a pêvajoyê dike
09:11 Banga 'Mala Dengbêjan' li Şaredariya Mûşê kir
09:00 ROJEVA 19’Ê TEBAXA 2025’AN
18/08/2025
17:11 TÎHV, nêrîn û pêşniyazên xwe pêşkêşî komîsyonê kirin
16:34 ‘Em ê nehêlin li Alîbogaziyê bendav were çêkirin’
16:20 Ji bo agirbestê ji Hamasê re pêşniyareke nû hate kirin
15:55 Li Katoyê Marunisê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin
15:09 Şaredariya Mûşê dest bi Projeya Çemê Çarê kir
14:57 Arslan, Sofî û Babur li Mêrdînê hatin bibîranîn
14:57 Gulten Akgul piştî 31 salan hate berdan
14:48 Bîler ê ku êrişê Evrenselê kiribû hate girtin
14:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
14:01 Ji kedkarên cemaweriyê çalakiya neçûna kar: Em mizakere nakin, em ê têbikoşin
13:04 Li Balikesîrê bi pileya 4,2’yê erdhej çêbû
13:03 Li Rêya Armûşê dema komkirina berhemên ‘Bostanê Bajêr ê Jinan’ e
13:01 Tanrikulu ji Meclisê re got: Siyaseta demokratîk misoger bikin
12:36 Li Nîjeryayê keştî binav bû: 40 kes winda ne
12:34 Komîsyon dê li kesên xizmên xwe winda kirin guhdarî bike
11:35 Li Bolîvyayê hilbijertin bo tûra duyemîn man
10:23 Li Geverê bi deh hezaran welatî beşdarî konserê bûn
10:22 Stephen Smellie: Azadiya Ocalan ji bo pêvajoyê krîtîk e
10:02 Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminatî rawest e’ derket
09:44 Rojnamevan Eren: Divê zimanê medyayê yê provokatîf bê guhertin
09:12 Şêniyên Mexmûrê yên peyama Ocalan gîhişte wan: Em ji bo berpirsiyariyê amade ne
09:12 Awazên Botanê bi ciwanan re zindî dibin
09:10 Çîroka sirgûna sê rewşenbîrên Kurd dê li ser dika şano bê lîstin
09:09 Jin pêşengiyê dikin: Daxwaza ‘azadiya Ocalan’ li cîhanê belav bû
09:00 ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2025’AN
17/08/2025
16:42 X’ê têkoşîna jinên Beluc sansur kir
16:41 Beşa 20’an a belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin
16:35 Li Şirnexê binefserekî çawişekê pispor kuşt
16:27 Partiya Sor: Têkoşîna aştiyê berpirsyartiyeke şoreşgerî ye
15:39 Îsraîlê li Xezeyê 18 kes kuşt
15:26 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
14:44 Kesên di Erdheja Marmarayê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
14:43 Fîlozof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin
14:17 KJK’ê li dijî qirkirina ekolojiyê banga mezinkirina têkoşînê kir
13:52 Li Pakistanê karesata lehî û hezazan: 350 kes mirin, 150 kes winda ne
11:57 DEM Partiyê bertek nîşanî erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî da
11:49 Li Mûsilê goreke komî hate dîtin
11:03 Biryarên îstîmlaqkirinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
10:40 Hejmara 129’an a kovara Jinê derket
10:39 Ji sedî 97,9’ê Kurdan di hemû astan de perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
09:59 Li dijî Diyanetê bertek: Jiyana jinan di bin teserûfa jinan bi xwe de ye
09:49 Rojnameger Turkone: Abdullah Ocalan nexşerêyeke rasteqîn pêşkeş dike
09:04 Li Gelîboluyê ji ber şewatê 5 gund hatin valakirin
09:02 Ji bo Girtîgeha Sîncanê banga ‘lêkolînê’
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2025’AN
07:49 Li Spanyayê şewatên daristanan: 7 kes mirin
16/08/2025
16:27 Înstagram Çapemeniya Azad sansur dike
15:39 Dadgehê cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemediyê erê kir
15:16 Xwestin girtiyên nexweş bên berdan
14:46 Xetereya belavbûna şewatê: Pêdivî bi helîkopterê heye
14:35 Ji xizmên windayan banga 'hevrûbûnê' li hikûmetê
14:04 Dayikên Şemiyê ji bo Acarê ku 31 berê bi ‘Torosa Spî’ hatibû revandin doza edaletê kirin
13:19 Di lehiya Pakistanê de 330 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:03 NY: Ji meha Gulanê heya niha hezar û 760 filistinî hatine kuştin
12:39 Zelenski wê ji bo hevdîtina bi Trump re biçe Washingtonê
12:31 Tehliyeya girtî bi hinceta li 'qawîşa rêxistinkirî' dimîne hate astengkirin