WAN - Hevserokê KURDÎGEH'ê Mesût Kertîş diyar kir ku ew astengkirina axaftina bi Kurdî ji aliyê komîsyonê ve qebûl naakin û got: "Dema ku hûn ziman qebûl nekin, ev tê wê wateyê ku hûn tu aştiyê jî qebûl nakin."
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclisê hat avakirin û niha ji bo çareserkirina pirsgirêkê dixebite, di 20'ê Tebaxê de guh li Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê kir. Serokê Komîsyonê Nûman Kurtulmuş ku Dayikên Aştiyê vexwend komîsyonê, dema dayik bi Kurdî axivîn, bi hinceta rêziknameya navxweyî ya meclisê axaftina wan a bi Kurdî asteng kir. Nehiştina axaftina bi zimanê Kurdî di komîsyona de ku armanca wê çareserkirina pirsgirêka Kurd e, bû sedema nerazîbûnê.
Hevserokê Komeleya Pêşbirina Çand û Ziman (KURDÎGEH) a Wanê Mesut Kertîş, bertek nîşanî helwesta komîsyonê da û diyar kir ku komîsyon hîn jî li ser neçareserkirina pirsgirêkan israr dike. Kertîş diyar kir ku li cihekî ku Kurdî lê qedexe be, temsîliyeta gel tune ye. Kertîş behsa qonaxên pêvajoya ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir kir û got: "Piştre, di nava meclisê de komîsyonek hat avakirin. Mixabin, li şûna çareserkirina pirsgirêkên heyî, komîsyon çalakiyên xwe yên ji bo girankirina wê didomîne. Ger di meclisê de bi Kurdî neyê axaftin, ger çanda Kurdî neyê naskirin, ger neyê hiştin dayikên Kurd bi Kurdî biaxivin û xwe îfade bikin, ev tê wê wateyê ku ew ne mafdar in ku me temsîl bikin. Komîsyona ku hatiye avakirin xizmetê ji polîtîkayên şerekî taybet re dike û şerekî taybet dimeşîne. Divê komîsyon xizmetê ji hêviyên ku di nav gel de hatine afirandin re bike. Divê aştî were avakirin da ku em karibin bibêjin, 'Gelê Tirkiyeyê, gelê Kurd û hemû gelên din azad in.' Heta ku ziman û çand azad nebin, ne aştî û ne jî azadî dikare çêbibe. Aştî pêşî bi tê qebûlkirin. Ziman amûra herî mezin e; dema ku hûn ziman qebûl nekin, hûn tu aştiyê jî qebûl nakin."
Kertîş diyar kir ku dibistan dê di demeke nêzîk de werin vekirin û bi mîlyonan zarokên Kurd nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin û di nav sîstema asîmîlasyonê de asê mane û got: "Divê zarokên Kurd bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibînin. Bi vî rengî, Kurdî dikare bibe zimanê perwerdehiyê û xwedî statu. Ev çawa dê bibe? Wezareta Perwerdehiya Neteweyî divê bi lezgîn çareseriyekê bibîne û ewlehiya wê misoger bike. Divê saziyên ji bo zimanê Kurdî werin vekirin, ewlehiya wan were misogerkirin û pêşketina wan were bidestxistin. Ev yek ji erkên sereke yên komîsyona meclisê ye. Ev komîsyon nûnertiya gel dike. Lêbelê, li gorî kiryarên hatine kirin, ew şerekî taybet temsîl dike, ne ku gel. Ji bo ku komîsyon karibe nûnertiya gel bike, divê pêşî ewlehiya ziman misoger bike. Ji sedî 80-90'ê mirovên ku li herêma Kurdistanê dijîn Kurd in, ji ber vê yekê divê pêşketin çêbibe û zimanê Kurdî li her derê, di perwerde û dibistanan de were bidestxistin. Divê gelê Kurd kesên ku zimanê Kurdî nizanin nas neke."
'ASTENGKIRINA ZIMANÊ DAYIKÊ SÛC E'
Ji perwerdekarên KURDÎGEH'ê Şevket Acar jî bilêv kir ku divê komisyon baweriyê bide gel û got: "Mixabin astengkirina axaftina Kurdî ya dayikan baweriyê nade. Armanca vê komisyonê çareserkirina pirsgirêkan e. Meseleya Kurdî jî, meseleyeke girîng a civakê ye. Lê mixabin hê jî Kurdî bi astengiyan re rû bi rû ye."
Acar bilêv kir ku aştî bi yekaliyî nabe û got: "Em Kurd ji xwe baweriya me bi pêvajoyê heye. Em ji bo aştiyê cidî ne. Banga çekdanînê hat kirin û çek hatin danîn. Dê dewama vê were. Lê aliyê din çi kir? Hê jî tecrîdê didomîne. Birêz Abdullah Ocalan aktorê sereke yê vê pêvajoyê ye. Lê ne azad e û hê jî di bin tecrîdê de ye. Bi hezaran girtî hene. Hê jî li dijî Kurdan operasyon tên kirin. Kurd rola xwe lîstin. Bi xwe bawer in. Lê divê dewlet û hikûmet bi pratîkên xwe gelê Kurd qaneh bikin. Lê mixabin heya niha tiştek nehatiye kirin. Divê êdî dewlet dest ji vê pratîka xwe berde."
Acar diyar kir ku şermek mezin e ku bi mîlyonan mirov ji perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar in û got: "Dema ku mirov bi zimanê dayikê perwerdehiyê dibînin, kî dikare zirarê bibîne? Astengkirina bikaranîna zimanê dayikê sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafek e. Pêdivî ye ku ew bi ziman û çanda xwe perwerde bibin û xwe perwerde bikin. Di hefteyên pêş de dibistan vedibin, lê zarok dê bi zimanekî biyanî werin perwerdekirin. Ev polîtîkayên asîmîlasyonê ne. Divê her Kurdek di vê mijarê de bi biryar be û israr bike ku ji dewletê mafê xwe yê perwerdehiya bi zimanê dayikê bixwaze. Ev xeta me ya sor e. Astengiyên ku di vê sedsalê de li ser Kurdî tên danîn nayên qebûlkirin. Çima divê Kurd di dibistanên xwe de bi zimanê xwe perwerde nebin? Kes ji vê yekê zirarê nabîne. Ji ber vê yekê, divê Kurd van pirsan ji xwe bipirsin û daxwazên xwe bi dengekî bilind ji hikûmet û dewletê bixwazin."
MA / Bîlal Babat