NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Menderesê ya Îzmîrê agir bi daristanê ket.
Li navçeya Menderesê ya Îzmîrê agir bi daristanê ket. Şewat saet di 12.30’an de li taxa Çîle ya Menderesê li nava daristanê derket. Ji bo vemirandina şewata ku sedema wê hêj nehatiye zanîn, komên Miduriyeta Daristanê ya Îzmîrê xebatên xwe didomînin.