Li Reqayê operasyona ‘ewlehiyê’ hat destpêkirin

  • rojane
  • 15:14 10 Îlon 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo ewlehî û îstîqrara li Reqayê operasyoneke nû da destpêkirin. 
 
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan pêngava ewlehiyê li Reqayê daye destpêkirin. Fermandariyê aşkera kir ku ew ê li seranserî deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêngavên ewlehiyê yên berfireh bidin destpêkirin û di çend rojên bê de mizgîniyek baş bidin.
 
Fermandariyê, diyar kir ku di encama salên dirêj ên şerê li Sûriyeyê de, kaos û bêîstîqrarî li seranserî welêt belav bûye û li gelek herêman valahiyek ewlehiyê çêkiriye. Fermandariyê, destnîşan kir ku vê yekê bandoreke neyînî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kiriye.
 
LIV Û TEVGERA DAIŞ’Ê GAVEKÎ WIHA PÊWÎST KIR 
 
Bi domdarî fermandariyê got: “Ev rewşa xirab rê daye şaneyên terorîst ên DAIŞ’ê ku çalakiyên xwe bi awayekî mezin vegerîne û xwe birêxistin bike û bendên hêzên me û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li gelek bajar û bajarokan armanc bikin. Her wiha rê li ber bazirganên hişbirê yên ku di bin parastina rejîma berê ya Sûriyeyê de dixebitîn vekir da ku bazirganiya xwe berfireh bikin û bigihêjin herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Girêdayî vê yekê, bûyerên takekesî yên kesên giyan xerab hene ku guleyên bêserûber diavêjin. Vê yekê rewşeke bêistiqrarî û neewlehiya welatiyan çêkiriye. Van kiryaran teşwîqek mezin di nava hêzên me de çêkir ku dest bi pêngavên ewlehî û leşkerî, zêdekirina ewlehiyê û bilindkirina amadekirinê bikin. Hêzên me mîna van pêngavan li gelek deveran da destpêkirin; ji wan pêngava paqijkirina başûrê Hesekê ye. Di wê pêngavê de gelek endamên vê şaneyên terorîst ên DAIŞ´ê hatin girtin, çek û cebilxane desteser kirin.
 
LI KAMPA HOLÊ 11 DAIŞ’Î HATIN GIRTIN
 
Piştre hêzên me amadekariyên pêngava ewlehiyê ya berfireh li kampa Holê ku wekî kampa herî xeternak a li ser rûyê erdê ye ku malbatên endamên DAIŞ’ê yên niha girtî ne, kirin. Hêzên me, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi piştgirîya Hêzên Sûriya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî tev li pêngavê bûn. Pêngavê du rojan dewam kir, tê de 11 endamên girêdayî vê rêxistina terorîst hatin girtin, her wekî din gelek şebeke û êriş dihatin amadekirin da ku êrişî herêmên me bikin, hatin bêbandorkirin.
 
OPERASYONA EWLEHIYÊ HAT RAGIHANDIN
 
Îro, em wek Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpêkirina pêngaveke nû li bajarê Reqayê radigihînin. Armanca vê pêngavê tesbîtkirina ewlehiyê û kesên sûcdar ên ku gelek tawan kirine radestî edaletê bikin. Ev operasyon dê bidiqet û profesiyoneleke mezin ji aliyê Hêzên me yên taybet H.A.T û operasyonan were lidarxistin.
 
BANGA JI BO GEL
 
Em ji gelê xwe yê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re diyar dikin ku bi jiyana aştiyane û bi bîrdozî û nêzîkatiya neteweyeke demokratîk tê naskirin, piştrast dikin ku çawa me li Reqa, Dêrazorê û gelek deverên din bi fedakarî, mêrxasî û cesareteke mezin pişta rêxistina terorîst DAIŞ şikand, em ê li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî pêngavên ewlehiyê yên berfireh bidin destpêkirin. Em ê bi hemû hêza xwe li dijî terorê şer bikin û di rojên pêş de mizgîniyê bidin gelê xwe. Her wiha em aşkera dikin ku em ê heta serkeftinê rêya şehîdan bişopînin."
 

Sernavên din

20:13 Walîtiyê li Qoserê meşa zimanê dayikê qedexe kir
20:08 Sîraçê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Têkoşîn didome
20:04 Çelîkê 32 salan girtî ma bi girseyî hat pêşwazîkirin
16:55 Li dijî zimanê vederkirinê divê em zimanê aştiyê û rojnamevaniya aştiyê ava bikin'
16:14 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê biçin serdana Ozel
16:11 Emîne Erciyes li Mêrsînê hat bibîranîn
15:35 AYM’ê ji bo cezayê ji ber stranên Kurdî hatibû dayin biryara binpêkirinê da
15:14 Li Reqayê operasyona ‘ewlehiyê’ hat destpêkirin
15:07 Kampanyaya ‘Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ a li Sûriyeyê bi dawî bû
14:39 Meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kir
14:35 Şehmûs Sevdînoglû piştî 32 salan hate berdan
14:26 Sazî û parastvanên mafan ji bo berdana Ayşe Gokkanê bang kirin
14:13 Sendîkayên Skoçyayê ji bo Abdullah Ocalan bang li KE’yê kir
13:14 Partiya Çep a Ewropayê têkildarî ‘mafê hêviyê’ name ji KE’yê re şand
13:09 Di doza qetilkirina Cîhan Can de biryara mutalaayê hat dayin
12:57 Li dijî Macron çalakiya ‘Em her tiştî bloke bikin’ hate destpêkirin
12:49 Rapora ÎSÎG’ê ya Tebaxê: Herî kêm 194 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:42 Protestoyên li Nepalê didomin: Artêşa daket kolanên paytextê
11:18 Ekolojîstên ku meşiyan Bestayê: Bi têkoşîna rêxistinî em ê bi ser bikevin
11:02 Hiqûqnas Kanar: Êdî hincet neman û divê ji bo ‘Mafê hêviyê’ gavan biavêjin
10:30 Di nava 24 saetan de li Xezeyê 83 kes hatin qetilkirin
10:30 Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê operasyon: 17 kes hatin binçavkirin
10:28 Ji Bestayê çendek nîşe: Bi hesreta 35 salan û bi hêrseke mezin nobet girtin
09:35 Nobeta li Bestayê bi dawî bû: Heta xweza azad dibe dê berxwedan bidome
09:27 Darên cerdevanan birîn di kendalê de avêtin xwarê!
09:18 Nobeta li Bestayê di tevahiya şevê de domiya
09:07 Li ARÎ-DER'ê serlêdanên ji bo Kurdî dê di 20'ê Îlonê de bi dawî bibin
09:06 Saziya Venêrînê ya Cemaweriyê daxwaza ku red kir pêşniyazî wezaretê kir
09:05 Îsal 30 hezar kes hilkişiyan Gilîdaxê
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2025'AN
09/09/2025
17:57 Nobeda li Bestayê dest pê kir
16:25 Li Girtîgeha Kirşehîrê serê her saetê bi ser qawîşan de tê girtin
16:13 Di Şandeya Îmraliyê de ji kîjan partiyan dê kî cih bigire?
16:07 Serokwezîrê Nepalê Sharma Oli îstîfa kir
14:55 13 sendîka û rêxistinan ji bo ‘mafê hêviyê’ bang kirin
13:50 EUTCC'ê ji bo ‘mafê hêviyê’ bang li Komîteya Wezîran kir
13:46 Li Şirnexê bang kirin: Aştiyê ji ewil li Cûdî, Gabar û Bestayê bidin destpêkirin
13:37 Bi hezaran sînemagerên navdar biryara boykotkirina saziyên Îsraîlê dan
13:24 Mehmet Durak piştî 30 salan hate berdan
13:20 Li Gabarê kesek mirî hate dîtin
12:08 Prof. Wallis: Ocalan ji bo tevgerên dij-kapîtalîst hêviyê dide
11:52 Şandeya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê
11:52 Ozel pirsa têkildarî hevdîtina bi Ocalan re bersivand: Komîsyon dikare nîqaş bike
11:37 Li Nepalê çalakiyên li dijî qedexe û nelirêtiyan didomin
11:25 Li Amedê ji bo alîgirên îktîdarê îhaleya taybet
11:07 Berdevka DEM Partiyê: Ocalan got ‘tiştên girîng ên ku ji komîsyonê re bibêjim hene’
10:51 Meclisa şaredariya qeyûm lê hatiye tayînkirin cara duyemîn civiya
10:43 Îsraîlê gefa êrişeke nû ya li dijî Xezeyê xwar
10:04 Li Gabarê birîna daran didome
10:00 Karkerên Mexmûrî yên ji bo kar çûn Bexdayê 15 roj in binçavkirî ne
09:15 Endamê RTUK'ê Îpekyuz: Divê RTUK weşaneke li ser esasê aştiyê teşwîq bike
09:14 Îdareya girtîgehê sal û nîvek e di pirtûkekê de li Ocalan digere
09:04 Di dema nîqaşên li ser aştiyê de li Mûşê girtîgeh tê çêkirin
09:04 Komîsyona Meclisê dê li rêxistinên pîşeyî û civaka sivîl guhdar bike
09:03 Turkmen ku 33 salan di girtîgehê de ma: Divê em li ser 'em ê çawa bi ser bikevin' bisekinin
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2025'AN
08/09/2025
21:48 Li Amedê ji bo kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane bîranîn
19:18 Bi milyonan zarok ji perwerdehiya zimanê dayikê bêpar dest bi dibistanê kirin
18:03 Li Serokatiya Bajêr a Stenbolê ya CHP'ê 10 kes hatin binçavkirin
17:17 CHP'ê biryar girt ku avahiya xwe ya bajêr a Stenbolê bigire
15:55 Şînên Demîr û Tutal ên li Nisêbînê bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:30 KNK'ê bang li KE’yê kir ku têkildarî ‘mafê hêviyê’ biryara xwe bide
14:51 Di 8 mehan de li Herêma Kurdistanê 21 jin hatin qetilkirin
13:53 Şîna Sabriye Dumanê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:51 Şewata li Şemzînanê didome
13:46 Li Bajarê Nû dê ‘Rojên Çand û Hunerê’ bê lidarxistin
13:34 Rêxistinên pîşeyî daxwaza berdana rojnameger Karabay kirin
12:51 DEM Partî: Bi milyonan zarok ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mehrûm in
12:42 Polîsan êrişî CHP’iyan kirin: Herî kêm 10 kes hatin binçavkirin
12:36 Li Qudsê li dijî otobûsê eriş: 4 kes hatin kuştin
12:28 Navenda PENa Kurd rêveberiya xwe ya nû diyar kir
11:36 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina jiyanê’ derket
11:03 Qebîne dê bi serokatiya Erdogan bicive
10:59 Li Îzmîrê li dijî qereqolê êriş hate kirin
10:56 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:24 HPG: Emîne Erciyes tevî du hevrêyên xwe şehîd bû
10:14 Ji bo danîşîna Ayşe Înceyolê bang
10:01 Banê malê tebiqî: 2 zarok mirin û dayika wan bi giranî birîndar bû
09:54 Dorpêça li pêşiya CHP’ê didome
09:50 Ji bo çalakiya Bestayê bang: Em bi hev re pêşiya qirkirina xwezayê bigirin
09:07 Girtiyê nayê tedawîkirin mehkûmî erebeya astengdaran kirin
09:06 Ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter bang hat kirin
09:05 Ji bo vegere karê xwe têdikoş e: Qeyûm ne xizmeta gel, ji alîgirên xwe re dike
09:05 Tirkiye li Sûriyeyê çi dixwaze?
09:00 ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2025’AN
07/09/2025
16:26 Rejîma Îranê girtiyek bi veşarî darve kir û bi dizikî defin kir
16:22 Tamer Koç ê HPG’î li Enqereyê hate bibîranîn
15:36 Di 9 mehan de li Sûriyeyê 10 hezar û 672 kes hatine kuştin
15:27 Geçer ê astengdar ji ber bertek nîşanî walî da mûçeyê wî hate birîn
14:28 Feminîst Harriet Fraad piştgirî da pêvajoyê
13:44 Bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
12:41 Agirê Jiyan li Dusseldorfê derket ser dikê
10:40 Rûsyayê êrişî Ûkraynayê kir: Pitikek jî di nav de 3 kes hatin kuştin
10:36 Tulay Hatîmogûllari: Yek ji mijarên lezgîn a komîsyonê jî ‘Mafê hêviyê’ ye
10:34 Belgefîlma ’73 Ferman’ a Nazim Daştan kişandibû hate pêşandan
09:44 Yilmaz Hun: Girtiyên li Dumluyê li dijî binpêkirinan amadekariyên çalakiyê dikin
09:31 Kovara Jinê bi manşeta ‘malbat’ê derket
09:29 Bi milyonan xwendekar ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in
09:00 ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2025’AN
06/09/2025
23:11 Roja Çapemeniya Azad hate pîrozkirin: Bi têkoşîna xwe hûn bûn bîra gel