Gulistan Alê bi afirîneriya xwe qedexeya girtîgehê vala derxist

AMED - Gulistan Al, li dijî qedexeya rêveberiya girtîgehê ya firçe û boyaxan, boyaxa solan û firçeyê ji ta yên pora xwe çêkirî bi kar anî û ev qedexeye bêwate kir. 

Gulistan Al, li Girtîgeha Jinan a Bunyanê ya Kayseriyê tê ragirtin. Ji ber ku rêveberiya girtîgehê boyax û firçe nedayê, wê jî serî li rêbazekî cuda da. Gulistan Alê, pora xwe jê kir û veguherand firçeyê û bi bikaranîna boyaxa solan resmên xwe yên nîvcomayî temam kir. Gulistan Alê, resmên Şahmaran û Teyrê Tawûs çê kir. Di hevdîtina 10’ê Cotmehê de ev resm radestî dayika xwe Emîne Alê kir. 
 
Emîne Alê da zanîn ku keça wê ji Gulana 2016’an heta niha girtî ye û dgot ku zextên li ser girtîgehê didomin. Bi domdarî Emîne Alê destnîşan kir ku keça wê li girtîgehên Osmaniye û Dîlokê rastî zextên giran hatiye û wiha got: “Li Edeneyê hate girtin. Piştre jî birin Osmaniyeyê, Dîlokê û herî dawî anîn Kayseriyê. Nêzî 5 sal in li wir e. Bi taybet jî li Girtîgeha Osmaniyeyê zilm lê hate kirin. Dema li Girtîgeha Dîlokê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê amadekarî dikir, şandin Kayseriyê.” 
 
PORA XWE KIR FIRÇE Û RESM XÊZ KIR
 
Di berdewamê de Emîne Alê anî ziman ku di 10’ê Cotmehê de çûye serdana keça xwe û keça wê binpêkirinên li girtîgehê parve kiriye. Emîne Alê, bi domdarî got: “Beriya niha resm çênedikir. Li girtîgehê dest pê kir. Dê pirtûkê binivîse lê kaxizê jî nadin wan. Dê resman çêbike lê destûra nadin vê jî. Keça min jî pora xwe jê kir û weke firçe bi kar tîne. Boyaxa solan jî bi kar tîne û resman çêdike. Dema ez çûm serdana wê ev resm dane min. Xwest bidim MEBYA-DER, TUAY-DER û jinan.”
 
Emîne Alê got tevî pêvajoyê jî zextên li girtîgehan didomin û axaftina xwe wiha qedand: “Gelê Kurd aştiyê dixwaze. Birêz Ocalan pêşengtiya aştiyê dike lêbelê dewlet û gelê Tirk jidil nêz nabe. Zêxt hêj didomin. Hûn jî rewşa girtîgehan dibînin. Dengê dayikên leşker û polîsan dernakeve. Em bang dikin ku dewlet di mijara aştiyê de cidî be û Tirk jî piştgiriyê bidin aştiyê. Tu kes ji aştiyê winda nake lê ji şer winda dike.” 
 
GULISTAN AL KÎ YE?
 
Gulistan Al, di sala 1992’yan de li gundê Terbîlê yê Çermûg a Amedê ji dayik bû. Malbata wê koçî navçeya Kepezê ya Antalyayê kir û Gulistan Alê dibistana seretayî, ya navîn û amadehî li wir xwend. Dema di Beşa Bazarkariyê ya Zanîngeha Înonu ya Meletiyê dixwend hate girtin. 4 mehan di Girtîgeha Meletiyê de ma û hate berdan. Di sala 2016’an de li Edeneyê dîsa hate girtin. Di sala 2017’an de cezayê muebbeda girankirî lê hate birîn. Al, niha li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin. 
 
MA / Fethî Balaman
 

Sernavên din

15:28 Hikûmeta Demkî careke din rêya Tebqa-Selemiyê girt
14:43 Li seranserî cîhanê 520 kesan bang li rejîma Îranê kir
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Beriya hevdîtinên budçeyê sererastkirinên yasayî bikin
12:40 Di doza Uytun de daxwaza girtina faîl û keşfa cihê bûyerê hate redkirin
12:13 Ceza dan rojnameger Oznûr Degerê
12:10 Ciwanên Yerlîkaya hedef nîşan dabû hatin binçavkirin
11:09 Prof. Ross piştgirî da pêvajoyê: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî pûç neke
10:25 Kamaran Osman: Tirkiye bi çêkirina rê û baregehên nû re amadekariya şer dike
10:17 Gulistan Alê bi afirîneriya xwe qedexeya girtîgehê vala derxist
09:45 Jinên Elewî: Aştî bi vîna hevpar a gelan tê avakirin
09:28 ‘Ji bo eşkerekirina kujerên Rojînê yekitî divê'
09:15 Li Wanê ji dikandarên komirê û êzingan 8'an jê dikanên xwe girtine
09:08 Li Mêrdînê îsal berhemdariya mehseran kêm e
09:02 Got 'Mirov ji ber tiştekî ku nekiriye poşman nabe', berdana wî 6 mehan taloq kirin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2025'AN
20/10/2025
20:01 Li Şirnexê xwendekar ji bi Rojîn Kabaîşê meşiyan
19:57 Li Wanê çalakî ji bo Rojîn Kabaîşê: Rektor bêyî pirsan bibersivîne reviya
16:28 Şandeyeke ji Iraq û Herêma Kurdistanê çû Tehranê
15:33 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê li pêşiya Wezareta Dadê bûn: Edalet li ku ye?
15:20 Li Dêrsimê dê mitînga xweza û hawirdorê bê lidarxistin
14:41 Huseyîn Aykol dê dîsa bê razandin
14:25 Ramazan Demîr li bajarê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
14:22 Wezîr Yerlîkaya têkildarî pêvajoyê daxuyanî da
14:21 Ji ÎHD’ê daxuyaniya têkildarî Rojîn Kabaîşê: Mekanîzmayên dewletê faîlan diparêzin
13:57 Walîtiya Stenbolê di maça Amedsporê de kapasîteya alîgiran zêde nekir
13:49 Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî tezkereyê da: Gel li benda demokrasiyê ye
13:12 Tehliyeya girtiyê ji sedî 80 astengdar e cara 6’an hate taloqkirin
12:10 Li Bestayê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:01 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:39 Komên hikûmeta demkî êrişî Şêxmeqsûd kir
10:30 Hêzên Şamê êrişî Siwêdayê kirin
10:27 Akbulut: Hewceye daraz bi biryarên xwe aştiya civakî xurt bike
09:55 Tekane daxwaza Dayikên Aştiyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
09:33 Xwebûn bi manşeta ‘Jiyan dema azad be bi wate ye’ derket
09:29 ‘Ji bo çareseriyê divê astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin’
09:00 ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2025’AN
19/10/2025
17:20 Dayikên Aştiyê: Mifteya aştiyê azadiya Ocalan e
17:11 Astengkirina tehliyeyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê hat protestokirin
16:42 1’emîn Mihrîcana Govendê ya Jinê ya Cizîrê dest pê kir
16:20 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:17 Fuara pirtûkan a Amedê di roja 2’yan de ye
15:00 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
13:25 Tevî astengiya rektor jî taksîvan tev li çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê bûn
13:12 Şîna Cengîz Yaşar bi girseyî hate ziyaretkirin
12:34 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Divê biryarên DMME’yê bên cîbicîkirin
11:59 Li Arjantînê eleqeya mezin a ji bo Abdullah Ocalan
11:51 Ji Pakistan û Efxanistanê peymana agirbestê
11:37 'Divê her kes li dijî polîtîkayên şerê taybet dengê xwe bilind bike’
11:17 ‘Çareseriya pirsgirêkan girêdayî azadiya Abdullah Ocalan e’
10:58 DEM Partî çû serdana Demîrtaş
10:42 Hevalên dibistanê yên Rojîn Kabaîşê: Rektor çima xwe vedişêre?
10:23 Ciwan: Heta tecrîda li Îmraliyê ranebe aştî çênabe
10:05 Girtiyê tehliyeya wî 3 caran hatiye astengkirin: Li benda mirina min sekinîne
09:48 Ji 576 gundên Agiriyê navên 379’an hatine guherandin
09:43 Li Wanê 'daristanên bîranînê' yên bêdar!
09:41 Hejmara 138’an a kovara Jinê derket
09:27 Ji bo mitînga Esenyurtê bang
09:00 ROJEVA 19’Ê COTMEHA 2025’AN
18/10/2025
16:47 Ji bo girtiyên nexweş Keskîn û Încîl daxwaza tehliyeyê hat kirin
16:24 Wezaretê destûr da ku Cengîz Holdîng 57 hezar daran bibire
16:08 Li Amedê 9’emîn Fûara Pirtûkan dest pê kir
15:48 Li çar bajaran daxwaza edaletê: Heta aqûbeta windayan neyê aşkerakirin aştî pêk nayê
15:46 'Em nêzîkatiya zayendperest qebûl nakin'
15:36 Cezayên li siyasetmedaran hatin birin hatin şermezarkirin
15:21 'Qetilkirina Tosûn ne tiştekî takekesî ye, encama polîtîkayekê ye'
15:01 Ji 16 baroyan ji bo Rojîn Kabaîşê daxuyanî
14:44 Kiryarê ku Gulben Dûrûyê qetil kir hat girtin
14:44 Li Agiriyê li dijî cezayên hefsê bertek hat nîşandan
14:38 Konferansa Dayikên Aştiyê: Divê azadiya fizîkê ya Abdullah Ocalan pêk bê
14:28 Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Fehmî Tosûn de edaletê pêk bînin
14:01 Li Cizîrê ji bo cezakirina sûcdarê tacîza zarokan Nobeda Edaletê hat destpêkirin
13:23 Ciwanên Edene, Wan û Agiriyê ber bi Amedê ve bi rê ketin
12:50 Dê refleksên rojnamevan Aykol ê hat entubekirin bên şopandin
12:38 Forûma Avê ya Mezopotamyayê bi kargehan didome
12:22 Ji bo jiyaneke wekhev û azad dê Elewîtî bê gotûbêjkirin
11:53 Ji Abdullah Ocalan peyam ji bo konferansa Dayikên Aştiyê
11:50 Di şahiya li Şemrexê de ji bo Rojîn Kabaîşê edalet hat xwestin
10:17 Rojnamevanê Yewnanî yê ku belgefîlmên li ser Pontosê çêkiribû negirtin Tirkiyeyê
10:01 'Rêya aştiyeke mayinde di girtîgehan re derbas dibe'
09:25 ‘Divê komîsyon biçe Îmraliyê'
09:10 Di serlêdanên kar ên wezaretê de pirsa 'nijadê'
09:06 Banga ji bo kurdî: Têkoşîna ji bo ziman berpirsiyariyeke civakî ye
09:00 ROJEVA 18’Ê COTMEHA 2025’AN
17/10/2025
17:55 Bi girseyî serdana şîna Yilmaz û Sivaci hat kirin
16:49 Şînên endamên HPG, YJA Star û YPS’ê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:07 Ji bo Kutlu û Akbalik li Pirsûsê şîn hatin danîn
16:07 Li Silopiyayê 2 polîs ji ber ‘şêlandina welatiyan’ hatin girtin
16:01 Welatparêzê Kurd Hasan Yildirim wefat kir
15:04 Li Zanîngeha Egeyê ji bo Rojîn Kabaîşê meş hat lidarxistin: Em ê bêdeng nebin
15:00 Amediyan bertek nîşanî Kurtulmuş dan: Gavên şênber biavêjin
14:59 Tulay Hatîmogûllari bi şandeya KESK’ê re hevdîtin kir
14:41 Kurtulmuş, çû serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
14:37 Tê payin ku rojnameger Aykol di nava rojê de were hişyarkirin
14:30 Kedkarên tenduristiyê piştgirî dan Nobeda Edaletê
13:59 Kurtulmuş li Amedê ye: Vê carê em ê bi serkevin
13:25 Forûma Avê ya Mezopotamyayê dest pê kir: Em xwedî li xweza û li çavkaniyên avê derkevin
12:36 Daxwaza rojnamevanan: Divê komîsyon li rojnamevanan guhdar bike
12:33 Abdullah Ocalan: Rêgeza hêviyê ji wan gava ye ku divê dewlet biavêje
12:01 Girtiyê nexwest destkelemçekirî bê tedawîkirin hate derbkirin
11:55 Tehliyeya Ardil Çeşme ya 30 sal in girtî dîsa hat astengkirin