ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, kesên di sala 2016'an de li Dîlokê ji hêla DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin bi bîr anîn.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, bi boneya salvegera Komkujiya Dîlokê ku di 20’ê Tebaxa 2016'an de ji hêla DAIŞ'ê ve hate kirin û 40 jê zarok bi giştî 56 kes hatibûn qetilkirin, li ser hesabên xwe yên medya dijîtal a X’ê daxuyanî dan.
‘AŞTIYA BIRÛMET BI HEQÎQETÊ AVA DIBE’
Peyama Tulay Hatîmogullari wiha ye: “Berî 9 salan li Dîlokê di êrşa DAIŞ’ê de jê 40 zarok 56 welatiyên me yên ku jiyana xwe ji dest dan ez bi minetdarî bibîr tînim. Divê bi wan kesên ku jiyana Kurdan tune dihesibînin û mala dawetê vediguherîne mala şînê re hevrûbûnek çêbe û berpirsiyar derkevin holê. Aştiya birûmet ne bi înkarê lê bi heqîqetê ava dibe. Me qetlîamên Dîlok, Reyhanli, Pirsûs, Amed û Gara Enqereyê jibîr nekir û êm ê jibîr nekin.”
‘HEVRÛBÛN DÊ RÊYA RASTÎN A AŞTIYÊ VEBIKE’
Peyama Tuncer Bakirhan jî wiha ye: “Ez kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînim. Qetlîama Beybahçeyê ne tenê trajediyek e lê di bîra me de birîneke bêderman e. 9 sal bi ser re bihurîn lê hêj edalet pêk nehatiye. Bi hevrûbûna vê qetlîamê re dê rêya rastîn a aştiya civakî vebe. Em ê dengê xwe yê ji bo edalet, heqîqet û aştiyê her tim bilind bikin.”